Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê piştgirî dan Çalakiya Nobeta Edaletê

Şêniyên Wargeha Mexmûrê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Ocalan bi tûndî şermezar kirin û piştgirî dan Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan û gotin: “Çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê, wê bi ser bikevin û malbatên girtiyan rûmeta me ne. Em bang li gelê Bakurê Kurdistanê dikin ku bi hevre xwedî li Rêber Apo û girtiyên azadiyê derbikevin. Bêdengî her roj me dikuje!.”

Armanc Herekol


Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên ku ji bo şikandina tecrîdê tên pêkanîn, ji ajansa me re axivîn.

‘Gelê Kurd li ser lingane’

Welatiyê bi navê Rûbar Spîndarok di destpêka axaftinên xwe de tecrîd wekî rêbazek derveyî zagonên navdewletî binav kir û got: “Ev demek dirêje tecrîdek girankirî li ser Rêberê me tê pêkanîn. Li dijî vê tecrîdê jî ev demek dirêje li her derê çalakî tên meşandin û li wargeha me jî çalakiyek a nobetê heye. Bi wê ve girêdayî li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin û malbatên wan girtiyan jî niha di çalakiyê de ne. Em tevahî çakakiyan silav dikin û bejna xwe di ber keda wan de ditewînin. Wê gelê Kurd bi vê hêz û vînê, Rêber Apo ji nav wê tecrîdê derbixe.”

‘Hêza xwe bikin yek û tecrîdê têk bibin’

Rûbar taybet balkêşa li ser Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiye’yê dane destpêkirin û ev tişt gotin: “Em wan dayîkên girtiyan ji dil û can silav dikin. Xwedîderketina girtiyan, xwedîderketina li Rêber Apo ye. Çalakiyek pîroz û bi wate tê meşandin. Em wek şêniyên Mexmûrê piştgirî didin çalakiya wan dayîkên pîroz. Dayîkên li wir niha di çalakiyê de ne, rûmeta gelê Kurdin. Tecrîd û îzolasyona dewletê wê bi keda wan dayîkan têk biçe. Malbatên girtiyan pêwîste hîn zêdetir rabin û hêza xwe bikin yek.”

Herî dawî Rûbar Spîndarokê bang li tevahî gelê Kurd kir da ku xwedî li girtiyan derbikevin û li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bibin xwedî helwest.

‘Girtî rûmeta me ne û divê em wan nehêlin tenê’

Li ser heman mijarê welatiya bi navê Rûxweş Efrîn jî axivî û tevahî têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin pîroz kir: “Ez tecrîda li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar dikim. Ev 34 mehin, bi ti awayî em agahî ji Rêberê xwe nagirin. Ev ji bo me girane û divê em demildest Rêber Apo bi fizîkî rizgar bikin. Li her derê Kurdistan û derveyî welat çalakî tên meşandin û xwedî derketinek mezin a gel ji Rêber Apo re heye. Ji Mexmûr bigire heta Ewropa, ji Rojava bigire heta Bakur, gelê Kurd û gelên biyanî ku xwedî li Rêber Apo derdikevin, li ser linganin. Çalakiya girtîgehan xeta me ya sore, divê em xwedî li girtiyan derbikevin, ji ber ku girtî jî ji bo Rêber Apo di çalakiyê de ne.”

‘Em wek dayîkên Mexmûrê li gel dayîkên girtiyanin’

Rûxweş Efrîn piştgiriya jinên Mexmûrê ya bi dayîkên di nobeta edaletê de ne, da diyarkirin û bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anîn: “Emê heta kengê bindest bin? Dem dema azadiyê ye û divê em hemû rabin ser lingan. Dayîkên me niha di çalakiyê de ne, em wan dayîkan ji dil û can silav dikin. Wek dayîkên Mexmûrê heta dawî em li gel wan dayîkên girtiyanin. Wê têkoşîna me ya hevpar bi ser bikeve. Banga min ji tevahî jinan re ewe ku hîn zêdetir rabin ser piyan û dem dema têkoşîn xûrtkirinê ye. Ji bo jiyanek azad, tenê çareserî Rêber Apo ye. Gelê me her tên kuştin û girtin, ji bo ku em dawî li kuştin û girtinan bînin divê em rabin ser xwe. Banga min ji gelê Bakur re ewe ku bi hev re xwedî li Rêber Apo û girtiyên azadiyê derbikevin. Bêdengî her roj me dikuje!”

Yorum Gönder

0 Yorumlar