Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 180’an de bi koma 36’an berdewam dike.
Merasîma dewrgirtina çalakiya nobetê, bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 35’an Zehra Tarhan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê qala têkoşîna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li gireva Îmaraliyê hate kirin û wiha hate gotin: “Hêzên hegemon ji bo bikaribin hesabên xwe yên li ser Kurdistan û Rojhilatan Navîn bidin berdewam kirin, hemû hêz, fikir û kesên li beramberî wan serî rakir û radikin bi qirkirin, koçberî û girtinê re derbaz dikin. 50 salin ev hêz ji bo ji holê rakirina Rêber Apo û tevgera azadiya Kurdistanê ku daye avakirin bê bandor bikin şerekî bê navber didin meşandin. Wek pêngav herî dawî 15’ê Sibata 1999’an de bi komployekî navdeweletî Rêbertiya me dîlgirtin û radestî dewleta Tirk a faşîzt kirin. Lê em baş dizanîn dewleta faşist wek gardiyanekê bi kartînin. Li pişt viya hêzên serdest ên cîhanê û pergala kapîtalîst avakirine hene. Ev hêza dijminê jin, ciwan û îradeya civakê dema ku dît Rêbertî berovajî wan jin, ciwan û civakê bi rêxistin dike, xwedî vîn dike û dide têkoşîn kirin, ew li Îmraliyê bi tecrîdek ku 25 salin didome dan ceza kirin. Hemû kiryarên li hemberî Rêbertiya me tên pêkanîn li hemberî me û tevgera azadiyê hatiye pêkanîn. Ji ber vê yekê ji bo fîzîkî azadiya Rêber Apo emê hertim di nava çalakiyan de bin. Ji bo xilasiya mirovahiyê ji nav pençên qirkirina çandî û fîzîkî ya serdest pêwîste Rêbertiya me bi fîzîkî azad be.”
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.

0 Yorumlar