Ticker

10/recent/ticker-posts

Şaredariya Mexmûrê: Kesek nikare îradeya gelê Kurd bişkîne

Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi daxuyaniyekê qeyûmên ku rejîma AKP-MHP’ê avêtine ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi tûndî şermezarkir û got: “Kesek nikare îradeya gelê Kurd bişkêne û bi salane gelê Kurd li hemberî hemû zilim, dagirkerî û nûkeriyan çok ne daniye ji îro û şûnde jî li heberî hemû zilm û dagirkeriyê li ber xwe bidin


Endamên Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), qeyûmên ku avêtine ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezarkirin û bang li gel kir ku xwedî li îradeya xwe derbikevin.

Daxuyanî li ber avahiya şaredariya wargehê bi kombûna hemû endamên şaredariyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpêkir. Daxuyanî ji aliyê Hevşaredarê Wargehê Edban Yilmaz ve hat dayîn.

Edban Yilmaz di destpêka axaftinên xwe de êrişên dewleta Tirk ya li ser şaredariyên Bakur bi tûndî şermezar kir û wiha peyîvî: “Wek tê zanîn îro saet 06:00’an de operasyonek ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ya AKP-MHP bir ser hinek şaredariyên me yên bajarê mezin bajarê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê û dagir kirine. Em weke Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî van êrişan şermezar dikin. Di sedsala ku em wek gelê Kurd têde jiyan dikin, bi qirkirin, qetilkirin û bişaftinê re rû bi rû ne. Ev êrişane piştî hatina hikûmeta AKP- MHP rûyê xwe yê reş bi van êrişên xwe yên li ser şardariyan carek din derxist holê. Bi dagirkirina van şaredariyan ne naskirina gelê Kurd, ne naskirina gelê me yê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê, ev tenê xwe li ser îradeya gelê Kurd dayîna sepandin û dayîna qebûlkirin bi sedan leşker û polîsên xwe ve li derdora şaredariyên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin nehiştin ne gel û ne jî hevserokên me dest bi karên xwe bikin. Gelê Kurd yê ku birêz Serok Apo ji bo xwe weke îrade dibîne wê heta dawiyê li ser vê dozê bimeşe. Beriya du rojan dîsa mafê hevdîtina bi malbatê re ceza li Rêbertî hat birîn, ev nîşaneyên wê yekê ye ku ev hikûmeta niha li ser hikûm ne tenê li ser gelê Kurd, li hemberî hemû gelên ku li Tikiyê jiyan dikin vê yekê pêktîne. Ev jî tinekirina demokrasî û xwerêvebirinêye. Li ser vî esasî em ji weke Şaredariya Mexmûr bang li hemû gelê Kurd dikin çi li Bakur, Başûr, Rojava û çi jî li  Ewropa be êdî dem hatiye em xwedî li îradeya xwe xwedî derbikevin. Dem ew deme ku em ji îro û şûnde ew nûkeriyên ku dixwazin şaredariyên me dagir bikin û ji axa xwe bidin dûrkirin û derkirin. Bi vê boneyê em dibêjin kesek nikare îradeya gelê Kurd bişkêne û bi salane gelê Kurd li hemberî hemû zilim, dagirkerî û nûkeriyan çok ne daniye ji îro û şûnde jî li heberî hemû zilm û dagirkeriyê li ber xwe bidin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana gelê Kurd’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar