Ticker

10/recent/ticker-posts

DU AWAZÊN AZADIYÊ YÊN BEHDÎNANÊ


Eyaz Yûsif û Erdewan Zaxoyî ku beriya 38 salan hatin qetilkirin, bi stranên xwe û bi têkoşîna ji bo azadiyê ya gelê Kurd li herêma Behdînanê bûn du dengên nayên jibîrkirin û cihê xwe di dîroka Kurdistanê de girtin.

Erdewan Zaxoyî bi gotina “Kurdistan barê giran Kurdistan, derdê dilan Kurdistan”, Eyaz Yûsif jî bi gotina "Eger dunya hemî gul bin, gulek bi tinê besî mine" li çar parçeyên Kurdistanê mîrateyek ji nifşan re hiştin.

Erdewan Elî ku bi navê xwe yê hunermendî Erdewan Zaxoyî tê naskirin, sala 1957'an di nava malbateke xizan de ji dayîk bû. Erdewan Zaxoyî ji ber zor û zehmetiyên aborî yên malbata xwe, nekarî xwendina xwe temam bike. Di zarokatiyê de dest bi mûzîkê kir. Bi ciwantiya xwe re di sala 1970'an de bû assolîstê koma mûzîkê 'Newroz' ku li Zaxoyê dihate naskirin. Sala 1978'an dema ku 21 salî bû kaseta xwe ya destpêkê ya mûzîkê weşand. Berê xwe da Bexdayê û li paytexta Iraqê, bû yek ji awazên bedew ên Kurd yê di radyoyê de hate bihîstin.

DEMA LI RADYOYA BEXDAYÊ

Sala 1958'an li Iraqê piştî ku monarşî hilweşiya, rejîma nû ji bo bandorê li Kurdan bike, di radyoya Bexdayê de cih da weşanên Kurdî. Weşana bi Kurdî çiqasî bandora giran a neteweperestiya Baasê li ser hate kirin jî, ev radyo ji bo hunera Başûrê Kurdistanê bigihêje her malê firsendeke mezin afirandibû.

Piştre awazên hunermendên Kurd ên ji hemû parçeyan wê di radyoya Bexdayê de bihata bihîstin. Radyo piştî sala 1980'î weşana wê ya rojane bû 2 saet û 45 deqe. M. Arîfê Cizrawî, Îsa Berwarî, Eyşe Şan û Mihemed Şêxo wê hingî bibûna awazên sereke yên vê radyoyê.

Ji bilî Erdewan Zaxoyî dawiya salên 1970'î hunermendekî din ê Zaxoyî wê berê xwe bida Bexdayê: Eyaz Yûsif (Zaxoyî).

Yûsif Zaxoyî ku navê xwe Eyaz Yûsif Ehmede, di sala 1961'ê de ji dayîk bû, piştî perwerdeya xwe ya li dibistanên seretayî û navîn, çû dibistana leşkerî ya artêşa Iraqê û xwe gihand payeya efsertiyê. Di beşa duyemîn a salên 1970'î de ku tevgera azadiyê ya li Başûrê Kurdistanê derbên giran xwar, Eyaz Yûsif li şûna ku li nava artêşa Iraqê lşeker be, kete nava lêgerînê ku mûzîkê bike û sala 1977'an koma mûzîkê ya bi navê "Ciwanên Duhokê" ku ew assolîstê wê bû, li Başûrê Kurdistanê û tevahiya Iraqê bû yekemîn.

SALÊN PÊŞMERGETIYÊ

Eyaz Yûsif ku li radyoya Bexdayê bi Erdewan Zaxoyî re di heman demê de xebitî, stran got, kaseta xwe ya destpêkê sala 1982'an bi navê 'Min dît cara ewilî" weşand. Ev dengbêjê ciwan di temenê xwe yê 21 salî de bi meqem û şêweyê hunera xwe di demeke kurt de li tevahiya Kurdistanê deng veda. Sala ku dengê Eyaz Yûsif li radyoya Bexdayê û kasetfiroşan bilind dibû, Erdewan Zaxoyî li hemberî zextên rejîma Iraqê biryar da ku tevlî nava refên pêşmergeyan bibe.

Nîvê destpêkê yê salên 1980'yî ew pêvajo bû ku di navbera hêzên ji bo azadiya Başûrê Kurdistanê têdikoşiyan û artêşa Iraqê de şerekî giran diqewimî. Yek ji pêşmergeyên ku hingî xwe vekişandin Rojhilatê Kurdistanê Erdewan Zaxoyî bû. Erdewan Zaxoyî ji aliyê hêzên Îranê ve hate girtin. Piştî ku çend mehan li girtîgehê hate hiştin, dema hate berdan berê xwe da Bakurê Kurdistanê, derbasî Cizîrê bû. Li gorî hin çavkaniyan, ji ber ku metirsî hebû li Başûrê Kurdistanê bê girtin, neçar ma ku demekê li Cizîrê bimîne.

Erdewan Zaxoyî di salên 1980'î de ku li sê parçeyên Kurdistanên diçû û dihat, kadro û milîtanên PKK'ê nas kir. Kete bin bandora gerîlayên PKK’ ê ku hingî baş nedihatin naskirin û weke 'Şoreşgerên Kurdistanê' dihatin binavkirin. Di kaseteke xwe de bi gotina “Ji çeperên Zaxoyê, silav ji şoreşgerên Kurdistanê re” xîtabî wan kir. Erdewan Zaxoyî ev kaset di destpêka salên 1980'î de ji hunermendên Koma Berxwedan re şand ku di destpêka salên 1980'î de li Ewropayê ava bû.

DI NAVA ÇEND ROJAN DE LI PEY HEV HATIN QETILKIRIN

Erdewan Zaxoyî sala 1985'an vegeriya Zaxoyê, lê belê ji aliyê hêzên Iraqê ve hate girtin, piştî êşkenceyeke giran hate berdan. Mîna Erdewan Zaxoyî Eyaz Yûsif jî bû hedefa rejîma Saddam Huseyîn.

Dewleta Iraqê ji bo van herdu awazên ji Behdînanê, ku li ser azadiya Kurd û Kurdistanê distiran bêdeng bike, destpêkê êriş bir ser Eyaz Yûsif. Eyaz Yûsif ku nexweşê Tuberkuloz bû, ji bo dermankirinê li nexweşxaneya leşkerî ya Mûsilê bû. Di 25'ê Çileya 1986'an de hêzên rejîmê jehr dan wî û piştî rojekê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî gotinên malbatê, Eyaz Yûsif dest bi tûrneyê kiribû û li wî hatibû ferzkirin ku li her bajarê diçe divê xwînê bide hêzên dewletê. Ji ber vê yekê jî dema ku li Mûsilê li nexweşxaneya leşkerî xwîn dida, hate jehrîkirin û 26'ê Çileya 1986'an jiyana xwe ji dest da.

Hêzên dewleta Iraqê ji bo bêdengkirina Erdewan Zaxoyî vê carê serî li rêbazeke cuda dabû. Di 28'ê Çileya 1986'an de ku salvegera radyoya Bexdayê bû, ji Erdewan Zaxoyî re gotin 'Emê xelatê bidin te' û bang lê kiribûn ku bê Bexdayê. Erdewan Zaxoyî piştî ku derkete ser dikê û xelata xwe wergirt, di şeva 28-29'ê Çileyê de li otelê ji aliyê hêzên dewleta Iraqê ve hate revandin.

Ji hingî ve agahî jê nayê wergirtin û aqûbeta Erdewan Zaxoyî hînê baş nayê zanîn. Li gorî hin çavkaniyan, Erdewan Zaxoyî dixwest biçe derveyî welat û ji bo pasaportê çûbû Bexdayê, lê li wir hate destgîrkirin û ji ber ku teslîmiyet qebûl nekir, hate qetilkirin. Cenazeyê wî jî li devereke ku nayê zanîn hate veşartin.

STRANÊN WAN HATIN DIZÎN Û KIRIN TIRKÎ

Eyaz Yûsif di nava 25 salan de 4 kaset amade kir, bi dehan stran nivîsî. Erdewan Zaxoyî bêhtir bi şens bû. Heta 29 saliya xwe 20 kaset amade kir û bi dehan stran nivîsî. Deng û meqamê wî ewqasî bi bandor bû ku hunermendên dewleta Tirk ên bi 'eslê xwe Kurd' gelek stranên Erdewan Zaxoyî dizîn. Mînak strana wî ya bi navê "Nazê Nazo" ji aliyê Îzzet Altinmeşe ve bi navê "Nazey", strana wî ya bi navê Silavan li min dikî" ji aliyê Îbrahîm Tatlises ve bi gotina "Hiş hişi hançer" kirin Tirkî.

Eyaz Yûsif û Erdewan Zaxoyî ku di nava çend rojan de li pey hev hatin qetilkirin, li navenda mûzîka dewlemend a Zaxoyî mezin bûn, di salên 1980'î de xwe li Kurdistanê girtin. Mêtingeran ji aliyê fîzîkî ve ew ji gelê Kurd qut kiribin jî, mîrateyek ji nifşên Kurdistanê re hiştin. Strana 'Hatin hatin' ku Erdewan Zaxoyî di dema şervaniya xwe ya azadiyê de li çiyayên Kurdistanê bi derfetên kêm amade kir, di hişyariya azadiyê ya gelê Kurd de hînê jî mîna meşaleyekê ye.

Yorum Gönder

0 Yorumlar