23’ê Cotema 2024’an du hevalên qehreman bi canbexşane li hemberî navenda TUŞAS ya li paytexta dijminê qirker û dagirker Enqereyê, çalakiyek dîrokî lidarxistin. Di heman rojê de hevdîtinekî malbatî ya Omer Ocalan bi Rêbertî re pêkhat. Piştî 44 mehan hevdîtina bi Rêbertî re hatî kirin, rastî çalakiya li Enqereyê hat. Bi çalakiya Enqereyê re dewleta Tirk ji nişkava ve di carekî de hejand û li seranserî cîhanê jî deng vedan çêkir. Herdu hevalên fedayî bi ruhekî xurt û bi awayek pispor di navenda pîşesaziya balefirên dewleta Tirk de çalakiya xwe pêkanîn. Her kes nikare vê wêrekiyê nîşan bide. Şervanên azadiyê bi girêdana xwe ya bi Rêber Apo re û hêza ji partiya PKK’ê girtî ev çalakî pêkanîn. Kesên li wir bi hezaran komkujî li ser gelê Kurd pêkanî bûn, kesên ne ji rêzî bûn ku çekên tevkujiyê çêdikin.
Çapemeniya
Tirkiyê ji bo vê çalakiyê sabote bike, dest bi şerê taybet kir û gotin: ‘Bi
Rêbertî re hevdîtin hatiye kirin wê pêvajoyek ya çareseriyê bê destpê kirin.’
Li aliyê din jî berê êrişên xwe da ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê. Ev çalakî
ji bo êrişên xwe kirin hêcetek. Çawan ku têkiliya çalakiya li Enqereyê
pêkhatî bi hevdîtina Rêbertî re pêkhatî
tine ye, di heman demê de ti têkiliya wê bi Rojavayê Kurdistanê re jî tine ye.
Di nava çar rojan de 1031 êriş li ser Rojavayê Kurdistanê hat pêkanîn. Piranî
cihên çavkaniyên jiyanî yên gelê Rojavayê Kurdistanê hatin armanc kirin, şehîd
û birîndar jî çêbûn. Di van êrişan de jî kesayet û dijminatiya dewleta Tirk ya
li hemberî Kurdan da diyar kirin.
Di
demê dawî de gotina ku bi devê Dewlet Bahçelî dayîn gotin ne ji rêzê ye. Ji ber
ku kesê herî zêde dijbertî û dijmintiya gelê Kurd dike ew bi xwe ye. Gotinên
tên kirin hemû bingehê xwe valane. Tengavbûna dewleta Tirk li hemberî
berxwedana Rêber Apo, gerîlayên azadiyê, gelê Kurd û dostên Kurdan, ew ber bi
van gotinan ve birin. Ji ber ku eger niyeta wan ya çareseriyê hebûya, êrişî
Rojavayê Kurdistanê nedikirin, hevdîtina bi Rêbertî re hatî kirin, wê ne tenê bi
malbatê re bûya, li kêleka wê pêwîstbû hevdîtin bi aliyên civakî re jî bihata
kirin. Xala bingehîn jî pêwîste tecrîd were rakirin, şert û mercên Rêbertî
bikaribe pirsgirêkê çarser bike bê dayîn. Rêbertî ev yek bi xwe jî aniye ser
ziman. Tengavbûna dewleta Tirk li hemberî berxwedana
Rêber Apo, gerîlayên azadiyê, gelê Kurd û dostên Kurdan wan ber bi van gotina
ve birin.
Kesayeta
Komara Tirkiyê li ser bingehê şerê taybet û şerê derûnî hatiye avakirin. Bi
rêya derewan tiştên neyî wek heyî dayîna îda kirin karê wane. Ev 44 mehin ti
hevdîtinek bi Rêbertî re ne hatiye kirin, piştî 44 mehan hevdîtina bi Rêbertî
re hatî kirin, ne kêrhatina dewleta Tirk bû. Ev hevdîtin di encama têkoşîna
Rêbertî, gerîlayên azadiyê, gelê Kurd û dostên Kurdan de hat pêkanîn. Ji derveyî
vê hevdîtinê ti hevdîtin din bi Rêbertî re ne hatiye pêkanîn, ger hevdîtinek
din hatiban pêkanîn wê Rêbertî qala wê bikiriba. Dewleta Tirk ji derve û hindir
de gelek teng bûye. Di civîna ewlekariyê ya 30’ê Cotmeha 2014’an de hatî
pêkanîn, biryar û plansaziya çokdanîna gelê Kurd û tevgera azadiyê da. Di 24’ê
Tirmeha 2014’an salvegera peymana Lozanê de ev xistin meryetê. Ji wê rojê û
şûnde ji navenda Îmraliyê şerê xwe didin meşandin. Ji hindir û derve li hemberî
Rêbertî hemû hêza xwe xistin meryetê, lê plansaziya wan têkçû. Xwestin bi
tecrîda girankirî gavên Rêber Apo şûnde bi avêjin, dijberî wê Rêbertî di
berxwedana xwe de israr kir û dewleta Tirk tengav kir.
Raste
komara Tirk, komara gelê Kurd û Tirk bû. Lê piştî komara Tirkiye hat avakirin gelê
Kurd hat înkar kirin, lewra jî serhildanên gelê Kurd destpê kirin. Lê di
piratîkê de ti caran komara Tirkiyê nebûye ya gelê Kurd. Ger komar ya Kurd û
Tirkan be, çima îro êrişên Rojava û Şengalê dikin û kesên bi dengê gel hatîn
hilbijartin tên girtin? Gotinê tên kirin bingehê lîstokên şerê taybete. Gelê
Kurd gotiye Rêber Apo ji bo me navnîşane. Berê Gelê Kurd wê li Rêber Apo û gavê
piratîkî be.
Tekîn
Karker
0 Yorumlar