Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê: Çalakiya li Enqerê bersivek mezin bû

 êniyên Wargeha Mexmûrê çalakiya fedayî ya li Enqereyê pîroz kirin û gotin: “Bi vê çalakiyê PKK’ê hêz û vîna ji polayî ya gerîla da nîşandan û di heman demê de ev derbeyek mezin bû ji tecrîda li ser Rêber Apo re.”

Armanc Herekol

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya fedayî ya Tabûra Nemiran a ku ji aliyê Şehîd Asya Elî (Mîne Sevjîn Alçîçek) û Şehîd Rojger Hêlîn (Alî Orek) ve di 23’yê Cotmehê de li Enqereyê pêkanîbûn bi dil û can pîroz kirin.

‘Bi vê çalakiyê diyar bû kî têk çûye’

Şêniya bi navê Bêrîvan Îşlek di destpêka axaftinên xwe de şehîdên çalakiya fedayî ya li Enqereyê Şehîd Aysa û Rojger bi bîr anî û got: “Ez wek jinek, çalakiya Şehîd Aysa û Rojger pîroz dikim. Em bejna xwe li ber ked, heybet û hêza wan şehîdan ditewînin. Heta ku fedayiyên wek Şehîd Asya û Rojger hebin, wê hertim serkeftin bibe ya rêxistina me. Di van geşedanên dawî de xuya dibe ku dijmin çiqas bê hêz maye. Dijmin dixwaze bi rijandina xwîna zarokên Kurdan, xwe li ser lingan bigire. Bi qirkirina xwezaya me, kuştina zarok û jinên Kurdan em tune nabin û dijmin ti caran sernakeve. Roj û demê çalakiya li Enqereyê xwedî girîngiyek stratejîke. Di pêvajoya ku dewleta Tirk digot, rêxistina PKK’ê tune buye û hatiye tasfiyekirin, ev çalakî çêbû û diyar bu ku kî têk çûye û kî tasfiye bûye.”

‘Mohra xwe li dîrokê xistin’

Bêrîvan Îşlek di nav axaftinên xwe de qala girîngiya wextê çalakiyê kir û bibîrxist ku çalakiya fedayî di heyva ku avakirina artêşbûna jin de hatiye çêkirin û wiha pêde çû: “Dem û roja vê çalakiyê bersivek dîrokî bû ji dagirkeran re. Çalakî di salvegera şahadeta Şehîd Bêrîtan de pêkhat. Ev çalakî ji bo gelê Kurd gelek pîroz û gîrîng bû. Navenda ku çalakî lê hatî kirin, navenda amûrên qetilkirina zarokên Kurdan bû. Li wê navendê balafirên ku bi zarokên me qetildikirin, çêdikirin. Ev derbeyek mezin bû ji dewletê re. Vê çalakiyê mohra xwe li dîrokê xist. Di çalakiyê de hevalek jin û yek jî xurt cih digirt, di vir de ruhê hevaltiya rast ku Rêbertî behs dike diyar bû. Em carek din bejna xwe li ber ked û berxwedana wan şehîdên nemir de ditewînin û çalakiya wan bi dil û can pîroz dikin.”

‘Çalakiya li Enqereyê bersivek mezin bû’

Her wiha li ser heman mijarê şêniyê bi navê Rûbar Spîndarokî jî axivî û di serî de tevahî şehîdên Tebûra Nemiran bi minnet bibîr anî û wiha axivî: “Ev çar salbûn me bi ti dengê Rêbertî negirtibû. Em bi silavên ku Rêbertî rêkirî gelek kêfxweş bûn. Ev pêvajo ji bo gel û Rêbertî pir girînge. Rêbertî bi xwe jî gotye, tecrîd berdewame. Şerê ku tê meşandin gihiştiye lutkeya mezin. Bahçelî beriya çalakiya li Enqereyê got, PKK têkçûye, lê Şehîd Asya û Rojger bi çalakiya li Enqereyê dan nîşan ku ne PKK, dewlet tasfiye bûye û têkçûye. Êdî gelê Kurd nayê xapandin. Felsefeya Rêbertî li cîhanê belav bûye û êdî gelên cîhanê xwedî li Rêbertî derdikevin. Ger pêvajoyek bê destpêkirin, divê destpêkê tecrîd rabe!”

‘Planek qirêj heye’

Rûbar Spîndarok herî dawî anî ser ziman ku niha li Tirkiyeyê planek heye û dixwazin carek din Kurdan qir bikin û wiha behsa wê planê kir: “Qaşo pêvajoyek tê nîqaşkirin. Ev yek ne raste û plane. Bêhna aştiyê ji vê pêvajoyê nayê, planek qirêj heye. Mûxatabê her tiştî Rêber Apo ye. Gelê Kurd nêzîkî aştiyê ye. Felsefeya Rêbertî ji bo me ilm, rêbaz û fermane. Divê herkes wiha bizane û wisa pêvajoyê binirxîne.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar