Ji
bo dilek têkoşevan temen ne gîrînge, têkoşîna wî çiqaz mezin be wê rûmeta wî jî
ewqaz bi wate, bi nirx û bi hêztir be. Heval Serhat jî xwedî kesayetek wihabû. Temenê
wî biçûk bû, lê xwedî dilek mezin û bi wêrek bû. Abdurehman Tunç ango Serhat di
sala 1975’an de li gundê Mijîn a ser bi Qilaban ve di nav malbatek welatparêz
de çavên xwe li cîhanê vedike û di nav dar û kaniyên xwezaya Mijîn’ê de kêlî bi
kêlî bi girêdanbûna ax û çanda xwe re mezin dibe. Rêheval Serhat xwedî
kesayetek zane, zîrek û fedekar bû. Di temenê xwe yê ciwanî de ew ferasata
zilamtiyê ku karê malê ne karê zilamaye derbaskiribû û xwedî hişmendiya ku tenê
jin karê malê nakin, divê zilam jî karê malê bikin li ser vê zanebûnê di malê
de çi kar hebûya dikir û di her mijarê de alîkariya dayîka xwe dikir. Rêheval
Serhat xwedî berpirsiyartî bû. Bi kedek mezin hemû berpirsiyartiya malê dabû
ser milê xwe û ji bo debara malê karê şivantiyê dikir. Rêheval Serhat guhdarvanek
bû, bi sebrek mezin û bi dilnizmî dikaribû her kesekî guhdar bikriba. Xwedî
hestê welatparêzî bû, ji ber vê yekê jî dema ku hevalan ango kesên mîlîstî
dikir didît, ji bo wan çi kar pêwîstbû dikir û her tim bi bavê xwe re ji bo
gerîlayên welatê xwe erzaq dibirin. Rojek leşker têne gund û ji ciwanên gund re
dibijin, ‘ji bo qereqola me dara bîbin.’ Rêheval Serhat bi cesaretek mezin
nerazîbûn dide nîşandan û dibije, ‘ez ji were ti daran nabim.’ Li ser vê gotina Heval Serhat leşker lêdidin.
Lê Heval Serhat li beranberî vê zilmê gav başde navêje û dibije, ‘hûn çi dikin
bikin, dixwazin min bikujin jî, ezê ti carê ji bo leşkeran ti xizmetê nekim.’
Ev helwest û wêrektiya Rêheval Serhat, dibe mînakek di nav gundê Mijînê de. Ev
neheqiya ku leşkerên Tirk dikirin bibû kînek di nav dilê Rêheval Serhat de,
nikaribû van neheqiyan qebûl bike. Bîryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe û
di çiyayên azad de evîna xwe ya ji bo welatê xwe bi têkoşînîke bê hempa tacîdar
bike. Di sala 1988’an de berê xwe dide çiyayên azad. Ji ber temenê wî yê biçûk,
heval dixwazin wiya vegerînîn malê. Lê heval Serhat helwesata xwe dide diyar
kirin û dibêje, ‘ez navegerim çawa ku hûn ji bo welatê xwe têdikoşîn, ez jî
weke zarokek gelê Kurd di van çiyayan de ji bo welatê xwe têbikoşim. Belê evîn
heskirina welat, ax û heqîqetêye. Rêheval Serhat jî li ser vê rastiyê bibû
gerîlayek biçûk. Heval Serhat li ser her lutkeyên çiyayên welatê xwe, ji bo doza
welatê xwe, di esasê rastiya heqîqetê de têdikoşiya. Rêhevl Serhat di demek kin
de xwe di bîrdoziya Rêbertî de pêşdixe û dibe xwedî kesayetek çalak û xuluqkar.
Bi fedekarî di her karekî de cih digre, erkên xwe yê şoreşgerî pêktîne. Ew bibû
îfadeya jiyanek rast. Heskirina Rêheval Serhat bibû evînek di nav dilê her
hevalek wî yê dozê de. Piştê ku Rêheval Serhat tevlî nava refên gerîla dibe, dijmin
hemû rojan êrişî gund û malbata wî dikin. Ev yek kîn û nefreta Rêheval Serhat
ya li hemberî dijmin mezintir dike û têkoşîna wî bihêztir dike. Vê têkoşîna xwe
ya bê hempa bi ruhê xwe yê fedayîtî re tacîdardike. Ev
ruhê fedayîtî dibe çîrokek li ser zimanê dayîk, zarok, jin û ciwanan. Dibe rûpelek
ji rûpelên dîrokê. Rêheval Serhat ji hest û duayên dayîkan gelek bawer
dikir. Dema dayîka xwe dibîne dibêje, ‘dayê ji me re dua bike ku em bigihijin
armanca xwe.’ Ji ber ku duayên dayîkan tên qebûlkirin. Ev yek girêdanbûna wî ya
bi jinê re dida diyarkirin. Rêheval Serhat ku di her erkekî de bi xwestek û bi
fedayî tevlî dibû, di sala 1992’an de li Beşebab ê, bi sê hevalên xwe re dema
diçin kar di rê de dikeve kemînê û heta guleya xwe ya dawiyê şerdikin û bi
hersê hevalên xwe re tevlî karwanên nemiran dibin.
0 Yorumlar