Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya li Mexmûrê bi koma 94’an didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 477’an û bi koma 94’an de bi biryardariyek mezin didome.

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji 20’ê Tîrmeha 2023’a ve ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 94’an û di roja 477’an de bi biryardariyek mezin berdewan dike.

Merasîma dewirgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi amadebûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 93’an Arjîn Urper daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye: “Em wek xwendevanên Wargeha Mexmûrê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar dikin. Bi armanca qirkirina gelê Kurd, Rêber Apo dîlgirtin. Wisa dihizirîn ku wê bi girtina Rêber Apo re gelê Kurd tune bikin. Lê plana ku wan armanc dikir, bi saya Rêber Apo têk çû. Fikrên Rêber Apo ew qas mezin bûn ku planên wan têk bir. Hêzên emperyalîst naxwazin Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. Em wek xwendevan, jin û ciwanên wargehê heta dawiyê dê li pey doza Rêberê xwe biçin. Wê serkeftin bibe ya me. Heta ku em dawî li tecrîdê neynin, emê dest ji çalakiyên xwe bernadin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî dewrî koma 94’an hate kirin û dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar