Komîta Tendirustiyê ya wargeha penaberan ya Mexmûrê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Komîteya Tendirustiyê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferz kirin daxuyanî da.
Daxuyanî li ber avahiya Mala Gel a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê hat destpê kirin. Piştî rêzgirtinê Endama Tendirustiya Mexmûrê Şîrîn Kara daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Wek tê zanîn ev 26 salin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyên hêzên hegemon ên navdewletî ve hatiye dîlgirtin. Bi taybetî dewleta Tirk a faşîst di nava van 26 salan de pêşengî ji tecrîdê re kiriye û Rêbertiya me ji hemû mafên mirovan bêpar dihêle.
Dewleta Tirk ketiye tengasiyê û dizane rêya çarseriyê Rêberê Gelê Kurde. Lê dîsa jî lîstokên qirêj dilîze. Li ser vî bingehê bi berxwedan gelê Kurd piştî 44 heyvan hevdîtina malbatî bi Rêbertî re hat çêkirin. Lê cardin jî tecrîda li ser Rêberî tê meşandin. Rêbertî di vê hevdîtinê de planên dewleta Tirk têkbir. Piştî vê hevdîtinê cardin cezayê dispilîn û qedexeya hevdîtin li ser Rêbertî ferz dikin. Em wek gel bazariyên li ser Rêberiya xwe napejirînin. Rêya çarseriyê tenê Îmraliye. Dewleta Tirk ji dîrokê heta niha êrişî destkeftiyên gelê Kurd dike. Em nayên xapandin, em êrişên li ser Rojava, Şengal û Herêmên Parastin Medya yê şermezar dikin. Emê wek komîta tendirustî heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.
0 Yorumlar