FEDAYÎTÎ ÇIYE?
Bersivên
Gel;
-Xwe dayîne.
-Bêhesab
jiyankirine.
-Fikirîna civakê
ye.
-Rastiyekî pîroze.
-Xisleteke ku bi
bawerî û zanebûnê ve girêdayî ye.
-Gihîştina heqîqetê
ye.
-Ji xwe derketin û
bûyîna malê giştî civakê ye.
-Xwe kuştin nîne,
bi xwe re avakirina jiyanê ye.
-Xwe çar çar
birêxistinkirine.
Fedayîtî wek peyv
Erebiye û ji bo kesên nirxparêz tê bikaranîn. Yanî ji bo nirx parastinê xwe
xistina rîsk û xetereyê tê bikaranîn. Wek peyv zêdetir îro fedayîtî rastî û
wateyekê pir cuda di nava xwe de dihewîne. Di dîrokê de fedayîtî dibe ku wek
peyv û pênase nû be, lê wek rastî û hişmendî heta destpêka mirovahiyê diçe.
Lewma em dikarin bêjin mirovahî li ser fedayîtî avabûye, lê ji her tiştê ku
hatiye kirin jî wek fedayîtî nikarin bigirin dest.
Fedayîtî hişmendiyeke civakîbûnê ye û ji
civakparêzî derketiye. Di serdema civaka xwezayî de hişmendiya klanan li ser
esasê ji bo hevdu jiyankirinê hatiye avakirin. Lewma ferdekê klanê ji bo
ewlekarî, tendûristî û jiyana klanê dikarîbû xwe feda bike, klan jî dikarîbû ji
bo jiyan, ewlekarî û tendûristiya ferdekê/î xwe feda bike. Lewre ji bo di
xwezayê de ser piyan bimînin pêwîstiya her kesî bi hevdu heye. Herkes jî di vê
zanabûnê de ye, ji ber vê ti kes bi hesabekê kesî an jî bi hişmendiyek ezezî
tevnagere. Herkes difikire ku ji bo jiyanê dikarê zêdetir çi bike û jiyan li
ser her tiştî dihat girtin. Lewma di jiyanê de her tişt asta pîroz dihat dîtin.
Fedayîtî ew rastiya ku civakê afirandiye ye.
Di dîrokê de bi hezaran mînakên xwe fedakirinê hene. Di hemûyan de jî mirov
temaşe dike yek kêlî xwe fikirîn nîne, mîsqalek hesabê kesî nîne. Mînaka
Hûmbaba heta Jan Dark a Fransî bigirin, fedayiyên Hasan Sabah, yên ji bo ol,
bawerî, netew, civak û zanîst pêşbikeve canê xwe dane, hemû jî bi fikra xwe
fedakirinê jiyana xwe ji dest dane. Têkoşîna sosyalîzmê jî tê de dîrok bi lehengiyan
hatiye nivîsandin.
Dema mijar dibe fedayîtî yekser xwekuştin
tê bîra mirov. Ev nêrînek şaşe. Ya yekemîn kesên ku xwe feda dikin xwe nakujin,
bi canê xwe nirxên nû dafirînin. Ji ber ku wek rêbaz dervayî canê xwe dayînê ti
derfet namîne, xwe feda dikin. Nexwe wiha derfetek cuda hebe çima mirov xwe
bikuje? Bikaranîna vê rêbazê, wisa hêsan nîne. Ji bo ku mirov têgihîştina
pêwîstiya vê rêbazê de be, xisletek pir bi bawer û pir zana dixwaze. Mirov
dikare wek hevala Zîlan di kêliyekê de jî têbigihîje dikare bi salan jî
tênegihîje. Lewre ev yek girêdayî kêlî û kese. Kesekê ku di ferqa kêliyê de be
û xwe derbas kiribe dikare bibe fedayî. Nexwe gihîştina biryardariyek wiha
zehmete. Ya din jî em fedayîtî tenê bi çalakiyên xwe kuştinê nikarin bigirin
dest. Heger mirov di ferqa rastiya heyî de be û li gorî wê rast jiyan bike û
têkoşîn bike ew jî bi jiyana xwe, kiryarên xwe fedayîtî ye. Ji ber vê wek
fedayiyan jiyan kirin jiyana herî zehmete û hişmendiyek pir xurt dixwaze. Di
dîrokê de em vê yekê di kesayeta Rêberan de dibînin. Hemû jiyana wan bi jiyana
civakê ve girêdayî ye. Her kêliya wan têr û tijî û pîroze.
Rêbertî dema dibêje, “jiyan nirxê herî
pîroze” armanc û fedayîtî ji bo çi tê kirin diyar dike. Rêbertî dibêje; “her
tişt di bingeha hîn bê emantir xwe fedakirinê de ye. Her tişt ji bo nirx li ser
nirxan zêde kirine ye. Di her derê de xwe jiyankirin dibe, lê di nav PKK’ê de
nabe. Di me de sedî sed xwe fedakirin heye. Di PKK’ê de tenê canê xwe dayîn têrê
nake, di PKK’ê de serkeftinê bidest xistin yekane rêya rizgariyê ye. Rizgarî jî,
we jî, ji min vê dixwaze. Zagona jiyana PKK’ê eve.”
PKK partiya fedayiyane. Fedayiyên ku li
Enqere bi çalakiyên xwe serkeftin bidestxistine nîşaneyê vê ne. Di kesayeta
Asya û Rojgeran de rastiya fedayîtî jiyana azad avakirinê didomîne…
0 Yorumlar