Êrişên dewleta Tirk Tirk a dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dikin, dewleta dagirker bê ku bêje ev zarok, jin û kale, hemû sivîlan dike hedef û bi taybet jî cihê xizmetguzariyê bombebaran dike.
Têkildarî vê mijarê şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn û banga xwedî derketinê li Rojavayê Kurdistanê kirin.
‘Em mirovên mafdarin’
Dayîka Qudret Pîranî di destpêka axaftinên xwe de bêdengiya dewletan ya li beranberî êrişên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û wiha peyîvî: “Li Rojava jin û zarok tên kuştin û dewlet li beranberî wan bêdengin, ez vê şermezar dikim. Çima dema Îsraîl li Filistînê dide, her kes dibêjin zarok û jinên wan tên kuştin, çima ji Kurdan re wisa nabêjin? Çima dema Kurdên me tên kuştin nabêjin ew jî zarok û jinin? Ji bo vê pêwîste gelê Kurd yê her çar parçeyê Kurdistanê çi dibe bila bibe, divê destê xwe bidin hev û li hemberî van êrişan rabin ser xwe. Çima ev dewlet ji bo me bêdengin? Mafê mirovan li kuderê ye? Her roj zarok û jinên Kurdan dikujin. Em mirovên mafdar û mazlumin daxwaza doz, welat û nasnameya xwe dikin, em naxwazin heta hetayê bibin koleyê dewleta Tirk, em dixwazin wekî mirovan bijîn. Ev 30 salin em di van wargehan de bê nasname ne, çima dewlet bêdengin?”
‘Me bi saya Rêber Apo xwe naskir’
Qudret Pîranî bi van gotina dawî li axaftinên xwe anî: “Wek dibêjin 125 pêxember rabûne, raste Xudê em anîn dinyayê lê Serokatî em bi çav, guh û ziman kirin. Berê me ne dizanî em hene yan jî nînin, zilamek bihatiba mal de me xwe dixist pişt derî de, me digot bila me nebine, lê niha bi saya Serokatî me hebûn xwe naskir û her kes wek heve. Wek gotina ku dibêjin ‘şêr şêre çi jine, çi mêre’ di vir de ne ferqa jinan heye û ne jî ferqa mêran heye.”
‘Kurdan tine di hesibînin’
Her wîha ciwanê bi navê Diyar Pîranî jî di derbarê heman mijarêrê de axivî û destpêkê hemû gerîlayên azadiya Kurdistanê silav kir û wiha got: “Çalakiya li Enqerê pêkhatî, bersiva herî mezin ya ji bo gotinên Bahçelî bû. Em bi şahadeta her du hevalan gelek xemîgin, lê ev şahadet nabe para herkesê. Ti eleqeya Rojavayê Kurdistanê bi vê çalakiyê re tine ye. Lê piştî vê çalakiyê dewleta Tirk hefteyekê bê navaber êrişî hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê kir. Di heman demê de jî Rêbertî gotiye tecrîd berdewam dike, divê em têkoşîna xwe ya li hemberî tecrîdê bilindtir bikin. Pêwîste gelê me li hemberî êrişên li ser Rojava bêdeng nemînin, îro zarok û jinên Rojavayê Kurdistanê tên qetil kirin. Herkes li hemberî van êrişan bêdengin, ji ber ku yên tên qetil kirin Kurdin. Kurdan tine di hesibînin. Cîhan bigiştî jî dizanin hebûnek ya me ya Kurdîtiyê, ziman û çandek ya me ya serbixwe heye. Ez bang li tevahî ciwanên Kurdan dikim li Rêbertî û Kurd bûna xwe xwedî derbikevin.”
‘Êrişên heyî zêdetir dike’
Cîhan Mijînî jî derbarê heman mijarê de axivî û ji malbatên şehîdên Rojavayê Kurdistanê re sersaxî xwest û wiha got: “Ji destpêka şoreşa me heta niha li ser gelê me êrişên ne mirovane tên kirin. Di demên dawî de jî êrişên hovane li ser Rojavayê Kurdistan, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê didin pêkanîn. Herî dawî jî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê li ser gelê medenî zêde kiriye. Ev êriş jî, bê hêzbûna dijmin dide diyarkirin. Dewletên ku li ser jin û zarokan êrişê pêktîne, dewletên bê hêz û tirsonekin. Divê ev yek neyê qebûl kirin, pêwîste saziyên mafê mirovan li hemberî van êrişan bibin xwedî helwest. Lê mixabin rûxmê ewqas êriş li ser Rojava û Şengalê pêkhatin jî, kesê dengê xwe dernexist. Bêdengiya li hemberî van êrişan, êrişên heyî zêdetir dike.”
Cîhan Mijînî di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên mafê mirovan kir û wiha axivî: “Em bang li tevahî saziyên mafê mirovan û kesên ku ji bo mafê mirovan kar dikin dikîn ku li hemberî van êrişan demildest, dest bi xebatê bikin.”
0 Yorumlar