Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Yek muxatebê pirsgirêka Kurd heye ew jî Rêber Apo ye’

Şêniyên Wargeha Mexmûrê bi agahî girtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya piştî 44 mehan, kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew naxwazin bi vê hevdîtinê re sînordar bimîne û banga xwe rêxistinkirinê li gelê Kurd kirin.


Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 44 mehan di 23’ê Cotmehê de li gel biraziyê xwe Omer Ocalan hevdîtin pêkanî. Di vê hevdîtinê de Rêber Ocalan peyamên girîng da û got: “Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkim ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim.” Têkildarî vê peyama Rêbertî, şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji Rojnews re axivîn.

‘Yekîtî pêwîste’

Mamoste Qîmet Tûnc di axaftinên xwe de kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina li gel Rêber Apo hatî kirin anî ziman û wiha peyîvî: “Ev 44 meh bû me bi ti awayî agahî ji Rêbertî nedigirt, herî dawî me di 23’ê Cotmehê de agahî ji Rêbertî girt, bi vê hevdîtinê em gelek kêfxweş bûn. Helbet em naxwazin ev hevdîtin bibe ya dawî, em dixwazin bi fîzîkî azad bibe. Em dibînin di her alî de êriş li ser Rojava, Başûr û Şengal hene, divê em nekevin bin bandora ku wê di vê rewşê de aştiyek çêbibe. Ji ber ku li aliyekê bang li Rêbertî dikin ku bi hev re li ser pirsgirêka Kurd baxivin û li aliyê din jî êrişan didomînin, ev hemû propaganda ye. Divê her kesê ku dibêje ez xwedî wijdanim, li beranberî van êrişan rabin ser xwe. Êdî bawerî û yekîtî pêwîste. Ma emê heta kengê bêne kuştin? Li beranberî van êrişên hovane wek jin tişta ku dikeve li ser milê me wek meş, daxuyanî û hwd yên ku em dikin helbet ne têrkere, ji bo wê jî divê cîhan hemû piştgiriya me bikin da ku em bikaribin li beranberî van êrişan hîn zêdetir dengên xwe derbixînin.”

‘Tirkiye tengav bûye’

Di dewama axaftina xwe de Qîmet Tûnc da zanîn banga ku Tirkiye li Rêbertî û gelê Kurd dike hemû siyasete û got: “Ji ber ku Tirkiye tengav bûye, ji bo ku xwe rizgar bike vê bangê dike. Em ji vê banga Tirkiye bawer nakin, ji ber ku di aliyekê de Rêbertî dibin tecrîdek giran de ye û li aliyekê din jî gerîlayên me di zindanan de di êşkenceyên giran re derbaz dibin. Gelek kesayetên ku bikaribin siyasetê bikin jî di wan zindanan de ne, heta ku ev kes neyên rizgarkirin, em bawer nakin ku Kurdîniyek rast pêkwere. Banga min ji bo tevahî gelê Kurd ewe ku xwe rêxistin bikin û li hemberî van şeran seknek mezin raber bikin, her wiha ji bo Rêbertî çi pêwîst bike divê em hemû bi hev re bibin xwedî helwestek xurt.”

‘Wê bi têkoşînê bigihije armanca xwe’

Welatiyê bi navê Qedrî Şirîşeyî jî têkildarî hevdîtina Rêbertî ya ku bi malbatê re hatî kirin axivî û got: “Hevdîtina bi Rêbertî re encama têkoşîna gelê me û tevgera azadiya Kurdistanê ye. Di serî de têkoşîna Rêber Apo bixwe ye. Ev 44 mehe cara yekemîne ku dengek ji Rêbertî tê bihîstin, ev ji bo gel û gerîlayên me her wiha ji bo mirovahiya pêşverû kêfxweşiyeke. Helbet ev nayê wê wateyê ku tecrîd hatiye şikandin. Me ji peyama Rêbertî bixwe jî bihîstiye, tecrîd bi awayekî herî giran tê meşandin û tê berdewamkirin. Ya herî girîng jî ewe ku ev pêvajo wê bi têkoşînê bigihije armanca xwe. Dewlet dixwaze vê pêvajoyê veguherîne pêvajoyekî ku çawan gelê me bixapîne. Em civaka Kurd a welatparêz bi xeta Rêbertî ve girêdayîne, lê li vê derê tişta ku me aciz dike derdorên cûda derdikevin ser dikê û dibêjin em jî muhatabê vê pirsgirêkêne. Gelo ev heta niha li kûderê bûn? Vana çi kirine û pratika vana çiye? Ev yek ji aliyê gelê me ve baş tê zanîn, têkoşîna ku ji aliyê Rêbertiya me ve 51 salin tê berdewamkirin encamên wêne.”

Qedrî Şirîşeyî bal kişand li ser muxatebê pirsgirêka Kurd û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ji bo vê pirsgirêka ku sed salin tê berdewam kirin, yek muxateb heye, ew jî Rêber Apo ye. Em bi hemû hêza xwe ve wek tevger û wek gelên Kurdistanê li pişt gotina Rêber Apo ne. Tecrîd di asta herî jor de tê berdewamkirin, ji bo wê jî tê xwestin em têkoşîna xwe hîn xurtir bikin.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar