Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Derfetên jiyanê dest neda, ez bibim hunermend’

Dayê Xezal Çaldiran ku niha li Wargeha Mexmûrê dijî, diyar kir ku bi gotina stranan êş, hesret û xemên xwe tîne ser ziman û wiha got: “Piştî ez zewicîm ez derbazî Rojhilat bûm, li Rojhilat min gelek êş kişand, ji ber wê jî neçar mam ku penaber bibim.”


Hestên dayikên me mîna hunerê ji hûnandinê hez dike. Di her êş, bêrîkirin, berxwedan û xemê de wek ristekê li ser rûyê dayikên me bedewiyê di afirînin û di nava lêvên wan de dibin dengbêjiyek yê vê axê û diherike nava dilê dîroka mirovahiyê. Di her herîkînê de deryayekê tejî dikin ji rondikan.

Yek ji van dayikan jî dayê Xezal Çaldiran ku di nava xweliya penabertî û êşa bêrikirina welatê xwe de bi gotina stranên Kurdî êşa xwe sivik dike û wiha qala girîngiya hunerê ji ajansa me re dike.

‘Maf ji bo me nedihat dayîn’

Dayê Xezal li Çaldiranê jidayik dibe û zarokatiya xwe li wir derbaz dike. Di zarokatiya xwe de li gel zilamek yê Rojhilatê Kurdistanê dizewice. Piştî demekê ji ber êrişên rejîma Îranê û zilma hevjînê xwe li gel her pênç zarokên xwe derbazî Başûrê Kurdistanê dibe. Li Başûrê Kurdistanê jî li gel zilamek yê penaberê siyasî yên wargeha Mexmûrê re dizewice. Ev 27 salin li Mexmûrê dijî. Bi hezar zorî û zehmetiyên jiyanê re rûbirû dimîne. Êş û kedara jiyan kirî di her gotinek ya wê de li ser rûyê wê xwe dide der û wiha jiyana xwe vedibêje: “Di malbata me de gelek hunermendên navadar hene, ez jî di nava wan hunermendan de mezin bûm. Lê wek kes min tu caran stran nedigot. Ji ber ku ez jin bûm ev maf ji bo me nedihat dayîn. Piştî ez zewicîm ez derbazî Rojhilatê Kurdistanê bûm. Li Rojhilat min gelek êş kişandin. Ji ber wê jî neçar mam ku penaber bibim. Piştî penabertiyê jî derfetên jiyana min dest neda ku ez stranan bibêjim.”

‘Ew hêvî di dilê min de ye’

Xezal Çaldiran di berdewama axaftinên xwe de destnîşan kir ku piştî ku ew li wargehê bicih dibin, hinek din jiyana wan dikeve rêkûpêkiyê. Ji bo wê jî car caran di nava derdor û cîranên xwe de dest bi gotina stranan dike û wiha pêde çû: “Min di nava tu perwerde yan jî xebatên hunerî de cih negirtiye. Ez li ser daxwaza kesên derdora xwe stranên têkildarî bêrîkirin, êş, berxwedan û jiyana rojane vedibêjim. Herî dawî jî li ser daxwaza neviyên xwe li ser platformên medyaya dîjîtal, min dest bi gotina stranan kiriye. Ev yek jî min û neviyên min kêfxweş dike. Ez dixwazim li ser platformên medyaya dîjîtal çanda dengbêjiyê ya gelê Kurd bi cîhanê bidim naskirin. Berê derfetên jiyana min dest nedida ku ez xwe di aliyê hunerê de pêş bixim. Lê niha ez dixwazim di aliyê gotina stranên Kurdî de xwe pêşbixim û bibim yek ji hunermendên Kurd. Her cara ku ez stranan dibêjim, çavên min tejî rondik dibin. Ji ber ku min gelek zorî, zehmetî, hejarî û nexweşî dîtiye. Yek ji xeyalên min ew bû ku ez rojekê Serok bibînim lê min nedît, hîn jî ew hêvî di dilê min de ye.”

‘Em ji wan netirsane û em natirsin’

Dayê Xezal di dawiya gotinên xwe de balkişand li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser wargehê û wiha got: “Ev demek dirêje em di nava wargeha penaberên siyasî de dijîn. Jiyana me di wargehê de gelek xweşe, lê dewleta Tirk her car bi hincetek cuda êrişî me dike; zarok, jin û gelê me qetil dike. Ji ber ku em serê xwe li ber kesê xwar nakin, van êrişan li ser me pêktînin. Emê heta dawiya jiyana xwe, li hemberî hemû êrişan li berxwe bidin û em radestî tu kesî nabin. Dixwazin me bi van êrişan bi tirsînin, em ji wan netirsane û em natirsin jî.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar