Ticker

10/recent/ticker-posts

HESKIRINA JIYANÊ



Ciwanek ku armancek daye jiyana xwe û bi hezkirin dijî, hêzeke ku pêşîgirtina wê nîne. Ji ber vê yekê di modernîteya kapîtalîst de gelek lîstok li ser ciwanan tên meşandin. Armancekî sereke ya şerê taybet ku dijminê dagirker li ser ciwanên Kurd dimeşîne ewe ku dixwaze wan ji jiyana bi rûmet, jiyanek bi hezkirin dûrbixe. Tam berovajî vê, dixwazin ciwanan wisa pêşbixin ku wate û armanca jiyana wan nîne. Her ciwanek Kurd ku dikeve ferqa xwe, dikeve ferqa dagirkeriya li ser welatê xwe, wê fêhm bike ku jiyana hêjayî hezkirinêye, tenê bi têkoşîna li dijî dagirkeriyê gengaz e.

Bi hezaran ciwanên Kurd vê yekê fêhm kirin, di lêgerîna hezkirina rast de bi têkoşîna azadiya Kurdistanê re bûn yek û bûn hevalên Rêber Apo. Pîvana girîng ji bo wan ne ewbû ku wê çend sal jiyan bikin, ya girîng ew bû ku çiqas jiyana wan bi wate ye. Çiqas wan jiyana xwe bi hezkirin afirandin.

'Ji bo jiyanê îdiaya min gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jiyanek bi rûmet û çalakiyeke mezin. Ji bo ku ez ji jiyan û mirovan pir hezdikim, ez vê çalakiyê pêktînim.'  Şehîd Zîlan di nameya xwe de hezkirina xwe wisa tîne ser ziman.

Îro dema em Şehîd Zîlan bi bîr tînin, taybet di salvegera çalakiya wê de, em Şehîd Zîlan weke xwedawenda xwe dibinin, ev ji bê gûman rast e. Lê belê li kêleka vê yekê jî pêwîste em ji bîr nakin ku Şehîd Zîlan berî ku bibe xwedawenda me jinek ciwan bû, ciwaneke Kurd ya ku dagirkerî qebûl nedikir. Ciwaneke wekî min û te bû. Tenê dema ku em vê yekê bibînin em dikarin ji xwe bipirsin, ka min çiqas armanc daye jiyana xwe? Ez çiqas ji jiyanê hezdikim? Min ne qebulkirina dagirkeriyê çiqas zivirandiye çalakbûyînê. Min qêrîna azadiyê ya Şehîd Zîlan çiqas bersiv da?

Potansiyela Zîlanbûyînê di her ciwanekê de veşartiye. Di encamê de Şehîd Zîlan mînaka ciwantiya herî zelal e. Bi çalakiya xwe ya bê dûdilî berteka herî tûnd nîşandaye, xwe kir mertal li pêşiya Rêber Apo û civaka xwe.  Bersiva hewldana komploya dijminê xwînxwar ya li hemberî Rêber Apo ji milê Şehîd Zîlan wisa hat dayîn ku pergala dijmin hejand. Dijminê gelê Kurd bawer dikirin ku wê rojekê bikaribin serê gelê Kurd bitewînin, lê Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe bersiva herî zelal da.

Rêber Apo piştre got 'Zîlan ne kesek e, xetek bîrdozî, polîtîk, rêxistinî û çalakgerî ye.'

Li ser vê xeta Zîlan bi hezaran bi rê ketin, bûn şopdarên Zîlanan. Bi hêza ku mînaka Şehîd Zîlan dayî me, Erdalan, Rojhatan, Sarayan, Rûkenan û Serxwebûnan xwe bi vê xetê re kirin yek û bûn berteka herî tûnd ya civaka xwe.

Dema ku em li roja me ya îro binêrin, emê êrişên topyekun yên li tevahiya Kurdistanê, berxwedana bê hempa ya ku li Îmralî pêk tê û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku her roj peyama Zîlan tînin bîra dijmin bibînin. Dema em li wan dinêrin pir zelal xuyaye ku em di keliyên wisa de jiyan dikin ku her yek ji me pêwiste potansiyela ciwantiya xwe derbixe holê. Di wan keliyên dîrokî de hîn zêdetir her yek ji me dikare ferqek mezin avabike. Her çiqas em jiyana ku dijminê dagirker ji bo me dixwaze red dikin û vê yekê dizivirînin çalakiyê, hezkirina jiyanê tercîh dikin, ciwantiya xwe didin nîşan kirin, ewqas emê bibin layîqê xwedawenda xwe Şehîd Zîlan.

Baran Mawa

Yorum Gönder

0 Yorumlar