Emê vê carê behsa zarokek têkoşînvan û pêşeng bikin. 49 sal berya niha, qehremaniya vî zarokî li ser rûpelên zimanê dîrokê bi hevokên zêrîn hate neqiş kirin. Ev qehraman di nav lutkeyên çiyayên azad de derdiket, ber bi guhên mirovan ve rêwîtî dikir û dibû evînek di nav dilên her mirovekî ku li pey xwebûna xwe bû. Navê vî zarokî Mustefa Unver ango Musa bû ku di sala 1995’ an de li gundê Nêrweh Qilaban di nav malbatek welatparêz de ku her tim di nava têkoşîn û berxwedaniya Kurdewarî de cihê xwe girtiye çevên xwe li cîhanê vedike. Rêheval Musa zarokê malê ya yekem bû. Ji ber vê yekê jî her ku mezin bibûya wê berpirsayariya jiyanê jî rakiribûya. Rêheval Musa di nav malbatek xwedî nirxê têkoşînê de, li ser fikir û ramanê Kurdewarî tê mezin kirin. Li gund dibistan heta sereteyî dixwîne. Heval Musa xwedî kesayetek dilnizim û jîre. Rêheval Musa bi fikirê xwe yê zane û pêşketî dikaribû her kesî li dora xwe komke û di hêla heval û civakê de tê heskirin. Rêheval Musa di nava xwişk û birayên xwe de bi kesayeta xwe diyarker bû. Heval Musa di ferqa berpirsyariya xwe ya ji bo malbatê de bû, ji bo wê jî ji bo debara malê çi kar hebûya dikir. Rêheval Musa di temenê xwe yê zarokatî û ciwantî de dibe şahidê êrişên dijmin yên li ser gelê Kurd. Dijmin li her aliyê Kurdîstanê êrişên xwe pêk tîne û bi hovîtiyek mezin gund û waran xirab dike, mal û milkên Kurdan talan dike. Li beranberî van êrişan bi dehan keç û xortên ciwan ku xilasiya ax û welatê xwe li çiyayên azad didîtin berê xwe didan çiyayên azad, beştarî nav refên gerîla dibûn. Rêheval Musa jî ji bo tola welatê xwe rake di sala 1988’an de berê xwe dide çiyayên azad. Belê ji bo bersivê bide qêrîna tolhildanê ketibû ser rêya heqîqetê. Bi gavên mezin bibû rêwiyek ji rêwiyên azadiyê. Meşa azadiyê ya heval Musa ku li gundê Nêrweh, warê serhildan û berxwedaniyê destpê kiribû li pir qadên çiya de berdawam dikir. Di demek kin de di nav zorî û zehmetiyên şer de dibe gerîlayek zîrek, bi cesaret û fedekar. Bi sekna xwe ya dilsoz û bi biryar, zû bi çiyayên azad re dibe yek û pîvanên jiyana şoreşgerî jiyanî dike. Bi van taybetmendiyên xwe ve ji bo her hevalek xwe yê dozê dibe mînakek ber bi çev. Rêheval Musa di meşa xwe ya li çiyayên Kurdistanê dibe xwedî ezmûnên mezin û di bîr û baweriya xwe de xeyala Kurdistaneke azad û serbixwe mezin dike. Bi vê hêviya mezin, hem di warê leşkerî de hem jî di warê bîrdozî de xwe pêş dixine û dibe parêzvanek heqîqeta bîrdoziya Rêbertî. Bi berpirsiyartiyek mezin karê ku dikeve ser milê wî bi cih tîne û dibe fermandarê bolûkê. Heval Musa çawa ku di her karekî xwe yê jiyanê de serkeftî dibe, di haman demê de di çalekiyên xwe yên li himber dijmin jî her tim serkeftinê bidestdixe. Rêheval Musa ji bo bibe milîtanekî fedaî yê Rêber Apo, di hemû deman de bi fedekarî tev digere. Heval Musa di vê meşa xwe ye pênc salî de bi sekna xwe, her tim dibe şopdarê Egîd û Mazluman û di sala 1993’an de li Gabarê tevlî kerwanên nemiran dibe.

0 Yorumlar