Dewreya perwerdeyê ya Akademiya Civaka Demokratîk ya Şehîd Dr. Hisên a li Wargeha Mexmûrê bi dawî bû, belgename pêşkeşî kesên tevlî dewreya perwerdeyê bûne hatin kirin.
Dewreya perwerdê ya Akademiya Civaka Demokratîk ya Şehîd Dr. Hisên ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bidawî bû.
Dewreya perwerdê ku di 5’ê Hezîramê de hatibû destpêkirin û ji 23 endamên sazî û komîteyên wargehê pêkdihat, li Mala Gel bi dayîna belgenameyan bidawî bû.
Beriya ku belgename bên dayîn, ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û piştî wê li ser wate û girîngiya perwerdeyê, ji aliyê Hevserokê Dîwana Meclisa Gel ya Wargeha Mexmûrê Elî Bilehî ve axaftin hate kirin.
Elî di destpêka axaftinên xwe de serkeftin ji tevahî kesên ku tevlî perwerdeyê bûne re xwest û got: “Em di serî de silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo û şervanên azadiyê re dişînin. Em vê perwerdeyê diyarî Rêber Apo dikin. Perwerde ji bo me şeref û keramete. Em xeyalên Şehîd Dr. Hisên pêktînin. Wê hertim armanca me perwerdekirin û pêşketin be. Kesê ku tevlî perwerdeyê bûne û kesên ku perwerde dane, xwedî heman armancê bûn. Divê em vê pergalê jiyanî bikin. Em dûbare serkeftinê ji hemû hevalan re dixwazin.”
Piştî axaftinê, belgename hatin dayîna kesên ku tevlî perwerdeyê bûne û dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo,’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.

0 Yorumlar