Ticker

10/recent/ticker-posts

DI ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ DE JIN


Şerê ku jinê negre nav xwe, ew şer li ser bingehê kolekirina jinê tê meşandin, di vê wateyê de ji şerek wiha re jî kes nikare bêje Şerê Gelê Şoreşgerî. Şerê Gelê Şoreşgerî şêweyê ku hêza leşkerî ya civakê û civak bi hevre şêweyê komînal li hemberî desthilat û dagirkeriyê dide meşandine. Li kêleka berxwedanê ji bo qewitandina dijmin serdeçûn jî mercê sereke ye. Ango her ferdek vê civakê di nava vê pêvajoyê de li gor kêrhatin, derfet û mîsyona xwe cih digre. Ew pergala ku hemû sazî û dezgahên xwe li gorî wê dide avakirin, ji bo ku civak bikaribe demdirêj li hemberî şerê tê meşandin li ber xwe bide, hemû saziyên pergalê pêwîste bi erk û mîsyona xwe rabin. Ji baskên perwerdeya bîrdozî bigre heta tenduristî, aborî, dîplomasî, çapemenê, çand û hemû beşên din bi erka xwe rabin û civakê di hemû aliyan de têrbike ku bikaribe wî şerî bi awayek topyekûn bide meşandin û bighîne serkeftinê. Gel û Netewa ku xwe bi Şerê gelê Şoreşgerî gurçupêç dike ji bo li hemberî şerê taybet, derûnî û şerên qirkirinên fîzîkî şer bike, nabe ku yek ferdê civakê jî ji derveyî xwe bihêle, yê ku ji derve bimîne wê bibe dijberê wê. Ji bo vê jî di Şerê Gelê Şoreşgerî de rêxistinbûna fikir û bîrdozî hêmana bingehîne. Di şerên tên meşandin de şêweyê şerê ku bikare qedera jin û civakan bi guhere Şerê Gelê Şoreşgeriye ku di Kuridstanê de jin pêşengiya wê dikin.

Weke gelê Kurd bi sed salane em bi polîtîkayek çors ya înkar û îmhayê re rû bi rû hatine hiştin. Di dîrokê de ew serhildan û şerê xweparastinê ne giştî civakî bû, ne jî di asta welat de hate meşandin, encama hemûyan jî li gel bedelên giran hertim binketin hate jiyankirin. Weke mîrasekê ya ji van serhildanan ji bo gelê Kurd mayî dersên dîrokî derxistin, ruhê berxwedanê hertim zindî girtin, bedel çi dibe bila bibe teslîmnebûyîn bû. Piştî salên dirêj yên bi êş û tejî dersên dîrokî, PKK weke çêkereke bi ezmûn ji dayîk bû. Gelê Kurd bi PKK’ê re taybet pêngava 15’ê Tebaxê kete nava pêvajoya Şerê Gelê Şoreşgerî, hêza leşkerî ya temamî ji gel li ser bingehê dilxwazî pêkanîn. Taybet jin tevlî şer û rêxsitinkirina civakê kirin pêngava herî hêja ya Şerê Gelê Şerker bû, ev heta artêşbûn û pergalbûna jinê hat.

Di vê pêvajoya Şerê Gelê Şoreşgerî de erk û mîsyona jin ya pêşengiyê bê gûman erka hestiyê piştê yê gewde ye. Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê di çarçoveya cîhanî de li darxistina çalekiyan, li gorî pîvanên welatparêziyê tevgerîn, li hemberî derketinên ji welat helwestên radîkal û domdar raberkirine. Di qada civakî û leşkerî de beşdarbûna jinan dayîna pêkanîn, li hemberî hemû qad û amûrên şerê taybet û derûnî zanista jinê pêşxistin, weke çavkaniya moral û bandorbûnê têkoşîna Rêber Apo ya 26 sale di hucrê de dide raberkirine. Destkeftiyên şoreşê û lehengiya gerîlayan derxistina pêş û kirina rojevên sereke, di qada çandî de berhemên şerkeriya jinên Kurd nîşandidin, nivîskî û dîtbarî derxistin erka jin ya vê demê ye. Li hemberî polîtîkayên dijmin yên parçekirinê avakirina yekîtiya jin û gelan, vala derxistin polîtîkayên bişaftinê, astengkirina talanên li ser xwezayê, erka jin ya demêye. Li Kurdistanê êdî jin ji rewşa qûrbaniyên şer derketine, bûne aliyekî şer di qada leşkerî, polîtîk û aborî de xwedî proje, gotin û çalekiye. Ji bo ev cîhanî bibe pêwîste rêxistinbûyîna heyî gelemperî bibe. Ji heval Sara bigre heta Zîlanan, Bêrîtanan, Pakîze, Sêvê, Fatma û Asya Yûkselan di dem û cihê xwe de bi pêşengiya Şerê Gelê Şoreşgerî rabûn û heta dawiyê ev xet parastin, bedel bi canê xwe dan lê destkeftî giranbiha û dîrokî bû. Niha jî di tunêlên berxwedanê de heman şer di pêşengiya Gerîlayên YJA STAR’ê de tê meşandin. Pêwste weke jinên di qada civakî de jî cih digrin, li hember hemû sazî û binkeyên pergala mêrê desthilat heman serkeftinê bidestbixin û wan saziyan li Kurdistanê boykot bikin. Ji bo ev pêkwere dijminê ku di mala me de rûniştiye ji bo em biqewitînin, weke Gelê Şerker pêwîste em ji pozusyona berxwedanê derbazî pêngava serdeçûn û derxistina dijmin ya ji mal û welatê xwe bibin, wê demê weke jin emê bikaribin pêşengiyek rast ji Şerê Gelê Şoreşgerî re bikin.

FİLÎZ BUDAK

Yorum Gönder

0 Yorumlar