Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi biryardariyek xurt di roja 359’an de bi koma 70’an de didome.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi biryardariyek xurt di roja 359’an de bi koma 70’an de didome.
Dewrgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê koma 69’an Mamoste Ebdurahman Yuruk axivî û got ku heta Rêbertiya me bi awayek fîzîkî azad nebe em dest ji çalakiyên xwe bernadin.
Ebdurehman Yuruk di destpêka axaftinên xwe de silav û heskirinên xwe ji Rêber Apo re pêşkêşkir û got: “Ev 25 salin tecrîdek giran li ser Serorkatiya me heye, her wiha ev nêzî çil mehane bi tu awayî agahî ji Serokatiya me nayê girtin ji bo wê em ji jiyana Serokatî bi gûmanin. Çalakiyên me yên bi vî awayî heta em azadiya Serokatiya xwe nebînin, wê bidomin. Armanca tecrîda ku li ser Serokatiya me dixwazin Serokatiya me li me bide jibîrkirin ankû dixwazin me fêrî jiyanek bê Serokatî bikin. Ji ber ku jiyanek bêyî Rêbertî jiyanek koletî û bindestiye wê jiyanê ji bo me rewa dibînin. Rizgarbûna gelê Kurd bi fikir û felsefeya Rêbertî ve girêdaye. Ji ber ku ji derveyî Rêbertî kesek din nikare pirsgirêka Kurd çareserbikin, ji bo wê jî em dibêjin pêwîste gelê Kurd li dora fikirê Rêbertî bicivin, xwe perwerde û zanaibikin çareserî encex wisa çêdibe.”
Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ dewrî koma 70’an hat kirin.

0 Yorumlar