Ticker

10/recent/ticker-posts

Encax bi fikra azad sîstema desthilatdar were hilweşandin

Destdirêjî sucê herî zêde tê dîtine, lê ji ber ku ji aliyê hêz û kesên desthilat ve têne pêkanîn ligorî zagon û serdozger bê hesap têne hêlan û berovajî ev bi awayekî veşartî yan jî eşkere têne parastin. Ger em van kiryaran li Kurdistanê bixwazin rabixin berçav, mirov dikare di çend beşan de pênase bike. Mînak destdirêjiya li ser welat, xak, jin, ciwan, lawir û nebatan e. Li Kurdistanê heyînên ku me li jor dayîn diyarkirin roj nîne ku li rastî tecawizê neyên. Ger em di çarçoveya xak de bigirin dest, xakekî ku ji bo dest dirêjiyê vekirî hatibe hêlan, li cihê parastinê berovajî hatibe pêşkêşkirin ev rewş mirov dikare ji bo mirovên ku li ser wê xakê jiyan dike ji di nava heman kategoriyê de bigire dest. Mînaka berbiçav li Bakûrê Kurdistanê tecawiz û komkujiya li ser xwezayê, cardin dibin navê heskirin, evînî û zewaca bi derew a ji aliyê polîs, mît û memûrên dewletê ve destdirêjî li beden, hest û heta li ser jin yan jî civakê tê kirin ev nimûneyekî şênbere. Em dibînin li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê (Efrîn, Serêkaniyê û Girêsipî) rojane revandin û li xwe mehirkirina keçên ciwan tê pêkanin. Lê ji demekî û şûnde li cihekî bê xwedî, bi awayekî qetilkirî rasthatina cenazeyê jinan çêdibe. Ev jî dide xuyakirin ku li ser civaka Kurd bi xetên zirav yên xapînok çawa tên leyîstin, heman rewş li Başûrê Kurdistanê jî tê dîtin. Ji ber ku xak û mirovên li  Başûr dijîn  bi giştî ji bo berjewendiyên dijmin, kesî û malbatî weke milkekê tê dîtin. Ji bo vê jî devjê bernade berovajî xwedî lê derketin ji bo hêsankirina êrişên heyî, pêşengî jêrekirine. Parastina kesên ku van bê exlaqî yan jî hovîtiyan dike di asta lotkeyê de ye. Nimûneya herî dawî ya ku li Başûr di salvegera fermana  73’an ya li ser gelê Êzidî bi awayekî dirindane li ser bedena zarokekî keç a 6 Salî hatî pêkanîn û xwedî lêderneketin bi her awayî weke 2014’an ku çawa Şengal û gelê Êzidî ji DAIŞ re hatin pêşkêşkirin, ji aliyê PDK’ê ve heman wêneyî radixe ber çavan. Di aliyê din de bi armanca ji holê rakirin yan jî zanabûna ku civakekî bi çand û namûsê ve girêdanbûyîna xwe çawaye, divê demê dawî de li Başûr bi alîkariya PDK’ê kiryarên tacîz û tecawizê ya li ser jin bi taybet ji bo bê îrade kirina jinên Êzidî pir li pêşe. Li Başûr zilamên dewletê bi alîkariya PDK’ê çi dixwaze dike, li beramberî vê jî ji bêdengiya heyî firsendê dibîne û her ku diçe xwe hîn bêhtir bicih dike û baregehan dide avakirin. Li gorî îdeayên malbatê ku ji aliyê zilamê 50’î salî ve destdirêjî li ser bedena Axîna 6 Salî hatî kirin nimûneya vêye ku Hikumet, sazî û dezgehên heyî çawa welat bê xwedî hêlane û tenê ji bo xwe bi kartînin çi bi kê were ne di xema wan de ye radixe ber çavan. Civaka Êzidî ya ku terkî mirinê hatî kirin ji bo her  fermana ku li ser wan pêktê bêyî parastin hêlan, bixwe pêşkêşkirina gelek yan jî olekî ji kûrahiya dîrokê tê ye. Weke jin em dîsa îdea dikin ku ji tecrûbeyên berê yên ku hatin jiyîn vêya piştrast dikin ku weke li herçar parçeyan bi navê qetilbike, qirbike û bikûje  wê werın parastin û divê bûyerê de jî wê bi hêcetên cuda bi awayekî sivik were mehkum kirin, li herçar parçeyên Kurdistanê yê ku di her bûyer û êrişan de rastî her cure kiryarên dirindane û bi êş tên bêyî dudilî jin in. Ev kiryar giştî jî ji ber ku yê bi karibe welat, xak û heyîna xwe li ser lingan bigire jine, êriş herî zêde li ser jin tê kirin. jixwe li herêma Kurdistan ango Başûrê Kurdistanê rojek nîne ku jinek yan jî keçek  rastî tacawizê neyê. Ev yek jî bi xwe re di bin navê bênamûsiyê de ew jin yan neçarî xwekujiyê tê kirin yan jî tê kuştin. Li beramberî hemû cure êrişên ku têne kirin çiqasî êriş û lîstok hebin jî ger yekîtî û asta zanista jin ya ku ji xwezaya wê tê bikar bîne, wê bi karibe hemû zehmetî, dek û dolabên li ser welat, xak, çand û destkeftiyên di encama têkoşîn û berxwedanekî bê hempa de hatî bi destxistin bi parêze. Weke jin li kîjan  parzemînê dibe bila bibe, êşa me hemûyan yeke û armanca ku hêzên desthilatdar nêzî jin dibe jî heman tişte. Ji bo vê jî divê dibin xeta sêyemin a ku alternatîf û rênîşana hemû pirsgirêkane ji xwe re esas bigre, bi fikra azad sîstema global kapîtal were hilweşandin û tecawiz û destdirêjiyên li ser jinê bi vê fikrê encax dikare ji holê were rakirin.

Çîçek Cengîz

Yorum Gönder

0 Yorumlar