Ticker

10/recent/ticker-posts

DEWLETA TIRK SÎSTEMA MÎT’Ê YE

Dewleta Tirk a nîjatperest ji avabûna xwe heta roja me ya îro, hertim di aliyê rêveberiyê de weke qutiyek reş a girtî xwestiye serdest be. Çawan ku dewleta Tirk li ser fikrê Îttîhat-Terakî hatiye avakirin û li ser qirkirina gelan xwe daye berdewamkirin, di roja me ya îro de jî bi heman siyasetê li ser karin.

Dewketa Tirk a ku hikûmeta AKP’ê rêvedibe, li ser fikrê ku xapîner a “ di hindir de aşitî ji derve jî aşîtî” xwest li Rojhilata Navîn sulteya xwe bide berdewamkirin û hişmendiya xwe ya nîjatperest berfireh bike. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di bin pêşengiya Tevgera Azadiyê de, rûyê dewleta Tirk ê qirêj derxist holê.

Dema ku dewleta faşîst nekarî Tevgera Azadiya Gelê Kurd têk bibe, dest bi planên qirêj ên ku bikare dewletên dagirkerên Kurdistanê yên din, bandor bike û bi piştgiriya ku ji hêzên desthilatdar yên Cihanî digre, xwe ferzkirina li ser dewletên herêmê hewil da Tevgera Azadiya Gelê Kurd têk bibe û bi temamî gelê Kurd bi qirkirinan re derbas bike. Ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê, dewleta Tirk tevahî rêyên qirêj ceribandine. Gotin di cih de be, xwe avêtin ber lingê her kesê ku bikare Tevgera Azadiya Gelê Kurd têk bibe.  Ji salên 1980’an heta roja me ya îro, hertim dewleta Tirk bi hêzên veşartî û gemar ve, bi ser têkoşîna gelê Kurd de hatiye. Di salên 90’î de hêzên weke JÎTEM û Kontra Gerîla bikaranîn. Bi komploya navdewletî xwestin bi dilgirtina Rêber Apo Tevgera Azadiyê têk bibin. Berxwedana Rêber Apo sîstema dewleta Tirk a nîjatperest têk bir.

Niha dewleta Tirk bi rêya çêkerên tarî, ne îdarî û ne siyasî yên wek komên çete û MÎT’ê hewil dide hinek tiştan bi dest  bixe. Dema mirov îro temaşeyî sîstema dewleta Tirk a ku ji hemû  nirxên mirovî û gerdûnî dûr dike, mirov dibîne ku dewleta Tirk ewqasî qanunên navnetewî yên siyasî, huquqî û mirovî dûr ketiye. Ji ber sîstema desthilatdar a hegemon, hemû derfet dan dewleta Tirk ji bo ku bikaribe Tevgera Azadiya gelê Kurd têk bibe, lê dewleta Tirk a ku hemû piştgiriya hêzên hegemon girtî, nekarî têkoşîn û serkeftina gerîlayên azadiya Kurdistanê asteng bike. Ji ber vê binketina dewleta Tirk a bi destê Tevgera Azadiyê, mirov dikare bêje dewleta Tirk di aliyekê de bê çare maye û dîsan bi rê û rêbazên cuda cuda xwe avetin ber lingê her kesê.

Dema mirov hatina berpirsê MİT’ê Hakan Fîdan a Iraqê bi nirxine, bi awayek eşkere mirov dibîne ku sîstema dewleta Tirk hilweşiyaye û bi hêzên çete û îstixbaratî, hewil dide xwe li ser piyan bigire. Bêguman, hatina berpirsê MİT’ê ya li Iraqê, mijara sereke Tevgera Azadiya gelê Kurd e. Ji bo ku dewleta Tirk bikare şikestina xwe ya li Zap, Metîna û Avaşînê vegerîne û dewleta Iraqê jî bide kêleka xwe, planên xwe yên qirêj ên li ser Başûr, Şengal, Mexmûr û Rojava pêktîne. Dewleta Tirk nekarî bi destê DAIŞ’ê fermana Şengalê pêkbîne, bi hemû alikariya PDK’ê nekarî li hember gerîla serkeftinê bidestbixe, bi hemû êrîş, planên qirêj û şerê taybet nekarî vîna gelê wargehê bişkîne, vîna gel teslîm bigire û wargehê belav bike. Niha dewleta Tirk hewil dide bi rêya MÎT’ê piştgiriya hêzên desthilatdar û bi destê dewleta Iraqê van planên xwe yên qirêj û qirker, li ser gelê Kurd û tevgera Azadiya Kurd pêkbîne. Ji ber vê yekê hatina berpirsê MÎT’ê ya li Iraq û Herêma Kurdistanê di aliyêkê de xeteriyê mezin dike, lê di aliyê din de jî şikestin û têkçûna sîstema faşîst a dewleta Tirk û hikûmeta AKP-MHP dide diyarkirin.

Leyla Arzu Îlhan

Yorum Gönder

0 Yorumlar