Ticker

10/recent/ticker-posts

Daxuyaniya Iraqê ya tevî belge û birîndarbûnan: Êriş ne kirine û kes birîndar nebûye

 Li gel hebûna belgeyên êrîş û birîndarbûna welatiyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê ragihand ku hêzên wan êrişî şêniyên wargeha Mexmûrê nekirine û ti kes jî birîndar nebûye.


Hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Artêşa Iraqê duh danê siharê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, ji danê siharê ve hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.

Leşkerên Iraqê xwestin li dora wargehê kuleyên leşkerî danin û têl bikin. Lê xelkê wargehê hemberî vê rabû. Leşkerên Iraqê êrişî xelkê kirin û di encamê de ciwanek birîndar bû. Di danê êvarî de Hêzên Iraqê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebara Artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike.

Li gel hebûna belgeyên êrîş û birîndarbûna welatiyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû gotegotên derbarê êrişkirina ser penaberên li wargeha Mexmûrê ji rastiyê dûrin, lê armanca hêzên ewlehiyê ew e ku ewlehiya hemû kesên di nava kampê de dabîn bikin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ti plan û fermanek peywendîdar ji bo pêkanîna hinek tedbîran di nava kampê de nîne, hikûmet rê nade iraq bibe cihê êrişkirina ser welatiyên cîran. Armanca vê karê li dijî hin reftarên ku li welat dibe sedema bêîstiqrariyê û ziyanê digihîne peywendiyên Iraqê bi derdora wê re bû.

Hêjayî gotinê ye ku Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) penaberên Bakurê Kurdistanê tê de cih digirin û bi salane dibin çavdêriya NY’ê de ye. Ev kiryara hikûmeta Iraqê weke parastina dewleta Tirk û li gorî berjewendiyên dewleta Tirk tê şîrovekirin. Ji ber ku ev wargehk bi dirêjiya sedan kîlometreyan ji xaka Tirkiyeyê dûre û ti metirsiyek li ser wî welatî çênake.

Yorum Gönder

0 Yorumlar