Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin di roja xwe ya 375’an de bi koma 74’an didome.
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’yan de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 375’an de bi koma 74’an bi biryardariyek xurt didome.
Ji bo dewrgirtinê xelkê wargehê li Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê kombûn û bi merasîmekî koma nû çalakî dewrgirt.
Dewrgirtinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî dewgirtinê li ser navê koma 73’an, çalakvana bi navê Taybet Mijinî axivî û tecrîda li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar kir û got: “Têkoşîna li dijî tecrdê, em slav dikin. Tecrîd dijî mafê mirovane. Em tenê dikarin bi berxwedanê tecrîdê bişkînin, cuda ti rê nînin. Em berxwedana gerîla silav dikin û bang li tevahî gelê Kurd û malbatên girtiyan dikin, rabin serhildanan.”
Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ dewrî koma 74’an a Komîteya Tenduristiyê hat kirin.
0 Yorumlar