Bersiva Gel:
-Ji
Holê rakirine.
-Tine
hesibandine.
-Kuştina
komiye.
-Nîjadperestiye.
-Ji
nav birine.
-Tinekirina
çandê ye.
-Tevkujî
ye.
-Tinekirina
netew û nîjadane.
-Bişaftine.
-Ji
holê rakirina dîrok ye.
-Tinekirina
cewherê mirove.
-Bê
nasname kirine.
-Kuştina
ruhe.
-Asimlekirine.
-Tinekirine
jiyanê ye.
Qirkirin
wek peyv tê wateya tinekirina netew, ol, çand, gel û komên etnîkî. Di zimanê
Kurdî de jî tê wateya komkujî yanî bi komî kuştina kesên ji heman nîjad yan jî
ji heman baweriyê. Bi zimanê Erebî jî jêre qetlîam tê gotin ji hevgirtina van
herdû peyvan ‘qetil’ kuştin‘am’ jî giştî pêktê. Tê wateya kuştina giştî. Di
zimanê Yunanî û Ingîlîzî de jî jêre Jenosit tê gotin. ‘Jeno’ tê wateya nîjad
‘sit’ tê wateya tinekirinê. Her zimanek li gorî xwe wateyek daye vê têgehê. Ev
têgeh herî zêde di dema şerê cîhanê yê yekem de hatiye bikaranîn. Raste bi
derketina dewletê re qirkirin tê pêkanîn lê wek têgeh û wek peyv di sedsala
20’an şûnde hatiye bikaranîn. Qirkirin cara destpêkê di serdema Akadî û Aşûriyan
de li ser komên etnîk yê ji nîjadê Ariyen pêkanîne. Her wiha di serdema Romayê de
pêşengtiya Hanîbal de li ser Qartacan hatiye pêkanîn. Dîrokek demdirêj ya
qirkirinê heye. Armanca qirkirinê tinekirina civak, çand yan jî ji holê
rakirina netewane. Sîstema Dewletê civak û netewên li hemberî xwe wek berbestek
yan jî astengiyek dibîne li ser qirkirinê pêktîne. Bi taybetî jî li ser civakên
koletî, zordarî û radest bûyînê napejirînin bi darê zorê qirkirinê li ser wan
pêktînin. Yên ku teslîmyetê napejirînin ji bo xwe astengî dibînin û bi rêya
qirkirinê wan netewan ji holê radikin. Dû cûrê qirkirinê heye, yek qirkirina
fizîk ya dûyem jî qirkirina çandî ye. Qirkirina fîzîk di demek kin de bi kuştin
hêjmarek mezin ya kesên ji haman netewê pêktê û bi encam dibe. Qirkirina çandî
demek dirêj û xwedî polîtîkayên ziravin. Hêdî hêdî kes ji çand, ziman, bawerî û
nirxên netewa wê dûrdixe.
Ji
dema sazkirina sîstema dewletê heta niha li ser gel û netewên xwedî pergala
şaristanyeta demokratîke, qirkirin hatine pêkanîn. Kesên wek Cengîz Xan li dijî
gelên Rojhilata Navîn qirkirin pêkaniye. Ne tenê Cengîz Xan, Sasanî û Roman di
pêvajoya Împartoryeta xwe de gelek qirkirin li ser civak û netewan pêkanîne.
Hertim pergala şaristaneta demokratîk li hemberî sîstema netew dewletê li berxweda
ye. Aramanca qirkirina fîzîk û qirkirina çandî jî hemane ku dixwazin hêza li
beramberî xwe teslîm bigirin û bê îrade bikin. Ji çerxa navîn û şûnde di bin
navê baweriyê de li ser gel û netewan qirkirin hatine pêkanîn. Bi taybetî ji di
civaka Kurd de li hemberî baweriya Êzdiyatiyê qirkirinên mezin pêkhatine. Ji
ber ku bi îrade bûn û radest nebûne, rastî gelek qirkirinan hatine. Hertim li
hemberî hêzên dijber têkoşîn kirine. Netew yan jî gelê ku qirkirina çandî li
ser tê pêkanîn pêwîst nake qirkirina fîzîkî li ser were pêkanîn. Jixwe di
bingeh de xwe û netewa xwe înkar dikin û dibin malê netew yan jî civakek din. Qirkirina
çandî bandoriyên xwe gelek ji ya fîzîkî bi êştire. Li ser vê yekê jî Rêbertî parêznameya
xwe ya 5 emin de, li ser ‘Kurdên di nava pencên qirkirina çandî de’ nivîsandiye.
Ev 200 salin gelê Kurd bi taybet ji aliyê Osamanî, dewleta Tirk, Îran, Iraqê û
Surye ve tên qirkirin. Gelek qirkirinên fîzîkî li ser gelê Kurd hatiye pêkanîn.
Rûxmê van qirkirinan jî gelê Kurd hebûna xwe parastiye. Niha jî dest bi
qirkirina çandî kirine. Ji bo gelê Kurd tinebikin û ji holê rakin. Di qirkirina çandê de
destpêkê li ser qirkirin û tinekirina ziman tê rawestandin. Ji ber ku dema
civakek zimanê wî bê guhertin yekser ew civak tine dibe. Rêbertî jî dibêje: ‘Di
wateyek teng de ziman çand bi xwe ye’ Ji ber ku ya mirov dikare pê hemû hestên
xwe ravebike zimane. Ji sersala 19 û şûnde herî zêde qirkirina çandî pêşketiye.
Di 24 ê Nîsana 1915’an de milyonek û nîv Ermanî ji aliyê tevgera Îtat û Terqî
ve hat qetilkirin. Gelek nimûneyên qirkirinan hene ku bi şêwazên cûda cûda li
ser gel û netewan hatin pêkanîn.
0 Yorumlar