Bi karanîna zanistê sînorên mirovahiyê berfireh bûye û di gelek qadên jiyanê de şoreş daye çêkirin. Di vê pêvajoya pêşketina zanistê de jinan hem di dîrokê de hem jî di roja îro de rolek girîng lehîstine. Lê belê, keda jinan ya di warê zanistî de gelek caran hatiye paşgûh kirin. Di vê gotarê de emê behsa cih û tevkariya jinan a di zanistê de, pirsgirêkên ku jin pêre rû bi rû dimînin û serkeftina wan ya di derbaskirina van pirsgirêkan binirxînin.
Ji destpêka
jiyana mirovan ve jin ketine nav liv û tevgerekê ku wê çawan jiyana niştecihbûn
û civakbûna mirovan bidin avakirin. Ji ber ku jiyana mirovan bixwe berhemên
zanistê ne. Ma ger zanist nebûya wê çawan mirovan bikariba niştecihbûnê
pêkbînin, ji agir sûd bigrin, şînatiyan bikarbînin, lawiran kedî bikin, xwe
biparêzin, xwe têr bikin û jiyanê bidin berdewamkirin. Ma ev bingehên jiyanê
hemû ne li derdora jinê hatine avakirin û di roja me ya îro de jî em bi van
şertên bingehîn yên jiyanê dikarin jiyana xwe bidomînin. Hemû zanista di roja
me ya îro de tê zanîn, koka xwe ji destkeftî û hilberinên despêkê yên civaka
xwezayî dayîne afirandin. Gelo ma eger agir nehatiba dîtin û ji bo jiyana
rojane ne hatiba bikaranîn, wê îro zanista enerjiyê hebûya? Ma ger amûrên
despêkê yên wek qap û qaç nehatiban afirandin ma wê îro kargeh û hemû curên
teknolojiyê hebuna? Ger zanabûna di derbarê şînatiyan de nebûya wê îro xebatên
pijîşkî hebûna? Ger şopandina xwezayê ya despêkê nebûya wê îro astronomî û
naskirina gerdûnê hebûya? Mirov dikare van pirsan bê dawî rêz bike.
Lê mixabin
weke Rêber Apo jî dibêje: “Jina ku agir dîtî û bikaranî ji bo herkesê bûyî find,
îro di nava tarîtiyê de hatiye hiştin” hema mirov dikare bêje di hemû serdemên
dîrokê de keda jinê ji nedîtîve hatiye dîtin û tine hatiye hesibandin.
Ji demên kevnar ve jin bi lêkolînên xebatên
zanistî ve mijûl bûne û pêşengtî ji gelek pêşketinan re kirine. Nimûne, li
Yewnana Kevnar, Hypatia bi xebatên xwe yên Bîrkarî û astronomiyê tê
naskirin. Hypatia bi dayîna dersan û
nivîsandina li Pirtûkxaneya Îskenderiyê beşdarî belavkirina zanîna zanistî bû. Lê
ji aliyê zilamên serdest ve weke ji rê derketî hat hesibandin û hat qetilkirin.
Di Serdema Navîn û Ronesansê de, zanyarên jin gelek caran karên xwe bi dizî
dikirin û ji bo bikarin xebatên xwe belav bikin navên zilaman bikar tanîn. Di hemû serdemên dîrokê de, xebatên jinan di
lêkolînên zanistî de gelek caran hatin paşgûh kirin an jî ji bo hevpîşeyê yên
zilam hatin hesibandin.
Pir rengî
û tevlêbûna di zanistê de ji bo afirandina çareseriyên afirîner û nûjen
krîtîke. Perspektîfên cûrbecûr dihêle ku pirsgirêkên zanistî ji perspektîfek
berfirehtir nêzîk bibin. Di vê çarçoveyê
de zêdekirina nûnertiya jinê di zanistê de ne tenê ji bo edaleta civakî, ji bo
pêşketina zanistî jî pêwîste.
Jin hîn di
xebatên xwe yên zanistî de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Cûdahiya zayendî, newekheviya mûçe û di
perwerdeyê de wekheviya zayenda civakî pirsgirêkên sereke ne ku pêşî li
pêşketina jinan di warê zanistê de digirin.
Rola jinê
ya di zanistê de ji bo pêşketina mirovahiyê jiyanî ye. Divê di asta civakî û sazî de xebat bênkirin
da ku jin di zanistê de zêdetir bên temsîlkirin û xebatên wê bidomin. Ji bo wekheviya zayendî ne tenê di warên
zanistî de, di heman demê de di hemû jiyana civakî de jî ev yek girînge.
Wek jinên
Kurd em di roja îro de xwedî şansek pir mezinin ku em dikarin bi zanista
JİNEOLOJÎ xwe bigihînin asta sûdgirtin, diyarbûnekê di warê zanistî de.
"zanista
jinan". Jineolojî şaxek zanista
civakî ye ku bi lêkolînkirina dîrok, rol û serpêhatiyên jinan azadî û wekheviya
jinê armanc dike. Ev zanista jinê dema
li ser rol û tevkariya jinan a di pêvajoyên civakî û dîrokî de lêkolînan dike,
avahiyên baviksalarî û newekheviyên zayendî bi awayekî rexneyî analîz dike û
dikare xwe bigihîne zanista rast ya jin û jiyanê.
Leyla
Arzu Îlhan

0 Yorumlar