Komîteya Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê dan diyar kirin ku wan ji bo tendûristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi kampanya îmzeyan kirine û wê piştre ew îmze radestî bizîşkên sînornenas û CPT’yê bikin.
Komîteya Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi daxuyaniyekê dan diyar kirin ku wan ji bo tendûristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nava xwe de kampanya îmzeyan daye despêkirin û wê ev îmze bêdayîna doktorên sînornenas û CPT’yê. Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Tendirustiyê Derya Demir ve hat xwendin.
Daxuyaniya Komîteya Tendirustiyê ya Mexmûrê wihaye:
“Tê zanîn birêz Abdullah Ocalan bi salane bi awayekî fîzîkî li girava Îmraliyê dîl tê girtin. Di aliyê erdnîgarî de ruxmê ku tevahî cîhan jî dizane ji bo mirovekî di temenê 73’ê salî de li girava Îmraliyê, jiyan kirin ne guncawe. Lê bi zanebûn hatiye hilbijartin. Li aliyê jingeha heyî, bi taybetî jî pergala êşkence û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê tê meşandin jî, ji nedîtîve hatin sucê mirovahiyê ye. Di serî de tevahî hêzên ku destê wan di vê komployê de heyî ji bo bikaribin birêz Ocalan bê îrade bikin û ji daxwaza wî ya azadiya ji bo tevahî gelê bindest gav paş de bidin avêtin, di warê tenduristî û pîskolojî de bandorê bidin çêkirin ev cih hat hilbijartin.
Girava Îmralî ji ber şert û mercên erdnîgariyê, xwedî rutubet û nemê ye. Di astekî bilind de bandorê li ser tenduristiya birêz Ocalan dike. Ev mercên ne asayî jî bi xwe nexweşiyên sîstema bêhndanê, romatîzm û nexweşiyên cur bi cur yên ku çavkaniya xwe ji rewşa ne destdayî ya giravê digire û bi demê re bi xwe re nexweşiyên kronîk dide çêkirin. Ji ber rewşa temen ya Rêber Apo ev hîn bandorkertir dibe. Ji destpêkê heta roja me ya îro, ji tirsa xwe ya ji fikirê birêz Ocalan ku alternatîfa jiyanek azad û serbixweye, ji bo tevahî mirovahiyê û gerdûnê ye, li aliyê din ji ber paradîgmaya Neteweya Demokratîk û Ekolojîk û Azadiya Jin dayîna pêş bi xwe re tirs xofeke mezin di hêzên desthilatdar de dide çêkirin. Ji ber ku ev fikir û felsefe wê bibe sedema hilweşandina sîstema kapîtalîst û hêzên global her ku diçe bi awayekî herî hovane û bê exlaqane sezayên cuda cuda yên cezayên disiplînî li Rêbertî tên birîn. Tecrîda li Îmraliyê di rastiya xwe de tirsa dewlet û hêzên kapîtalîst ya ji Rêber Apo eşkere radixe berçavan.
Bi awayekî herî eşkere tecrîda ku tê şidandin, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê (DMME), CPT, Dixtorên Sînornenas ji vê re çavên xwe digirin. Li pêş çavê tevahî cîhanê îradeya gelê Kurd bi giştî tê tecrîd kirin, lê bêdengiya hêzên mijara gotinê hevkariya xwe bi vê sucê dîrokî re dide eşkere kirin.
Em weke Komîteya Tenduristiya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di serî de bêdengiya demî û tevgerîna bijîşkên sînornenas ji bo rewşa Rêber Apo bi awayekî herî tund ji ber xwedî li erka xwe derneketinê şermezar dikin. Li aliyê din nêzîkbûnên CPT yên ku herî dawî hevdîtina bi Rêber Ocalan re encama wê û rewşa tenduristiya Rêberê gelan birêz Abdulah Ocalan bi raya giştî re parve nekirin, dide xuya kirin ku birêz Ocalan hevdîtin qebûl nekiriye û wana vale zivirandiye. Di bin hinceta ji bo parvekirinê destûra dewleta faşîst a Tirk xwestin bi xwe sûcê li gorî hiqûqî û rênmayên CPT ne. Ji bo vê jî ev nêzîkbûna wan ya xwe dibin bandora dewletekî wisa de hêlan em rexne dikin û ji bo pêkanîna erkên xwe û ne veşartina rastiya heyî vedixwînin rêya rast.
Weke tenduristvanên wargehê bang li tevahî raya giştî, dadgeha mafê mirovan a Ewrupa, sazî û destgehên mirovî, partiyên siyasî, rewşenbîr, bijîşkên sînornenas dikin ku ji bo Rêber Ocalan bi erka xwe rabin. Em dibêjin divê CPT demil dest li ser rewşa Rêber Apo agahî bi gelê Kurd re parve bikin.”
Daxuyanî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bû.
0 Yorumlar