Bersivên Gel:
-Tenê
navekî vala ye.
-Du rû ye.
-Berpirsên
êşkenceya zindanan e.
-Koledarê desthilatdaran e.
-Wijdana
desthiladaran e.
-Parêzvanê
êşkenceyê ye.
-Sîstema êşkence
ya kapîtalîzmê ye.
-Saziya êşkenceyê
ye.
-Pêkanîna
biryarên li dijî mirovahiyê ye.
Sextekar
dewleta-CPT ku tê wateya "Komîteya Pêşîgirtina li Ceza yan jî Kiryarên
Rûmetşikandinê yan jî Derveyî Mirovahiyê û Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya
Ewropayê" yekane saziya navneteweyî ye ku li 46 welatên endamên Konseya Ewropayê
(KE) dikare bêyî destûrê ji hikumetan werbigire serdana girtîgehan bike. Dewleta
Tirk ji sala 1949'an û vir ve endamê Konseya Ewropayê ye. CPT ku yek ji organên
herî girîng ên Konseya Ewropayê ye ku qaşo hewl dide pêşî li kiryarên xerab,
kiryarên li dijî mirovahiyê û êşkenceyê bigire ku li kesên hatine girtin têne
kirin. Li gorî rapor û hişyariyên CPT welatên endam neçarin ku şert û mercên
girtin û girtîgehê biguherînin. Ev yek li ser her welatekî ferze ku Peymana
Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê (PMME) qebûl kiriye. Her 4 salan carekê
serdaneke periyodîk li welatên endam dike. Her wiha “eger pêwistiyê bi
şopandina rewşeke cidî bibîne” dikare bêyî ku welatan agahdar bike, serdanan
bike. CPT, ne weşandina raporên li ser binpêkirinên li girtîgehan bi prensîba
'Heta ku hikumeta welatê têkildar nexwaze were weşandin nikarin bên weşandin' lê
xala girîng ya di vir de ewe ku CPT nikare ji derveyî deweletê di daxuyaniya
xwe de li dijî dewletên ku wê ziyan bide pêkhateya dewletê rabigîhîne. Hiqûqnas
dibêjin eger dewlet li gorî pêşniyarên li ser binpêkirinan tevnegerin, CPT
dikare têkildarî van binpêkirinan daxuyaniyê bide. CPT ku mafê wê nîne giliyên
takekesî bixe meriyetê û mudaxele li kirariyên qanûnî bike, bi erêkirina kes an
jî kesên mijara gotinê dikare dozên takekesî pêşkêşî rayedaran bike û derbarê
îdîayên muameleya xerab de daxwaza lêpirsînê bike. CPT bêsînor xwe digihîne
hemû cihên ku serdana wan dike û bêyî ku tu sînoran dane dikare tev bigere. Bi
kesên ku ji azadiya xwe bêparin re dikare danûstandinên taybet bike û bi her
kesê ku karibe agahiyan bide re bi awayekî azad danûstandinê bike. Delegasyona
CPT’yê, ji bo di dawiya serdana xwe de çavdêriyên xwe yên destpêkê pêşkêş bike,
bi wezîr an jî rayedarên hikûmetê yên pêwendîdar re hevdîtinê dike. CPT bi
daxuyaniya xwe ya dawî ya li ser Îmraliyê daye re bûye rojeva gelê Kurd û da
diyar kirin ku erkê xwe bi cih nayîne. CPT
ji bilî raporê daxuyaniya xwe ya dawî ya li ser Tirkiyeyê di sala 1996’an de 3
sal beriya anîna Rêber Apo were dîlgirtin li Îmraliyê dabû. Ji wê salê ve, tevî
ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi taybetî yên li Îmraliyê zêde bûne û
pêşniyarên hatine kirin nehatine şopandin jî, ti daxuyanî nehatine dayîn.
Buroya Hiqûqê ya Asrînê di vê pêvajoyê de gelek caran hem serlêdanên nivîskî û
hem jî yên devkî li CPT'yê kirin. Di her serlêdanê de bal hat kişandin ku li
gorî pêşniyarên CPT’yê nayên tevgerandin.
Her wiha nûnerên partiyên siyasî jî gelek caran li ser mijarê daxuyanî
dan û bang li CPT’yê kirin. Heyeta CPT yekemcar di 2'ê Adara 1999'an de serdana
Îmraliyê kir. Rapora têkildarî vê serdanê jî di 5'ê Gulana 1999'an de hate
eşkerekirin. Di raporê de hate ragihandin ku nabe Abdullah Ocalan bi tena serê
xwe li girtîgehê bê hiştin. Ji wê û şûnde CPT ti agahiyên zelal di derbarî
tecrîd û kiryarên li Îmralî tê pêkanîn de nedaye. CPT ku xwedî 50 endamên bêalî
û serbixwe ne, ku pisporên derûnî, bijişk, hiqûqnas û zanyarên siyasetê jî di
nav de hene, yek ji muxetebên sereke yên êşkence û tecrîda dewleta Tirk a li
ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Lê belê CPT a ku diviyabû van 23 salên
ji bo bidawîkirina kiryarên nehiqûqî û li dijî mirovahiyê yên li Îmraliyê gelek
caran bikeve nava hewldanan, tevî ku navê 'Komîteya pêşîgirtina li êşkenceyê'
lê ye, di vê pêvajoyê de mîna 'Komîteya Şopandina Êşkenceyê' tevgeriya. CPT
tenê di nava çend salan de li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Îmraliyê
rapor amade kir û qîma xwe tenê bi şopandina rejîma tecrîd û êşkenceyê anî.
Ruxmê ev 22 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê
wergirtin û CPT ya ku divê van kiryarên dewletê lêpirsîn bike, bûye hevkarê
dewleta Tirk.
0 Yorumlar