Bûyera hewayê ya wek El Nîno tê zanîn û dibe sedem ku gerekstêrk 1 an jî 2 salan germ bibe, li Okyanûsa Pasîfîk destpê kir. Di sala 2024’an de germahiya rekorê tê texmînkirin. El Nîno ku wekî bûyera hewayê ya di avhewaya kûrewî de guherîna herî mezin di afirîne, destpê kir. Tê payîn ku ji ber El Nîno sala pêşiya me jî germahî bigihîje rekorê. Li gorî nûçeya BBC’yê pisporên DYE’ê bi fikar in ku di sala 2024'an de bandora El Nîno ya germahiya kûrewî bi 1,5 pileyî bi sînor dike, derbas bike. Tê payîn ku niha El Nîno heta bihara 2024’an çalak be û dûre hêdî hêdî bandora xwe winda bike. Ji ber El Nîno, li Awustralyayê hişkesalî, li başûrê DYA'yê barana zêde, li Hindistanê jî îhtimala kêmbûna barana mûsûnê derkeve holê.
Bûyera
hewayê ya ku guherîna herî mezin ava kir
El Nîno
wekî bûyera hewayê ku di avhewaya gerdûnî de guherîna herî mezin çêdike tê
zanîn. Sê qonaxên El Nîno hene û evin: Germahî, serma û bêhêz. Di qonaxa germ
ku di heyama navbera 2-7 salan dubare dibe de, ava rûberî ya peravên Emerîkaya
Başûr germ dibe û piştre li okyanûsê belav dibe û germahiyek mezin li atmosferê
zêde dike. Salên mîna 2016’an ku rekorên germahiyê hatin şikandin, gelek caran
piştî El Nînoya xurt tê. Rêxistinên meteorolojiyê yên li deverên cuda yên
cîhanê, ji bo tesbîtkirina destpêka El Nîno pîvanên cuda bi kar tînin. Mirovên
zanyer ên li DYA'yê dibînin ku ava okyanûsê tevahiya mehekê ji normalê 0,5 pile
germtir e, atmosfer li hemberî vê zêdebûna germahiyê bertek nîşan dide û guman
heye ku dê ev yek demek dirêj bidome, wekî destpêka El Nîno dibînin.
El Nîno
li hemû cîhanê tê hîskirin
Pisporên Emerîkî
di dawiya meha Gulanê de ragihandin ku ev her sê şert jî hatine bicihanîn. Ji
Îdareya Neteweyî ya Okyanûs û Atmosferê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA)
Michelle L'Heureux, diyar kir ku şert û mercên avhewayê yên ku bûne sedema
derketina El Nîno dê di heyama pêş de zêdetir bibin û da zanîn ku ferqa germahiyê
di hefteya ewil a Hezîranê da 0,8 pile ji normalê zêde bû. Mirovên zanyar hesab
dikin ku El Nînoya vê carê, di dawiya salê de ji sedî 84 heye ku hêza El Nîno
ya navînî derbas bike. Îhtîmala ku germbûna ava okyanûsê ji 2 pileyî derbas
bibe û bikeve kategoriya "Super El Nîno" ji sedî 25 e. Bandora El
Nînoyê bi çend mehan dereng be jî li hemû dinyayê tê hîskirin. Ev bûyera
avhewayê bi gelemperî hişkesaliya li Afrîkayê jî zêde dike.
Tê
texmînkirin ku dê sala herî germ be
El Nino ya
bi hêz a di salên 1997-98'an de bû sedema 5 trîlyon dolar xisar û mirina 23
hezar kesan di bahoz û lehiyan de. Tê payîn ku ji ber El Nînoya vê carê sala
2024’an dê rekora sala herî germ bişkîne. Germahiya hewayê ya cîhanê 1,1 pile
ji navînî ya serdema 1850-1900 zêdetir e. Dibe ku El Nîno vê yekê 0,2 pileyên
din zêde bike û nêzîkê derbaskirina sînorê sembolîk 1,5 pileyî ku di Peymana
Avhewayê ya Parîsê de hatiye destnîşankirin, bike. Mirovên zanyar diyar dikin
ku di çend salên pêş de her çend demkî be jî îhtîmala şikandina sînorê 1,5
pile, ji sedî 50 zêdetir e.

0 Yorumlar