Jinên Wargeha Mexmûrê tekildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê axivîn û bang li tevahî gelê Kurd bi taybet gelê Başûrê Krudistanê kirin ku li hemberî Mala Barzanî bibin xwedî helwest. Her wiha anîn ziman ku herî zêde biratî û yekîtiya gelan di vê pêvajoyê de pêwîste.
Xurbet Tallî
Êrişên dewleta Tirka a dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Di van êrişan de gelek şehîd û birîndar çêbûne û hêjî bi hemû dijwariya xwe didome. Li ser vê mirajarê jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji Rojnews re axivîn.
‘Ji kesekê re ne bûye dost’
Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn di destpêka axaftina xwe de êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tûndî şermezar kir û wiha got: “Ev çend rojin êrişekî dijwar li ser gel û destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê tê meşandin. DAIŞ a ku li Kobanê bi destê Arîn Mîrkan, Avesta û bi hezaran şehîdên weke wana hatibûn têkbirin, Erdogan hêjî ev hezim nekiriye. Her wiha binketina xwe ya li Zapê, bi wê ve girêdayî tevî ewqas çekên qedexe û kîmyawî yên ji aliyê NATO yê ve ji bo wî tê dayîn û li ser tevgera Azadiya Kurdistanê dibarînin jî, lê dîsa jî li beranberî berxwedana gerîla ya bê hempa winda dike. Ji ber wê her carê êrişî Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Mexmûr dike.”
‘Ji mala Barzan re bêjin bese’
Nûran Sezgîn di dawiya xaftinên xwe îşaret bi êrişên li ser Wargeha Mexmûrê jî kir û got ku ev êriş ji êrişên Rojava ne qute: “Dema dixwazin konseptekî li ser gelê Kurd û Kurdistanê bidin meşandin, helbet wargeha Mexmûrê jî daxil dikin. Her wiha cih girtina Mala Barzanî ya di van êrişên qirêj de, ji AKP’ê re bûye boriyek ya nefesê. Bila Mala Barzanî baş bizanibe AKP ji kesekê re ne bûye dost. Ji ber ku bê pîvanin, di karekterê wan de talankirin, xiyanet heye û kengê berjewendiyên wan xilas bû hevalbendiyê jî xilas dikin. Banga min ji bo tevahî gelê Kurd ewe ku yekîtiya xwe avabikin bi tayber divê gelê Başûr êdî bêdeng nemînin û ji Mala Barzan re bêjin bese. Ji ber ku biratî û yekîtiya gelan herî zêde di vê pêvajoyê de pêwîste. Ji bo wê jî divê em xwe li ser vê paradîgmayê hîn xurtir û zanatir bikin. Ya ku dîkdatoriyê têkbibe yekîtiya gelan e.”
‘Nikare me bi van êrişan bitirsîne’
Hemwelatiya bi navê Kerîma Colemêrgî jî têkildarî êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê axivî û anî ziman ku Erdogan çalakiya ku li Enqere ya ku ji aliyê heval Rojhat û heval Erdal ve hatibû pêkanîn nikaribû tiştekî bikin, ji ber wê êrişî gelê Rojavayê Kurdistanê kir û ev tişt gotin: “Ev êrişên ku li ser Rojavayê Kurdistanê tê pêkanîn em şermezar dikin. Dewleta Tirkiye bila bizanibe ew nikarin bi van êrişên xwe yên tirsonek me tine bikin. Dewleta Tirk a dagirker êrişî wargeha me jî kir. Erdogan qaşo dibêje ez misilmanim û nimêj dike, kesê ku misilmanbe divê bi ti awayî êrişî Mizgeftan neke. Pêkanîna êrişên bi vî awayî tirsonek dixwaze Kurdan çavtirsandî bike, lê ew nikare me bi van êrişan bitirsîne. Ji ber ku li Herêmên Parastinê yên Medya bi ser neketin, berê xwe da gel bêyî ku bêje ev zaroke yan jine, yan kale êrişî gel dike. Dixwaze bi êrişkirina cihên wek nexweşxane, cihê gaz û benzînê, av û kehrebeyê gel ji vana bêpar bike da ku teslîm bigre. Lê ew çi bike jî gelê Kurd ti carî teslîm nabe, heta ku zarokê di landikê de jî mabe wê li ber xwe bidin.”

Kerîma Colemêrgî di dawiya axaftinên xwe de bilêv kir ku ew ji van êrişên dewleta Tirk bandor nabin, berovajî kîn û nefreta wan hîn zêdetir dibe. Her wiha bang li tevahî gelê Kurd bi taybet gelê Bakur kir da ku rabin ser piyan û got ku dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, ji bo wê divê kesek di malên xwe de ne rûnin.

0 Yorumlar