Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 18’an berdewame

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku ji bo şkandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin ji aliyê koma 18. hate dewir girtin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku ji bo şkandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin ji aliyê koma 18. hate dewir girtin. Beriya ku merasîma dewergirtinê destpê bike ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 17’emîn Hevşaredarê wargehê Bedran Pîranî axivî.

Bedran Pîranî di axafina xwe de tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û wiha peyîvî: “Armanca me ya ji vê çalakiyê bi fîzîkî azadiya Rêber Apo ye, ji derveyî fîzîkî azadiya Rêber Apo ti armancek din ya me nîne. Ji ber vê jî divê hemû dem û wextê me ji çalakiyan dagirtîbin ku em bikaribin bi awayek azad bi Rêbertiya xwe re jiyan bikin. Em wek koma 17. hemû komplo û tecrîdên li ser Rêbertiya me şermezar dikin.”

Piştî axaftinê çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma nû hate kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar