Ticker

10/recent/ticker-posts

PKK PARTIYA JINAN E - BEŞA 1

Rojda Firat - Rojev

“Dîroka şaristaniyê dîroka windakirin û windabüna jinê ye. Ev roja ku kesayeta serdest a mêr bi xweda û xizmetkarên xwe, desthilatdar û bindest, aborî, zanist û hunerê ve hatiye yekkirin. Lewma windakirin û windabuna  Jin ji bo civakê kêmbûn û wendabûneke mezin e. Encama windakirinê ye. Zilamê zayendperest dema ku serdestiya xwe ya civakî li ser jinê ava dike, ewqasî çavbirçî ye ku her têkiliyeke xwezayî vediguhere nîşaneya serdestiyê."

Di serdema ku em tê de dijîn de, yek ji sedemên herî girîng ku mirovahî û xweza di tofaneke xedar de xeniqîne, di dema ku mirovahî di asta herî pêşketî û herî bilind a dîroka xwe de dijî, pirsgirêka jinê ye. bi rêkûpêk were meşandin û çareseriyên rast nayên hilberandin. Di dîrokê de pirsgirêka jinê bi awayekî yekalî hatiye destgirtin. Pirtûkên pîroz bi nêrîneke mêranî hatine nivîsandin, jiyan bi vê nêrînê hatiye teşekirin û jiyan bi yek rengî hatiye pêçandin. Ji ber ku ev pirsgirêk bi awayekî yekalî tê meşandin, perspektîf û zîhniyeta zayendperest civak ber bi xitimandinê ve kişandiye. Di dîrokê de rast nêzîknebûna pirsgirêka jinê bûye sedema têkçûna civakan

 

Dayika xwedawenda civaka xwezayî bi xirecira dîrokî veguherî fuhûşa perestgehê û li bazaran hat firotin. Gelek feylesof û rêber dema ku pirsgirêka jinê hildidin dest an jî dinirxînin, jin weke zayendeke ne temam pênase kirine û weke mirov nehesibînin. Di vir de nakokiya bingehîn ew e ku her du cinsên ku civakê pêk tînin, di şert û mercên  wekhev de ne xwedan û organîzatorên jiyanê ne. Jin; çewisandin, îstîsmar kirin, hildana bin zextê û ji zilam re kirina mebesta kêfê. Ev avabûna zihniyetê bi lixwekirina rengên cuda xwe gihandiye roja îro. Divê ev zîhniyeta heyî bê şikandin.

Di şert û mercên bêedaletî û newekheviyê de, bindestan xwe birêxistin bikin, li hemberî zîhniyeta nîzam û pergala hatî dayîn lêgerîna jiyana rast pêş bixin û lêgerîna xwe ya azadiyê kûrtir bikin. Jin wê li dijî pergala serdest a mêr vê têkoşînê geş bikin. Ji bo ku ev pêk were, cîhana raman û hestan dê li ser bingehên pir xurt ji nû ve were saz kirin. Heya ku têkiliyên jin û mêr rast neyên sazkirin, avahiyeke civakî ya rast pêk nayê.

 Bi rengê xwe yê îroyîn tê dîtin ku reng dide civakê mêr in. Pergala serdest a mêr li çareseriya vê pirsgirêkê nagere. Di warê sîstemê de jin her tim ji bo kesekî dijî û divê aîdê kesekî be. Li aliyê din jî divê ji bo jinan têkoşîneke îdeolojîk bê meşandin. Perspektîfên îdeolojîk û çavkaniyên hêzê di têkoşîna di navbera sîsteman de pir girîng in. Ger pirsgirêk li ser bingehek rast bê dest girtin  û çareserkirin, jin wê karibin zêdetir rengê xwe li pergala ku tê de dijîn bidin

 

Lê belê îdeolojiyên serdest û bindest nekarîn ji vê xitimandina dîrokê re çareseriyekê bibînin û rûxmê ku çareseriyek pêk nanîne jî, di heman demê de rewşek ku  li ser girêka heyî girika xwe jî girêda ne. Her îdeolojiya ku azadiya jinê bi perspektîfek realîst û azadîxwaz nêzîk neke, di rastiyê de civakê ber bi tunebûnê ve dikişîne û ber bi dawî ve diçe. Li beramberî pirsa “çawa bijîn” nikarin bersivên rast bidin û bersivên bêçare û wêranker bidin; Ev jî dibe sedem ku jina ku di jiyana mirovatiyê de cihê herî girîng digire, nikaribe di pozîsyona ku heq dike de jiyana xwe bidomîne. Encameke wiha di jiyanê de bêhevsengiyek çêdike. Ji vê qonaxê û pê ve jiyan li jinê hatiye jehrkirin. Li hemberî vê bêhevsengiyê jin wê nikaribe bi tevahî mîsyona ku dîrokê li ser xwe ferz kiriye bi cih bîne.

Yorum Gönder

0 Yorumlar