Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: DEXİLA TOK (AVİNAR)

Çiya ji aliyê kesên ku bizanibin azad bijîn, cihê serfirazî, azad fikirîn û jiyankirinê ye. Çiya cihê herî kûr yê lêgerîn û şênberbûna wê ye. Çiya sitargaha xwedewandane û cihê berxwedêr, Zîlan û Egîdan e. Cihek wisaye ku bi xwîna qehramanan hatiye şînkirin. Li serê her lutkeykê wê serpêhatiya lehengan hatiye neqişandin. Yek ji van serpêhatiyan jî jiyana jina şoreşger ya Avînar e.

Dexîla Tok bi nasnav Avînar di sala 02.10.1987’an de li Gundê Mijîn a girêdayî Qilabanê di nava malbatek welatparêz de ji dayîk dibe.

Malbata Avînar jî wek her malbatek Kurd roj nebûn ku bi êrişên dijmin re rû bi rû nediman. Ti roj nebû ku dijmin êrişê gund û malbatan  neke. Pir carnan bi teyare, carnan jî bi topan  êrîşî gundê Mijîn dikirin. Bi hovane gundan dişewitandin, her ferdek Kurd di êşkenceyan re derbas dikirin. Rêheval Avînar di temenê xwe yê biçûk de dibe şahidê êrişên dijminê xwînxwar. Heval Dexîla di 7 saliya xwe de bi malbata xwe re ji ber êrişan neçarî penaberiyê dibin. Rêwîtiya xwe ya penaberiyê di nava zorî zehmetiyê de derbas dike. Li Bihêrê di nava tinebûna penaberiyê de dest bi dibistinê dike. Kevir dibe defter ji bo wê. Wek her zarokek penaber li ser keviran nivîs fêrdibe. Lê rêwîtiya wê bi dawî nabe, gelek waran digûherin heta xwe digihînin Mexmûra ku cihê mar û dupişkan e. Ji tinebûnê hebûn avadikin. Rêheval Avînar dibistanê heta Navîn dixwîne. Di nava gelek karê saziyan de cih digire. Wek keçek ciwan ango wek jinekê ti caran nedikarî di nava çar dîwaran de sînordar bimîne. Ji bo wê, çar dîwar weke ku di zindanekê de dîl hatibe girtin bû. Ev yek wê dixist di nava lêgerînekê de. Ev lêgerîn, wê wiya ber bi çiyayê azad ve bikişanda. Li wargehê di nav her karekê de cih digirê. Carna li saziya ciwanan, carna li waxfa jin, carnna jî di nav xebatê semtan de bû. Bi wêrekbûn, edelatbûn û dilnizmiya  xwe, cudahiya kesayeta xwe ya ji xwişk û birayên xwe derdixist holê. Di nav dibistan û cînaran de jî ferqa kesayeta rêheval Avînar pir şênber û ber bi çav e. Bi keda xwe dihat naskirin. Belê dem hatibû divê Avînar  rêwîtiya xwe ya penabertiyê ber bi azadiyê û aşqê ve berdewam bikira. Divê evîna azadiyê hembêz bikira. Ji ber wê jî di 09.07.2001 de biryar dide ku tevlî şervanên azadiyê bibe û ji bo welatê xwe bibe parêzvanê rêya heqêqetê.

Di çiyayên azad de bi coşek mezin tevdigere bi moral diçe her karekê. Di demek kin de xwe di her hêlê de pêştêxe, dibe şopdarek ya Zîlan û Bêrîtanan. Dema her şihadetek yên rêhavalên xwe dibîne, ev di wî dilê wê yê  têkoşer de kîna li hember dijmin mezintir dike. Ji bo tola rêhevalên xwe rake bi wêrektiyek mezin diçe ser dijmin û di jiyanê de jî ji bo her hevalek xwe dibe mînakek ber bi çev. Ji bo rêheval Avînar, her karek serkeftî bi xwe re azadî di anî. Di 13.09.2007’an de li kato dijmin di her hêlê de êrişên xwe zêde dike. Rêheval Avînar di wî şerê giran de  digihije karwanên nemiran. Têkoşîna rêheval Avînar bi dawî nebû, her rojek ku derbas dibû serkeftina evîna azadiyê gavên bê hempa dihat avêtin.

 

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar