Mîna hemû dengbêjên ku bi stran, deng û awazên xwe ruh û can dane zimanê Kurdî û heta roja îro jîndar hîştine, di derbarê Seyîdxan de jî çavkaniyên nivîskî kêm in. Ev jî tirajediyek ji tirajediyên Kurdan e. Dema ku mirov li serpêhatiyên dengbajan, ew serpêhatiyên kêm mêze dike, bêhemdî xwe jixwe dipirse: Gelo çima hemû dengbêj bêxwedî û bêxwidan in. Ev ji feqîrî û belengaziya wan tê, yan jî qedera wan e?
Lê dema ku mirov li deng û awazên wan guhdarî dike, şika merov ya
yekemîn pûç dibe, ya duyemîn derdikeve pêş ku ew ji bindestiyê tê. Lewma
hunerên wan jî bi awayekî dibe bela serê wan.
Jiyana Seyîdxan jî mîna hemû dengbêjên heta roja îro dinya xwe
guhartine, bi feqîrî û xizaniyê derbas bû.
Di sala 1933’an de li gundê Lêxeriyê yê girêdayî Erxeniya Amêdê
çavê xwe li jiyanê vedike. Di zarokatiya xwe de sêwî ye. Hê du salî ye dîya
xwe, du sal şûnda jî bavê xwe winda dike û li ber destê apê xwe mezin dibe.
Di ciwaniya xwe de mîna Karapetê Xaço şivan û gavan e, di nav mêrg
û zeviyên axa û began de pale ye.
Derd û kulên xwe bi stranan tîne ziman
Koçber e. Ji gund koçberî Amedê dibe û êdî karî wî yê nû
boyaxkirina pêlavane. Ji ber sedema karê xwe yê boyaxkirinê ji giregirên bajêr
û ji xortên teber qilf û henekan dibihîse. Xemgîn bibe jî, ji qilf û henekên
wan naqahire. Ji ber ku karê ku ew dike, ne dizî ne jî talan û şêlandin e. Bi
keda eniya xwe li aliyekê debara jiyana xwe dike, li aliyekê derd û kulên xwe
bi kilam û stranan tîne ziman û bi wan dilê xwe disotîne.
Seyîdxanê ku rûyê dibistanê nedîtiye û nexwendiye, li zimanê xwe,
li çand û hunera gelê xwe xwedî derdikeve û jîndar dike.
Di dema şaredariya Mehdî Zana de, di şaredariya Amedê de wek
gêzikvan dest bi kar dike û heta sala 1980’î qîr û qirêjiya bajêr paqij dike.
Di sala 1980’î de ji şaredariyê teqawid dibe, lê belê karê boyaxkirina pêlavan
didomîne ku ev navnûcika wî ya Boyaxçî jî ji wê tê.
Her roj bi rûnê beyîf û pînê qedîfe pêlavên bajariyan dibiriqîne,
êvaran jî bi deng û awazên xwe, bi stranên li ser mêrxasî û evînê jenga guhê
Kurdan jê dibe û wan şad û dilşad dike.
Di zewice, li pey hev 7 zarên wî çêdibin û barê li ser milê wî
girantir dibe. Ji ber ku dengbêj e, dengbêjê gelê bindest û jîndarvanê zimanê
li ber mirinê ye. Lewma feqîrî û xizanî, mîna hemû dengbêjan pêsîra wî jî
bernade.
Di sala 2007’an de bi alîkariya şaredariya Amedê Mala Dengbêjan
ava dibe û Seyîdxan di nava wê malê de jî cihê xwe digre û bi dengbêjiya xwe
dixemilîne.
Seyîdxan strana 'Têlî' bêhtir xemilandî ye
Bilbilê Amedê Dengbêj Seyidxan bi salan û bê westan kilam û
stranên li ser mêranî û mêrxaziya Kurdan û li ser evîna evîndaran, bi deng û
terzê xwe yê taybet striya, bi kilam û stranên xwe re guhdarvanên xwe li deşt,
çiya û zozanên Kurdistanê gerand.
Ji kilam û stranên ku wî distira û bêhtir pê dihat nasîn, strana
'Têlî' ye. Gelek dengbêjên din jî ev stran gotine, lê belê versiyona ku
Seyîdxan distirê, dirêj û bêhtir xemilandî ye. Herçiqas li ser evîn û bedewiya
Têliyê hatibe derxistin jî, têde pesnê mêranî û mêrxaziyê jî cih digre û bi wê
stranê Seyîdxan meriya digre, li Çiyayê Şerefdînê, li Qereyazî û Bîngolê, li deşt
û zozanên Serhedê digerîne.
Dengbêjê Kurd ê bi nav û deng, Seyîdxanê Boyaxçî di 87 saliya xwe de koça dawî kir.
Bilbilê Amedê Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî koça xwe ya dawî kir, mîna
hemû stranên wî 'Têlî' sêwî, Kurd jî wek hemû dengbêjan ji wî ra jî deyndar
man.
Di zindîtîya wî da zêde lê xwedî derneketin, divê ji îro pê va bi
guhdarîkirina stranên wî, deynê xwe bînin cîh û herdem bibîrbînin.
0 Yorumlar