Ticker

10/recent/ticker-posts

Azadiyek Sexte



Di jiyanê de rêya rastiyê azad jiyankirin e.  Jiyanek ne ji dil be, jiyanek bê wate ye.Yê ku jiyanek rast bixwaze avabike, destpêkê divê ji xwe û ji civaka xwe destpê bike. Di rastiyê de jiyanek azad di hizir de azadbûne, kesê ku di fikirê xwe de ne azad be ew kes nikare jiyanek azad bide avakirin.

Mirov di rastiyê de azadiyê tenê bi fîzîkî digire dest, weke ku li gor cil û berg, bi serbest tevgerkirin, her tiştê ku bixwaze bike û hwd wek azadî dihesibine. Ji bo jiyanek azad li rastiya xwe geran, li heqiqetê geran e. Ew kesê ku li pey jiyanek azad, wê bikaribe rastiya civakê û rastiya jiyana xwe jî bibîne. Gelê Kurd hertim bê îrade û bê maf maye. Bi salane li hemberî dijmin ji bo jiyanek azad têkoşînek bê hempa dide meşandin. Li hemberî ewqas êrişên ku li ser gel tê meşandin dîsan jî têkoşîna xwe ya ji bo jiyanek azad nedaye rawestandin. Ne tenê gelê Kurd, di heman demê de gelek hemwelatiyên cihanê jî ku em bigirin dest ji bo jiyanek azad jiyan bike li hemberî dewletan serî netewandine, hertim li berxwedaye. Di civakan de hîn zêdetir li ser ciwan û jinan astengî heye, desthilatdar di her alide çi di aliyê kapitalîzmê de, çi jî di aliyê teknîk û teknolojiyê de be bi van rêyan nahêlin ku di aliyê fikir de pêşbikevin. Ger civak di aliyê fikir de pêşnekeve, wê ew civak ber bi koletiyê ve biçe û azadiyek sixte jiyanbikin. Dewlet jî dizane eger di aliyê fikir de pêşbikevin wê serdestiya dewletê bikeve di rewşa bindestiyê de êdî wê ciwan û jin bikarin civakê birêvebibin, bi vî awayî civakek azad û jiyanek azad wê pêk were. Wek fermandarê mezin Şehîd Zerdeşt jî gotî; “Heta dilopek xwîna di canê me de hebe, emê têkoşîna xwe berdewambikin.” Ji ber ku jiyanek azad jiyankirin di destê herkesê de ye, tenê ji bo wê têkoşînkirin û li berxwedayîn pêwîste. Em dikarin wisa bêjin ji bo azadiyek rast were bidestxistin, divê li ser fikrê Rêber Apo bê meşandin, mînaka herî berbiçav Rêbertî bi salane di nava çar dîwaran de herçiqas di aliyê fîzîkî de azadiya wî hatibe astengkirin jî, lê di aliyê fikirê xwe de azade ti kes nikare wî di vî alî de astengbike. Di aliyê hizirên xwe de jî cîhan hemû xistiye di bin bandora xwe de.  Di roja me ya îro de tê dîtin ku mirovên di cihanê de jiyandikin çiqas xwe azad hîs bikin jî, di aliyê fikir de hertim dibin bandora dewlet, civak û malbatê de ye. Armanca dewletê ewe ku gel di aliyê aqil de pêşnekeve, her roj dewlet bi amûra kapîtalîzmê civakê dixe nav xefka xwe de, her gav bi teknîk û teknolojiyê tiştên nû dide avakirin ku mirovan tenê berbi xirabiyê ve bibe û ji rastiya wan bên dûrxistin. Azadiyek sixte bi vî awayî bi wan  dide jiyankirin. Di roja me ya îro de mirov azadiya rast tenê wek fîzîkî digire dest, lê azadiya rast ne tenê ewe. Eger mirovek di aliyê fikir de ne azad be, di cîhanê de li kuderê dibe bila bibe wê nikaribe jiyanek rast jiyanbike. Mirovek di aliyê fikir de azad be, di nava çar diwaran de jî be wê bi saya hizrê xwe bikaribe jiyanek rast bide domandin. Wek Rêber Apo dibêje: “Azadî ji zarokatiyê destpêdike.”  Encex mirov zarok be ti kes nikaribe fikrên me, xeyalên me binpêbike.

Rêber Apo dibêje: “Jin azad be, wê civakek azad be û jiyanek azad bê avakirin.” Tê ditin ku her tiştê di roja me ya îro de pêşketî bi destê jinan, bi keda jinan, bi têkoşîna jinan hatiye avakirin û pêşxistin. Niha jî yê ku herî zêde ji azadiyê bê par mayî jin in. Bi fikrê Rêber Apo bi hezaran jin azadiya xwe bidestxistine, êdî ew bûne pêşerojên civakê. Têkoşîna wan a ku ji bo azadbûn û azadkirinê bi fedekariya xwe, bi ruhê şoreşgertiya xwe niha li her derî berxwedayînek bê hempa didin meşandin. Êdî jin ji xewa giran rabûne, bi saya Rêbertî bûne sembola azadiyê.

Şevîn Taş

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar