Mirov dikare pirsgirêkên wisa bi dest bigre, em dixwazin yek du aliyên din ên malbatê zelal bikin. Bi taybet ber bi çûyîna çareseriya şoreşgerî de pêwîste em hindek tiştan bi bîr bînin. Hindek rexne hatin kirin, ew pirsgirêkên ku ji ferasetên kêm re rê vedikin, me yek bi yek danîn holê. Em dikarin hîn jî berfirehtir bikin. Pêdîvî bi nirxandinên ku li ser çareseriyê bandor bikin heye. Dibe ku ev yek xwe di dema pêş de bide hîskirin, em dikarin ne tenê di civakê de bi taybet li bin sîwana partiyê de jî çareseriya vê pirsgirêkê ya sotîner bikin. Hêmana ku pêwîste were fêmkirin û were zelalkirin ev e. Saziya malbatê ya di civakê de û têkîliya jin û zilam, çawa ku weke saziyeke ketinê, xwe ji her alî ve bazarkirinê û her cureyê harbûn û xerîbûnê tê nirxandin û ev nirxandin jî çiqasî girîng e, di nava partiyê de jî bi bandora wê ve tekoşîn dayîn jî ew qas gîring e. Pêwîste mirov van bandoran nexe nava partiyê. Di nava partiyê de ber bi çareseriyeke rast ve çûyîn û rêyeke rast girtin girîng e. Di rastiyê de ev mijareke gelekî kûr e. Ev mijar ewqasî ji cewher hatiye derxistin ku, ji bo hemû bêrûmetiyan ew qasî bingeh avakiriye ku di serî de çareserkirina wê çawa ku gelek ji we bi wî rengî bawer dike, ew qasî hêsan nîne. Ev pirsgirêkên ne bi zewacên şoreşgerî yên erzan, ne bi înkarkirin, ne jî bi rêbazên pêşxistina zextê ve nayên çareserkirin. Pirsgirêk hîna berfirehtir e. Ev pirsgirêk bi qasî ku dîrokî ye, pirsgirêkê wisa ye ku pêwîste di rêya wê de tekoşîn were dayîn.
Dema
ku serdestiya partiyê bi pêş dikeve, milîtaniya partiyê hêzê bi dest dixe,
tişta ku destpêkê tê bîra mirovan, serdestiya li mirovan e. Serdestiya li ser
mirovan şêwazeke zext û dagirkeriyê heye. Şêwazeke din jî wan azad bikî û bi
kar bînî ye. Ger kadroyên me di nava têkîliyên malbatê yê kevneşop de ne û li
ser hîmê serdestiya dewletê hatine mezinkirin, ev yek tê wê wateyê ku ew
serdestiya partiyê, ya dewletê û ya malbatê tevlîhev dike. Ji ber wê jî dema ku
dibêje ezê partiyan an jî gelan bixim bin serdestiya xwe, di rastiyê de heta
dawiyê xeteriyê nîşan dide. Ji bo ferasetên serdestiyê yên derveyî xwe re rê
vedike. Ger ev bi rengê koletiyê xwe nîşan bide hîn xetertir e. Bêhêz e, ji
serdestî û erkgirtinê agahiya xwe tineye. Ji bo koleyekî kî çi bibêje ewê bi
wir ve biçe. Ber bi kûve were xwestin dê biçe wî alî, ew jî gelekî xeter e.
Dema ku ev rastî li ser jinê bi pîvanên zilam ên kevneşop were pêkanîn jî, ev
tiştekî hîn xetertir e. Li hemberî azadiyê û wekheviyê bêhêz e. Tiştê xirab jî,
dema ku derfet bibîne, yan aliyê xwe yê înkarkirinê yan jî ketibûnê dide
axaftin. Ev her du rewş jî xeter in.
Dema
ku di bin bandora nêzîkbûnên kevneşop an jî têkîliyên her du zayendan de
bimîne, ya nikare wê derbas bike yan jî dê înkar bike ku ev di her du kesayetan
de jî gelekî bi bandor e. Ev rastî vê pirsgirêkê giran dike û ber bi çareseriyê
ve nabe. Çanda wî lewaz e, asta wî ya perspektîfan lewaz e. Ya herî girîng jî
hewldan û tekoşîna wî lewaz e. Pirsgirêk bi vê nêzîkatiyê ve nayê çareserkirin.
Beriya her tiştî xwe di asta ferasetê de amade nekiriye. Ji bo têkîliya di
navbera zayendan de gelo bi kîjan feraseta bingehîn ve nêzîkbûn çêdibin? Di vê
mijarê de tişta ku destpêkê tê bîra mirovan “bavê min bi dayika min çi kiribe,
dayika min bi bavê min çi kiribe, yan di kolanan de yan jî di televîzyonê de
çawa tê pêşxistin ezê bi wî rengî bikim” ev nêzîkbûn e. Asta wî ya dîrokî nîne,
asta azadiyê nîne, asta şer nîne hînî rêzefilmên tv yê yên sînemayê bûye,
nêzîkbûnên ku ji vir girtiye, nêzîkbûnên ku malbatê ew hîn kiriye, yê ku ji
malbatê dîtiye û dizane ye. Tê zanîn ku ev çiqas tiştên bi nexweşî ne. Heta ev
nexweşî yê ku faşîzm tehrîk dike ye. Gelekî zelal e ku ev nêzîkbûn ji serdema
despotîk maye.
DAWÎ
Rêber Apo
0 Yorumlar