Amedê biçûk digot Denîz em ê biçin ditana mele mesûl ango
dikana mele Resûl… germe, warên ku tu niha lê dimînî pir germe. Hem jî
germahiya wê li dilê mirovan di de. Amedê min li nava germahiya werekî penaber
de dijî. Çavên reş weke zeytûn li benda çûyîna warê xwe, li benda aştiya ku
were welatê wî li wê bendêye ku rojekê biçe cihê kal, pîr, dê û bavan… Amedê
piçûk hîna rastiya jiyanê fêr nebûye. Lê ew dizane ku ew ne ji wî warê germ û
toz kulxanê ye. ji cihekî we ye ku wî nedîtiye û ne jî navê wir dizan e. dizane
ku li dûr gundek heye ew jî gundê wan e. Weke dibêjin ku li dur gundek heye em
neçinê û em nebînin jî ew gundê me ye. Ê Amed jî weye ku li dûr gundek heye
Amed ne çê jî ne bîne jî ew gundê wî ye, warê wî ye.
Dema ku ew bi min re diaxifî gelek kêfa min dihat. “ditana
mele mesûl, înertet, mamê mezran an jî digot dicik. Ev peyvên wî ên ku li gor
ferhengoko amed bûn. Difçikê minzînê. Falan.
Li gor hemû zarokê malê ferhengoke hebû ya amed jî
ferhengoke çûda bû. Ew xwediyê vê ferhengokê bû. Li gor Amed nav cuda bûn. tenê
wî ji zimanê xwe fêm dikir. Heta ku mirovan jê famdikir hinek dem derbas dibû
ji ber ku ferhenga wî qet nedihat guhartin.
Amed kurkê esmer, şîrîn zarokek pir heval hez û parîz bû.
Dema ku tu wî dibî cihekî di vê ku tu pir bi amdekarî biçî, ji ber ku amed li
hemû kesên dî difikire. Dema ku tu ji wî re tiştek bikirî divî ku tu hesabê
Adem, Hemze, Sarya, Mazlum, Cuma, Bêrîtan û keçika ku tu carî di hêla Amed de
nayê ji bîrkirin Warê bû. Warşîn keça cîranê wan e ew û Amed di temene kî de
bûn bi hevre li hemû deran digeriyan bi hevre li hemû deran bûn, hevalên wan,
lîstokên wan her yek bûn. Dema ku tu di taxa malên wan re dibûrî te dengê Amed
û warê li wan waran dibîhîst. Sebra wan bê hev nedihat. Dema ku Amed di got
Walê hezar Walê ji devê Amed derdiket. Her yek ji wan ji gundekî dûr, ji warek
dûr bûn. xeynî heval û cîrantiya wan ti girêdanê wan ê dî bi hevre nebûn. Dema
ku em berê bifikirin di be ku wan mirovan bi ti awayî hevdû nasnekirina, ger
penaberî ne bûya. Belê pir bi êşe lê îro tiştê ku ew anîne gel hev penaberiye.
Bingehê hevaltiya wan li ser dîwarên penabertîyê hatiye avakirin. Di nava mirov
kes û nasên xwe dane lê hetine cihên xerîb û bê kes. Tenê axek xubar û warek
kevil. Wana li wir gor xwe hin tiştên cuda dane hûnadin. Di nava xîza mexmûrê
de ji bo xwe jiyanek cida dane avakirin. Li gor wan ferheng jî têne guhartin,
jiyan jî cuda di be. Ji ber ku wana dîwarê jiyan xwe li ser dîwarê penabertiyê
lêkiriye. Ew ne panaberê hest û jiyanê bûn, ew penaberê war û cihê xwe bûn. Kes
û mirovên xwe bûn. yek ji wan ji wanê bû
ya dî jî ji çelê gundê guzereşê bû, lê penaberiyê ew kirbûn cîran dost û heval.
Ew bibûn neçarê heman çarenûsê jî. Caran birçî, caran têrî. Li bin banê tirsa
mirinê jiyandikirin. Ji ber ku wan herdûka jî di nava agirda xweşk û birayên
xwe winda kiribûn. Wan êdî Kes û mirovên naznedikirin. Ji bo wana ap, xaltîk,
met, xal tinebûn û ewana bibûn mirovên biyanî. Ji ber ku tenê ew herdûk kes û
nasên hevbûn. AMED, WARÊ ango WARŞÎN.
Dema ku min ew herdûk bi hevre didîtin ez pir hestiyar
dibûm. Destê hev ê piçûk digirtin bi hevre hêdî hêdî dimeşiyan û pir cara min
meraq dikir gelo ev hevre çi debêjin, çi xeyal dikin. Ew xeyalên ku pê mizin
dibin. Gelo rojek wê were bîra wan ku bi hevre mezin bûne. Dema mirovan di got
Amed Warê dihat bîra wan, an jî dema digotin Warê Amed dihat bîra mirovan.
Hevaltiyek wan gelek xweş û şîrîn bû. Dema dihatin gel min, min tenê li wan
temaşe dikir.
Dayîka herdûka jî pir baş li wan dinêrî, serê wan dişoştin û
cil bergê wan li wan dikirin dişandin derva. Amed kurek esmer şîrîn biçekî jî
li gor xwe ferhengeka wî hebû. Warê keçek pir xweşik rengê wê jî genimî bû.
Amed ji bo hemû renga şîn digot. Pir pişter ez pê hisiyam ku Amed ji bo rengê
sor dibêje şîn. Rengê sor pir hez dikir, lê we diyar bû ku ji navê sor hez
nekir ji ber wê jî te çi bikirba jî Amed ji bo sor digot şîn e. kesî nedikarî
amed bi vê yekê bi de bawerkirin ku ev reng sor e. Ji ber ku di ferhenga wî de
ev reng şîn e ewqas. Êdî divê tu ti peyvek dî nebêjî ji ber ku Amed gotiye ev
şîn e. Xûşk û birayên Amed gelek bûn lê Amed ji wan hendek nas nedikir ji ber
ku ew ji wî gelek dûr bûn. Hinek ji wan li tirkiyê, hinek li Bakurê Kurdistan,
hinek ji wan jî di nav refên gerîlada bûn. Amed heşt xwişk û birayên xwe qet
nedîtibû, tanê navên wan dizanî. Kê biçûbûya mala wan dikarî bi Amed bide
bawerkirin ku ew xwişk an jî birayê wiye. Ev ne tenê ji bo Amed wisa bûî ji bo
hemûyên dî jî wisa bû. Adem, Hemze an jî Sarya jî wisa bû te dikarî bi wan bidî
bawerkirin ku ev xwişk û birayê wî ne.
Amed ji xwişka xwe ya mezin a ku li malê Bêrîtan pir adiz
bû. Ji ber ku Bêrîtan lê di da. Ji ber wê jî Amed ji wê hez nedikir. Di got ez
ji Bêrîtan hez nakim. Dema ku mirovan Amed hindekî hez bikiraba Amed ji wan pir
hez dikir. Ji ber ku Amed zarokek pir mirov hez û heval parîz bû. Dema ku min
Amed cara yekê dît ew heşt mehî bû. Paşê di salî bû min dît. Herî dawiyê gava
min ew dît, bibû pênc salî. Di pênc saliyê de caran ji min şerm dikir. Gava
biçûbûya avdest xanê, şalê xwe ji xwe dikr û wisa diçû avdestxanê, ji ber wê ji
min re digot li min nenêre. Temam ez ê şalê xwe bixim.
Ez nizanim çima min wisa Amed nivîsî. Min dilkiribû hinekî
hevala Binefş vebêjim. Lê vê carê rê jî pênûsê berê min da warek û cihek cuda.
Deniz Firat
08.08.2008
0 Yorumlar