Hevserokên bajêên herêma Egeyê anîn ziman ku ji bo Kongreya Asayî ya Mezin a 5'an a HDP'ê amade ne û ew ê bi girseyî tev li kongreyê bibin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 3'yê Tîrmehê de li
Hêwana Sporê ya Enqereyê Kongreya Asayî ya Mezin a 5'an li dar bixe. Kongre dê
bi dirûşmeya "Çareserî em in, gotina me heye" bê lidarxistin. Xebatên
ji bo kongreyê li çar hawirdorên Tirkiyeyê bênavber didomin. Tê payin ku bi deh
hezaran kes tev li kongreyê bibin.
Têkildarî xebatên li herêma Egeyê em bi hevserokên bajarên
herêma Egeyê re axivîn.
Hevseroka HDP'a Îzmîrê Berna Çelîk, diyar kir ku di xebatên
ji bo kongreyê de rasterast pêwendî bi gel re danîne û pêvajoyê nîqaş kirine.
Çelîk got: "Me di van xebatan de enerjiyeke pozîtîf a zêde dît. Welatî
rewşa heyî ya Tirkiyeyê qebûl nakin. Me di van xebatan de dît ku partiya me ne
partiyeke nava çar dîwaran e, li kuçeyan, li taxan, li dibistanan, fabrîkeyan û
nava erdan e. Ev yek ji bo me dibe enerjî û cihê moralê. Ji lew re em hêza xwe
ji girseya xwe digirin û wisa mezin dibin."
HDP MEZIN DIBE
Çelîk destnîşan kir ku dê piştî pêvajoya kongreyê pêvajoya
xurtkirina Rêya Sêyem dest pê bike û got: "Ji faktorên ku zemîna vê
kongreyê birêxistin kir yek jê jî ev bû. Em çendî bên binçavkirin, çendî bên
girtin û tune bên hesibandin jî, lê em pergaleke ku her tim xwe ji nû ve ava
dikin. Desthilata AKP-MHP'ê her cara ku ditengije me hedef digire. Lê dê
kongreya me li dijî van êrişan bibêje, 'Hûn nikarin me bigirin, em li vir in,
mezin dibin.'"
KELECANEKE MEZIN
Hevseroka HDP'a Aydinê Aysel Baytar Onsel jî destnîşan kir
ku dê di kongreyê de peyama li dijî girtin û çewisandinan bidin û li dijî van
çewisandinan xwedî li partiya xwe derkevin. Onsel got: "Di vê çarçoveyê de
me li tevahiya navçeyan komîsyon ava kirin û xebatên xwe domandin. Me li taxan,
li qehwexaneyan, li malana hevdîtin bi welatiyan re kir. Me otobêsên xwe amade
kirine û em lîsteyên xwe çêdikin. Kelecaneke mezin heye. Bi rastî jî di vê
pêvajoyê de gel bihêrs e. Em ê bi hêvî û bi hêzeke mezin ji Aydinê bi rê
bikevin û li dijî tahde û zilma li HDP'ê tê kirin bi awayekî girseyî tev li
kongreyê bibin."
GEL XWEDÎ LI HÊVIYA XWE DERDIKEVE
Hevserokê HDP'a Manîsayê Kerem Taylan jî diyar kir ku pir bi
kelecan in. Taylan bilêv kir ku dê kongreyeke bi hişmet bê lidarxistin û got:
"Xebatên me li gor plansaziyekê didomin. Manîsa ji berê de hay ji
polîtîkayên tepisandin û tasfiyekirinê yên li hemberî gelê kurd heye. Lewma
gelê me di pêvajoyên bi vî rengî de hîn bêtir xwedî li partiya xwe derdikeve û
têkoşîna xwe didomîne. Li vir tevî hemû astengiyan jî welatî xwedî li partiya
xwe derdikevin."
DÊ BIBE BERSIVA ÊRIŞAN
Hevserokê HDP'a Mûglayê Emîn Yaşar jî wiha axivî:
"Armanca me em kongreyeke bi coş li dar bixin. Ev yek di xebatên me de jî
xwe dide der. Mûgla bajarekî belawela ye. Lê me li her derî broşurên xwe belav
kirin û em yeko yeko serdana malan dikin. HDP partiya gel e, partiya baweriyan
e, partiya tevahiya bindestan e. Em ê bi kelecan û hêviyeke mezin bersiva
êrişan bidin."
LI DENÎZLIYÊ ELEQEYEKE MEZIN JI BO HDP'Ê
Hevseroka HDP'a Denîzliyê Cebahîr Kayar jî diyar kir ku heya
niha li navçeyan bi eleqeyeke mezin re rû bi rû mane û wiha got: "Li
navçeya Honazê ku herî zêde 4-5 kes tev lê dibûn, vê carê em bi eleqeyeke mezin
re rû bi rû man. Denîzlê dê bersiveke mezin bide êrişên li ser partiya xwe. Me
otobêsên xwe tije kirine. Bi taybetî jî eleqeya ciwanan hîn zêdetir e. Ji niha
ve diyar e ku dê bibe kongreyeke bi kelecan û cihê moralê."
Hevseroka HDP'a Balikesîrê Gulay Çelîk jî destnîşan kir ku
xebatên wan ên ji bo kongreyê bênavber didomin. Çelîk destnîşan kir ku dê ev
eleqe û kelecan xwe di kongreyê de jî bide der û got, dê gelek kes ji
Balikesîrê tev li kongreyê bibin.
0 Yorumlar