Ticker

10/recent/ticker-posts

DEM DEMA KETINA TEVGERÊ YE


Di şevên tarî de, dema ku ronahiya stêrkan xuya nake û hêvî rengê xwe nade jiyanê, yê ku agirê berxwedanê geş bikin ciwanin. Agir taritiyê dikuje û çavkaniya enerjiyê ji hemûyan re dibe. Bi vê ruhê ciwantiyê Rêber Apo meşa azadiyê destpêkir û agirek wisa pêxist ku ronahiya vê her ku çû belav bû. Bi milyonan bi vê enerjiya bê sînor re bûn yek û mezinahiyek afirandin ku peyv nikarin ifade bikin. Ji rojên destpêka Tevgera Azadiya Kurdistanê Rêber Apo rola pêşeng ya ciwanan destnîşan kir. Bi cesareta xwe, bi hêza xwe ya xeyal kirinê û potensiyela xwe ji bo ji nû ve avakirinên bingehîn, ciwan di asta herî jor de xwedî mîsiyonê ne. Ne tenê hêza ciwanan a fizîki, jî vê hîn zêdetir hêza hişmendî giringe. Quweta rûxandina qalibên bi zerar û ji nû ve avakirinê taybetmendiya ciwantî ya herî diyarkere. Ji roja ewil ya pêşketina serdestî û bindestî, desthilatdaran hewldan ciwanan kedî bikin, ji ber ku taybetmendiyên ciwantiyê ji bo berjewendiyên wan metirsiya herî mezin bû. Di milekî de pêwistî bi hêza ciwanan a fizîkî hebû, di milê din de jî pêwîst bû ku ciwan nekevin ferqa îradeya xwe. Beşa civakê ya ku herî zehmet tê kolekirin ciwanin û beşa ku dikare civaka xwe li hemberî kolekirinê biparêze jî ciwanin. Ev dibe sedema dîroka hezaran salan ku şerê taybet li hemberî ciwanan tê meşandin û lîstokên cur bi cur tên pêşxistin da ku ciwan hêza xwe dernaxînin holê. Bi awayekî sîstematîk lêgerîna azadiyê, yê ku herî zêde giredayî rastiya ciwantî ye, tê tepisandin. Rêber Apo vê yekê deşifre kir û wekî Prometeus agirê zanebûnê da destê ciwanan. Rêber Apo cewhera ciwantî derxist zelaliyê, nasnameya ciwanan ji hemû hekeret û biçûkxistinê şûşt û hemû amûr da destê ciwanan ku azadiya xwe bidestbixin. Îro meşa azadiyê ya Rêber Apo dayî destpêkirin, gihîşt astek wisa ku yên ku bi salane dixwazin pêşiya bihîstina dengê Rêber Apo bigirin, yek bi yek dişkînin û neçar dimînin gav bi gav tawizan bidin. Meh bi meh, roj bi roj leza guherînê zêde dibe. Her ku diçe zelaltir dibe ku êdî her kêlî, her kiryar giringe. Her gav di nivîsandina dîrokê de diyarkere. Di wextek wisa de, ji her demê zêdetir pêwîst dike ku em wek ciwan rola ku dikeve ser milê me bilîzin û hemû hêza xwe bixin tevgerê. Pêvajoya ku em niha têde ne, ji rêzê tevgerandin efû nake. Ne hestên ji rêzê têrê dikin, ne jî çalakiyên ji rêzê. Her peyama ku ji hevdîtinên dawî yên bi Rêber Apo re hatî kirin derket holê ku bi zelalî vê yekê îfade dike, ku niha dem dema her tişt xistina tevgerê ye. Eger em niha meşaleya ku Rêber Apo dayî destê me bilind bikin, hilweşandina pergala Îmralî nêze. Zincîrên ku me heta vê rojê neşikandine, pêwistê em bişkînin. Sala derbasbûyî tijî mînakên mezin bûn, ciwantî çawa dikeve tevgerê, çawa dibe enerjî û çawa dibe bersiv. Me dît çawa ciwan li çiyayên Kurdistanê arteşa dûyemîn a NATO felç kirin, dronên dijmin ji asîmanan barandin. Me dît çawa dû ciwan ketin di nava dilê dijmin û pergala wî tarûmarkirin. Me dît çawa ciwanên li Rojava ji her derî bi erka xwe radibin, mîsiyona xwe bi lêhengî pêktînin û hêviyên dijmin dikin toz û dûman. Ê ku vê salê bike sala serkeftinê, li gorî wan mînakan tevgerandine.

Derwêş Manî

  

Yorum Gönder

0 Yorumlar