Jinên Wargeha Mexmûrê şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi minetdarî bibîr anîn û hêzên ku di wê komkujiyê de cih girtibûn bi tundî şermezar kirin û gotin “Heta ku kujerên wan neyên eşkerekin, wê têkoşîna me berdewam bike.”
Xurbet Tallî
Wek tê zanîn di 9’ê Çileya 2013’an de sê jinên pêşeng yên Kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê di encama komkujiyekî nemerdane de hatin şehîdkirin. Kujerê wê komkujiyê heta niha jî nehatiye dadgehkirin. Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, têkildarî wê komkujiyê ji ajansa me Rojnews’ê re axivîn.
‘Ji bo jinê wekî çirûskekê ye’
Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Qîmet Şirnexî di destpêka axaftinên xwe de, di kesayeta Şehîd Sara de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anî û got: “Hevala Sara jî yek ji wan jinane ku çewisandinên li ser civakê hatî pêkanîn bi çavên xwe dîtî û jiyan kiriye. Biryardayîna hevala Sara ya nava rêxistinê û têkoşîna ku di nava rêxistinê de dayî meşandin, dema mirov temaşe dike, dibîne ku çiqas xwestiye li jinên Kurd bi taybet li jinên bindest xwedî derbikeve. Hevala Sara bi taybet di nava civakê de ji bo jin wekî çirûskekê, wekî xilasbûna jina Kurd tê dîtin. Hevala Sara di pirtûka xwe ya ku dibêje; ‘Jiyana min tim şere’ dide xuyakirin ku pêwîste jin bi taybet jî jina Kurd berxwedanek pir xurt bide heta ku bigihije mafê xwe û bikaribe di nava civakê de weke kes bê dîtin. Li ser vî bingehî pêwîste em di hemû aliyan de jiyana hevala Sara ji bo xwe bikin mînak û têkoşîn bikin.”
‘Çavtirsandina jinên Kurde’
Qîmet bi van gotinan dawî li axaftinên xwe tîne: “Dema mirov berê xwe dide şahadeta hevala Sara, mirov dibîne komployek berbiçav heye. Destê hemû dewletên xêrnexwaz yên ku dixwazin Kurdan tine bikin, bi taybet yên dixwazin jinên ku pêşengtî ji jinên Kurd re dikin tine bikin têde heye. Armanca wan çavtirsandina jinên Kurd û jinên ku pêşengtiyê ji jinên Kurd re dikine. Em wek jin jî pêwîste ew têkoşîna ku hevala Sara dayî meşandin, mezintir bikin û heta ku ev bûyer ronî nebe, emê di nava hewildanan de bin.”
‘Em bi wê hêz digirin’
Mamosta Bêrîvan Aşan jî hêrsa xwe ya li beranberî komkujiya Parîsê wiha tîne zima: “Ev komujiya despêkê ya ku li Parîsê pêkhatî, cihê şermezariyê ye. Bi rastî jî cihekî wekî Parîs ku komkujiyek wisa pêktê cihê gumanê ye. Qaşo dibêjin Parîs welatek yê evîniyê ye, welatek yê mafê mirovan diparêze, lê ne raste. Wek tê zanîn hevala Evîn Goyî û hevala Sara, ji destpêka şoreşê heta niha bi berxwedaniyekî mezin hatiye. Em weke jin minetdarê wanin ku ji destpêka şoreşê heta niha wan mafekî ku em bizanibin bêjin em jinin, em xwedî maf û hêzin bi me da afirandin. Mîrasê ku hevala Sara, hevala Evîn û rêhevalên wan ji me re hêlayî em gelek pê serbilindin. Em wekî jin xwe di çavên hevala Sara de dibînin, em bi wê hêz digirin, bi wê mezin dibin û digin lutkeyek herî jor. Heta ku kujerên wan neyên eşkerekirin, wê têkoşîna me berdewam bike.”
‘Xeta azadiya jinê ye’
Herî dawî mamosta Helena Babat jî têkildarî heman mijarê axivî û diyar kir ku hevala Sara yekemîn jine ku di avabûna Partiyê de li gel Rêbertî kar û xebat dayî meşandine. Her wiha ev xeta bîrdozî ya ku têde bi hezaran şehîd hatine dayîn, parastiye û wiha dibêje: “Hevala Sara yekemîn erk û berpirsyartiyên xwe yên ji bo azadkirina jinê ku Rêbertî her tim dide pêş û dibêje; ‘heta jin azad nebe, civak azad nabe’ li gorî wê pîvanê têkoşînek pir mezin daye meşandin. Hevala Sara hem li qadên çiya, li wargehên cûda, li Ewropa û bi taybet li Wargeha Mexmûr xebat daye meşandin. Divê em wek jinên ciwan, jinên wargehê û jinên cîhanê li ser xeta hevala Sara bimeşin. Ji ber ku xeta hevala Sara xeta azadiya jinê ye, xetek ya ku em bikaribin têde hem di aliyê kar û xebatan de û hem jî di aliyê bîrdozî de xwe pêşbixin. Hevala Sara li dibistanên wargehê jî gelek kar û xebat daye meşandin, bi saya wê em dikarin bi zimanê xwe çanda xwe ya Kurdewarî jiyanî bikin. Em deyndarê keda hevala Sara ne, ji bo em bikaribin kujerên wan raxin ber çavan, pêwîste em li wargehê, cihê ku komkujî çêbûyî û li her derê çalakiyên xwe bidin berdewamkirin.”
.jpeg)



0 Yorumlar