Gelo rastiya em dizanîn çiqasî nêzî rastiya mirovahiyê ye. Ango pêkanînên niha yên hêzên desthilatdar ên li ser jinê tên pêkanîn çiqasî nêzî rastî û xwezaya jinê ye? Ne gengaze xwezaya ku em di nava de jiyan dikin ku her tişt bi xweşbînî hatî razandin, tûndiya li ser jinê wek mafek bibîne. Dijberî wê her heyînek yên di nava vê gerdûnê de xweseriyek xwe û heyînek xwe ya bi wate heye. Yek ji van heyînan jî jine ku hertim wate daye jiyana civakî. Lê dema em temaşe dikin îro di nava hemû civakên cîhanê de nakokî û du bendî tê jiyankirin. Ger em xwe bigihînin heqîqeta van nakokiyan, emê bibînin ku sedemê nakokiyên kûr yên di nava civakan de tê jiyankirin êriş û tûndiya li ser jinê ye. Ji bo sîstema destpot a qirker xwe bigihîne armanca xwe ango xwe bigihîne qezanca herî zêde, pêwîst bû ku destpêkê ked û destkeftiyên jinê ji dest bigire, ji bo wê jî destpêkê êrişê heyîna jinê kir.
Sîstema hegemon li ser înkarkirina
mafê jinan xwe mezin dike. Ji bo ku vê hişmendiya xwe li ser mirovahiyê ferz
bike, gava destpêkê xwe sipart baweriyên civakê, pîvanên baweriyan li ser biçûk
dîtin û lewaz dîtina jinê sazûman kir. Bi vê sazûmaniyê re serdem bi serdem jin
hat tepisandin û înkarkirin, heta niha jî ev êrişên desthilatê yên li ser heyîna
jinê bê navber berdewame.
Baweriya Îslamyetê ya ku li ser
parastina jinan hatî destpêkirin, îro hêzên desthilatdar ji bo biçûk dîtin û ji
holê rakirina mafên jinan bikartînin. Wek tê zanîn pêvajoya beriya Îslamyetê di
nava civakên Rojhilata Navîn de bi taybetî jî di nava civaka Ereb de zayenda mê
wek zêdahiyek dihat dîtin û bi hovîtî dihatin qetilkirin. Ji bo pêşî lê girtina
vê hovîtiyê, Hz Mehemed di wê pêvajoyê de derket û pêşî li vê hovîtiyê girt. Cardin
bi heman hişmendiyê dixwazin li ser mafê zayenda mê ango jin biryaran bigirin û
heyîna wan înkarbikin. Di gelek dewlet û deverên cîhanê de heta niha jî ev
binpêkirinên mafê kesî yê zayenda mê tê pêkanîn. Îro jî dixwazin li Iraqê di bin
navê baweriya Îslamê de van binpêkirinan li ser heyîna jin pêkbînin.
Hêzên
Şîe yên di Parlamentoya Iraqê de, dixwazin guhertinek di yasaya kesî ya jimara
188 ya sala 1959’an de çêbike. Ji bo vê pêşnumebiryarek ku têde mafê
xwedîkirina zarokan ji dayîkan tê standin û zewaca zarokên 9 salî tê rewakirin,
pêşkêşî Parlementoya Iraqê kirin. Parlamentoya Iraqê di 4’ê Tebaxê de, di rûniştina
yekem ya li ser pêşnumeyê guhertina di yasaya kesî de lidarxist, di vê rûniştinê
de biryara erêkirina vê xalê pêknehat. Lê di 12’ê Îlonê de jî rûniştina duyemîn
ji bo sererastkirina yasaya rewşa kesî ya hejmar 188 ya sala 1959’ê hate kirin.
Ev sererastkirin wê pêşî li têkçûna aramiya civakê veke.
Gelo
Metirsiya ku em qala wê dikin çiye? Yan jî ger guhertin di yasaya mafê kesî de
çêbibe wê li Iraqê çi biqewime? Yasaya kesî ya li Iraqê ya jimara 188 ya sala
1959’an ji çend xalan pêktê. Ev yasa hemû curê mafên wek; avakirina malbatê,
lêçûn, xwedîkirina zarokan, mîras û telaqê digire nava xwe. Ya herî metirsîdar
jî zewaza di temenê 9 salî de ye ku kesek ji kîjan mezhebê be (şîe yan sunne)
dikare zewacê bike ku ji bo telaqê jî heman şêwe derbazdare. Ev guhertina yasaya
mafê kesî, binpêkirina mafê zarokane. Ji ber ku li gorî zagonên cîhanî ya mafên
mirovan, zarok ferdeke civakê yê di bin temenê 18 saliyê de ye.
Li
gorî rapora UNHCR’ê ji sedî 28’ê jinên li Iraqê, di bin temenê 18 saliyê de tên
zewicandin. Her wiha li gorî daneyên nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê,
sedî 22’yê zewaca ne qeydkirî ya keçan, dibin temenê 14 saliyê de ye. Ev zewac,
jinan ji hemû mafên wan bêpar dihêle û nikarin ji xizmetên hikûmetê sûd bigirin.
Rê nade welidandin di nexweşxaneyan de pêkwere, ev yek jî metirsiyek cidî li
ser zarokên keç û jinan çêdike. Di heman demê de zarokên di encama zewaca
derveyî dadgehê de dayîk dibin, ji mafê nasname û xwendinê jî bê par dibin. Ev
yek jî roj bi roj civakê ber bi felaketê ve dibe.
Hişmendiya
zayentparêzî ya ku niha dixwezin di Iraqê de kûrtir bikin, her roj dibe kujerê
bi dehan jinên ciwan. Pêwîste herkes ji bo paşde girtina vê pêşnumebiryarê di
nava kar û xebatê de be. Ji ber ku jiyana jinan dixe xeteriyê û metirsiya tûndûtîjiya
li ser jinan zêdetir dike.
Jiyan Pîran
0 Yorumlar