Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi hezaran xwendevan bi kelecan û kêfxweşiyek mezin karnameyên xwe yên dema yek ya sala xwendinê ya 2024-2025’an wergirtin û ketin betlaneya nîva salê.
Li dibistana Navîn a Şehîd Jiyan bi kombûna hemû xwendevan û mamostayan ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û sirûda netewî hat xwendin.
Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya rojê Mamoste Beşîr Gabarî axivî û got: “Em gihiştin dawiya dema yek ya xwendina 2024-2025. Bi rastî em hem wek wargeh û hem jî wek gelê Kurd di pêvajoyek gelek giran re derbaz dibin, ji ber ku em xwedî mîrasek ya berxwedêrin yanî xelkê Mexmûr li hemberî hemû hovîtiyên dijminan li berxwe dide. Bi taybet di pêvajoyek wisa giran de perwerdeyekî bi zimanê xwe û bi taybet bi zimanê dayîkê dayîn jî tiştekî pîroze. Ya herî girîng ewe ku civak bi van zarok û xwendevanên we pêşeroja xwe bibînin. Ji ber ku eger pêşeroja me bi zanistê nebe, wê pêşketin çênebe. Hemû pêşetinên civakî di xwendekaran de, di zanist û ilim de çêdibe. Ji bo vê pêwîste em hîn bêhtir bi rêxistin û Rêberê xwe ve bên girêdan ku em bersivekî baş li hemberî dijminan bidin.”
Her wiha li ser navê her sê meclisên wargehê Hevserokê Melîsa Gel a wargehê Ehmed Şehbaz jî axivî û got: “Yên ku bedelên giranbiha dayîn ku heta roja îro ciwan û zarokên me bi zimanê dayîka xwe li ser kevneşopiyên xwe yên Kurdewarî dersên xwe yên Kurdî pêşbêxini wek Kurd di nava netewa dinyayê de xwe bidin naskirin ji mamoste û şehîdên me re em bejna xwe ditewînin. Ji ber yê ku ked dide û zehmetî dikişinin ewin pariyê xweş dixwin. Ji ber ku em jî ked didin, zehmetî dikişinin ji bo welatek bindest yê ku çand û zimanê wî bi ti şêweyî naxwazin di nava netewa dinyayê de bê naskirin, weke civaka Kurd divê em li beranberî vê şovenîzmê bisekinin û li hişmendiya Kurdperwertî û felsefeya Rêbertî xwedî derbikevin.”
Piştî axaftinê xwendevanên ku pileya yekemîntiyê girtine hatin xelatkirin û pişt re jî karneyên wan hatin dayîn.
0 Yorumlar