Bersivên Gel:
- Fêmkirine.
-
Têgihandine.
- Rastiye.
- Fêrkirine.
- Rast
dayîna fêrkirine.
- Zaniste.
- Hizrandine.
- Wate ye.
-
Sererastkirine.
- Çareserî
ye.
Bi taybet
li ser têgînên zanistî yên ku ponijandinê kûrtir dikin, berevajîkirineke bi
zanebûn heye. Ev jî ji aliyê pergala desthilatdar û dewletparêz ve pêktê. Bi
taybet jî pergala netew-dewlet vêya bi şiklekî plankirî, bi zanebûn pêşdixe. Lê
wekî dîrokî jî di hemû pergalên dewlet û desthilatdariyê de xebateke wisa heye.
Pergala Modernîteya Kapîtalîst ev di asteke pir li pêş kiriye. Lewma jî hundirê
hin têgînan hatiye valakirin, hin têgîn hatine berevajîkirin. Derxistine
derveyî wateya wan. Di vê babetê de pêwîste mirov têgînên hatine berevajîkirin
hem sererast bike, hem jî têrker bike. Ji bo ku em karibin asta xwe ya
fikrandinê pêşdetir bikin, bi pergaltir bihizirin, hevdu baştir fêm bikin,
jiyana azad hê zanetir û rêxistînitir pêşbixin. Li ser vê jî bi awayekî rastir,
yekparetir fêmkirina pirsgirêkan û bi vî şiklî dîtina rêyên çareseriyê jî
nêzîkatiyên nû hewce dikin. Pêdivî bi pergaleke wisa ya fikir çêdibe ku karibe
pirsgirêkê rast û tam fêm bike, lewma jî rê û rêbazên çareseriyê bibîne.
Mirov
karibe têgînan rast bikarbîne, berevajîkirin bên astengkirin, têgînên nefêmbar
û jiberkirî neyên bikaranîn, ewê hem kûrbûna di hêza fikrê de hem jî bi pergalkirin
û yekparekirina fikrê bi xwe re bîne. Wekî hebûnên difikire, her yek ji me tê
halekî ku dikare bêhtir fêm bike û fêmbar bibe. Me digihîne asteke ku karibe
pirsgirêkan rastir pênasebike, dahûrîne û çareseriyê bibîne. Em nêzîkatî û
teoriyên vê yên fikrandinê derdixin holê. Hem ji bo bidestxistina azadî,
wekhevî, parvekariyê; rastiya jiyanê ya ku avanî û xwezaya mirov, ferd û civakê
ye, çareseriyên mayînde û dikarin pêkwerin bi xwe re tîne. Hem jî di mijarek
mîna pirsgirêka Kurd de ku tevlîheve, girêdayî pergala kûrewî ye, bi milekî
fêmkirina wê hêsane û bi milekî jî zore, jê wirdetir di dîtina rêya çareseriyê
û pêkanîna çareseriyê de me ber bi dîtina rêya ku tê de zehmetî tê kişandin,
dibe.
Di vê
çarçoveyê de Rêber Apo li ser gelek têgînan rawestiya. Di guhertina paradîgmayê
de çarçoveya têgînî ji nû ve nirxand. Bê gûman bi guhertina paradîgmayê re di pergala
fikrê de, wekî felsefî di perspektîfê de, di warê xeta îdeolojîk-polîtîk de
guhertinên girîng pêkanî. Guhertinek bi kok têde kir, lê di guhertina van
hemûyan de ji nû ve nirxandina têgînan, pênasekirina rast û bi taybet jî
rizgarkirina ji berevajîkirinan roleke girîng lîst. Rêber Apo, di paraznameya
‘Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk de, di beşa ‘Çarçoveya Têgînî
û Teorîk’ de bi van nirxandinan mijarê ronî dike: Teorî û têgînên bingehîn ên
civaknasî bikartîne heta neyên pênasekirin, zehmete ku şîroveyên manedar bêne
pêşdebirin. Civaknasî di mijara xwe dayîna naskirinê de jî ne xwediyê fikreke
hevpare. Di qada her zanistê de krîz hene, lewma di rewşeke welê de xwestina
hukmên vebirî di qada civaknasiyê de hewldaneke manedar nîne. Ya pêdivî pê
heye, pênaseyeke rast a diyardeya civakî ye. Ji bo naskirina civakê ji texmînan
jî wêdetir daneheveke agahiyan ya manedar di asta herî jêr de ye. Mirov çiqasî
hewl bide civakê nas bike, mirov bi paradokseke welê re rû bi rû dibe nezanîna
mirov ewçend kûr dibe. Civak di pêşketina mirov de çiqasî diyarker be, li
pêşiya pêşketina mirov jî ewqas astenge. Paradoksa civakî eve. Qaşo ferdê azad yê
lîberalîzmê ku takekesîtiyê kûr dike û ferdê ku komunîteyê ew bi hişkî girê
daye bi pîvanên heman rengî berevajiye û bi tenê serê xwe ji jiyanê hatiye
qewitandin. Mirov bi ferdên bi vî rengî nexweş nikare civakê bide naskirin.
Mixabin,
mirovatî heta roja me ya îro jî ji bandora van herdu rewşan xelas nebûye. Bi vê
paradoksa civakî mirov çiqasî dikare zanistê bike, ev mijareke ku têra xwe ji
guftûgoyê re vekiriye. Ji bo zanist were kirin, şertê bingehîn mejî ye. Ew jî
bi tenê bi civakê bi ziman dibe û ber bi qonaxeke pêş ve xwe çeng dike, lê çawa
ji wê qonaxê bihurî dîsa hebûna civakê pêşiyê lê digire. Bi vî awayî diyardeya
heqîqetê têra xwe îzafî dibe. Tam jî di vê nuqteyê de mirovê bi baweriya
dogmatîk an jî fikra hişk dixeniqe, mejiyê wî ji ruhberên herî paşvemayî jî
bêhtir bêhîs û korfêhm dibe. Wexta ku mirov berfirehbûna civaka dogmatîk li ber
çavan bigire, îzafiyeta zanistê gelekî xwe dide hîskirin.
0 Yorumlar