Di binê her kevirek yê li ser vê xakê de bi hezaran çîrokên veşartî yên ku bûne malê dîrokê heye. Her yek ji van çîrokan bi êş, xweşî û bi lehengya zarokên vî welatî hatiye hunandin. Yek ji van çîrokan jî çîroka rêheval Xwînda ye. Werin em bi hev re tenê kêliyekê li vê çîrokê çavek lê bigerînin.
Emîne
Kiran ango Xwînda di sala 1980’an de li Şirnax Gudikê Ramo, di nava malbatek welatparêz
de çavên xwe li jiyana ku bi kul û xeman, bi êş û janan, bi eşq û heskiriyan,
bi şer û cengan, bi têkoşîn û berxwedanê hatiye xemilandin diveke. Rêheval Xwînda
hê ku di malzaroka dayîka xwe de ye, hê ku ji jiyana malbatê bê agahiye, di
hêla malbatê de pêşeroja wê hatibû diyarkirin. Dema ku mezin bibûya wê bi kurê
xalê wê re bidana zewicandin. Ev urf û edet di civaka gelê Kurd de gelek tê
jiyankirin. Kes nedifikirî Xwînda jiyanek çawa dixwaze. Belê Heval Xwînda wek zaroka
malê ya herî biçûk hatibû dinyayê û di hêla her ferdek yê malê de tê hezkirin.
Rêheval Xwînda hê di despêçê de ye, bavê wê wefat dike. Êşa deyîka wê giranbû.
Rêheval Xwînda di hemêza dayîka xwe ya dil bê êş de, di wî dilê xwe yê biçûk de
êşa dayîka xwe hîsdikir. Rêheval Xwînda ku bi fîkir û ramanên Rêbertî tê mezin
kirin û bi kesayeta xwe ya zane û têgihiştî bala her kesî dikişîne. Kefxweşî û
rûkeniya wê dilê herkesî şadike. Weke gelek gundên Kurdan, gundê wan jî di sala
1989’an de ji hêla dijmin ve tê şewitandin. Heval Xwînda bi malbata xwe re
derbazî Silopiya dibe. Rêheval Xwînda ku hê 12 saliye, malbata wê wiya bi kurê
xalê wê re dizewicînin. Di 91 de hevjînê wê, Rêheval Rizgar tevlî nava refên
gerîla dibe. Ev yek lêgerîna wê ya ji bo azadiyê kûrtir dike. Rêheval Xwînda
dixwast wek Rêheval Rizgar bikeve ser rêya heqîqetê û ji bo azadiya welatê xwe
şer bike, lê ji ber malbatê tevlî nabe. Êrişên dijmin her ku diçe li ser gund û
malbata wê zêdetir dibe. Ev yek di dilê Heval Xwînda de kînek mezin avadike. Ji
ber êrişên dijmin berê xwe didin çiyayê Cûdî, xwe dispêrin têkoşînvanên welatê
xwe. Piştî 7 mehan li gel hevalan dimîne, derbazî Perex dibin û ji wir jî derbazî
Geliyê Qiyametê dibin. Rêheval Xwînda ji bo jiyanek birûmet ku li beranberî
dijmin serî netawandiye û jiyanek penaberiyê hilbijartiye dest bi karê qomiteyan
dike. Di demek kin de xwe fêrî xwendin û nivîsê dike. Rêheval Xwînda li Geliyê Qiyametê
ji bo wî gelê ku teslîmyet, cerdevanî qebûl nekirî û penaberî hilbijartî, bi
berpirsartiyek mezin di her karekî de cih digire û bi fedekarî tevdigere. Di
sala 1994’an de hevjînê wê Rêheval Rizgar şehîd dikeve. Ev yek xwesteka wê ya
ji bo beşdarbûna tevgera azadiyê mîsoger dike. Karê ku dikir têra têkoşîna wê
ya ku ji bo welatê xwe dixwest bide têrker nedidît. Divê çeka rêhevalê xwe
heval Rizgar li erdê nemaba. Bi vê bîr û baweriyê di sala 1995’an de berê xwe
dide çiyayên azad. Rêheval Xwînda li ser şopa Rêheval Rizgar dest bi jiyana
gerîla kiribû. Di demek kin de xwe di bîrdoziye Rêbertî de pêşdixe û di her
kêliya jiyan xwe de ji bo ku jiyanek azad ji bo jinê bafirîne, dikeve nava
têkoşînek bê hempa. Heval Xwînda erka fermandariya Mangê hildide ser milê xwe.
Bi taybetmendiyên xwe yê fedekar û wêrekbûnê dibe mînakek jiyanê. Rêheval Xwînda
qasî ku xwe di her mijarê de perwerde dikir, hewl dida ku her havalek xwe jî di
hemû aliyan de perwerde û zane bike. Rêheval Xwînda her qada ku diçe ji bo gelê
xwe yê penaber tovên hêviyê direşand ku dibû xwedî têkoşînek bê hempa, di sala
1997’an de li Beytûşebapê di çalekiyê de tevlî karwanên nemiran dibe.
0 Yorumlar