Ezîme Hilalî ya ku li Wargeha Mexmûrê jiyan dike diyar kir ku dema ew li gund, zarokatiyek pir xweş di nava xwezaya gundê Hilal de derbaz kiriye. Her wiha bilêv kir ku ti carî karê jinan xilas nedibû, li rûxmê hemû zorî û zehmetiyên jiyanê û karê malê jî, jinan karên zilaman jî dikir.
Xurbet Tallî
Hilal gundekî
ser bi navçeya Qilaban ya girêdayî Şirnexê ye. Wek tê zanîn di salên 90’î de bi
sedan gundên Botanê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatin valakirin û şewitandin.
Her wiha bi hezaran kes ji neçarî koçberbûn. Yek ji wan gundan jî xelkên gundê
Hilal e ku ji ber zilma dewleta Tirk neçar man
penaber bibin. Ezîme Hilalî ya ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jiyan
dike têkildarî jiyana xwe ya gundê Hilal ji rojnameya me re axivî.
‘Ji
derveyî vê ti jiyanek din ya we nîne’
Ezîme
Hilalî di destpêka axaftinên xwe de wiha behsa xwezaya gund, zarokatiya xwe û êrişên
dewleta Tirk yên wê demê li ser gund dike: “Gundê Hilal di aliyê xwezaya xwe de
gelek xweş bû, ji ber hejmara zêde ya nifûsa gundê Hilal, gelek taxên wê jî
hebû. Em sê xwişk û dû bira bûn, dû xwişkên min ji min mezintirbû ew zewicîbûn,
ji ber wê jî karê malê li ser milê min bû. Li gund kar gelek bû, li rûxmê wê jî
em ne diwestiyan û di aliyê tendûristî de jî em baş bûn. Heta em mezin jî bûn,
em hemû zarokên keç û kur yên gund bi hevre dileyîstin. Karê ku me li gund
dikir, çûyîna zozanan, çandinî, xwedîkirina pez û hwd bû. Taxa ku mala me lê bû
gelek berf dibariya, ji ber wê jî dema gundî diçûn çilo û heliz dibirîn, li
kaşa berfê dikirin wisa di anîn mal. Nêzî bîst û pênc mal li wê taxêbûn, ji ber
ku hemû bi hev re yek bûn ji bo wê jî di her karî de alîkariya hev dikirin. Jin
ti car bê kar ne diman, dema digotin emê hinekî bêhna xwe bidin yan teşî
diristin yan gore çêdikirin û yan jî li ser tevnê bûn. Wê demê çante, parzûn,
têr, kon û hwd çêdikirin. Jinan ji derveyî karên xwe, karên zilaman jî
dikirin.”
‘Ez bê
dilê xwe zewicîm’
Ezîme di
dewama axafitnên xwe de diyar kir ku ew li ser daxwaza malbata xwe zewiciye û
dibêje: “Ez ji birayê min re kirim berdêl. Ez bê dilê xwe zewicîm, ji beriya wê
demê ne min hevjînê xwe nasdikir û ne jî wî ez nasdikirim. Mala hevjînê min li
taxa Bangê Hewa bû û ya me jî li taxa nizar bû. Hevjînê min li gel min gelek
baş bû. Her car leşkerên Tirk bi cerdevanan ve ser gund de digirtin û gefa yan
hûnê bibin cerdevan yan jî hûnê penaber bibin li gundiyan dixwar. Piştî wan
gefan em ji gund derketin û me berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Di rê de me gelek
zorî û zehmetî dît. Zivistan bû dema em hatîn Bêrsîvê, em demekê li wêderê man
û em ji wêderê jî hatin Etrûş. Piştî demekê li Etrûş jî PDK’ê êrişî me kir,
pezên me birin û şivanên me kuştin. Ji ber vê yekê em ji Etrûş jî derketin û
hatin Nînova, li wêderê jî PDK’ê hema tişt bi serê me anî.”
‘Ne av
û ne jî dar hebûn’
Ezîme
Hilalî di dawiya axaftinên xwe de qala hatina xwe ya li Mexmûrê jî kir û got:
“Dema em hatîn vêderê, ne av û ne jî dar hebûn, tenê mar û dûpişk hebûn. Berê
jiyana vêderê gelek nexweş bû, lê me niha kiriye bajar. Salên berê av bi tankan
dihat, ew av jî ji ber ku zingar bû, me di firaxan de diniziland û wisa
vedixwar. Li ti wargehan wekî vê wargehê kesên me ne mirine. Piştî çend salan
nû hinek kar û derfet çêbûn. Li rûxmê bê derfetiya wê demê jî dîsa xelkê
wargehê alîkariya hev dikirin.”
0 Yorumlar