Ticker

10/recent/ticker-posts

'Eger hevkarî nebûya, dewleta Tirk nedikarî van êrîşan pêk bîne'

Şêniyên Mexmûrê êrîşa li ser rojnemevanên jin şermezar kirin û wiha gotin: “Ji ber ku çapemeniya azad rastî û hovîtiya dewletê derdixe ronahiyê, dewleta Tirk jî bêdengkirina wan ji xwe re kiriye armanca sereke.”

Jiyan Pîran


Dewletên dagirker ên ku dixwazin Kurdistanê dagir bikin êdî bi hemû hêza xwe êrÎşî rojnemevanan bi taybet jî rojnemevanên jin dikin. Herî dawî jî Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bi SÎHA’yê êrîşî wesayîta ku rojnamevan têde bûn kir û Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kirin. 

Têkildarî vê mijarê û şermezarkirina êrîşên dawî yên li ser rojnemevanên azad, şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ANF’ê re axivîn.

‘JI BO RASTÎ DERNEKEVE HOLÊ, ÊRÎŞÎ ÇAPEMENIYA AZAD DIKIN’

Kerîma Qewalî di destpêka axaftina xwe de êrîşên li ser rojnemevanên Kurd şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk êdî bê teredut, her kesê dike armanca êrîşên xwe. Êrîşî hemû herêmên ku Kurd têde ne dike. Ger ne bi hevkariya Malbata Barzanî ba, Dewleta Tirk nedikarî bi serê xwe van êrîşan pêk bîne û di mala me de çapemeniya me bike armanc. Ji bo ku çapemeniya azad rastiyê dernexînin van êrîşan li ser endamên çapemeniyê pêk tînin. Mîna gurê xwînxwar êrîşî kesên bêhna Kurdîniyê jêtê dike. Ger dewleta Iraq û PDK ne hevkarên wan bûna, ne dikarin bi rihetî çapemeniya me bike armanca xwe. Ev ne êrîşa destpêkê ye, bi dehan care dewleta Tirk êrîşî Şengal, Mexmûr, Silêmanî, Kerkûk û Rojavayê Kurdistanê kir. Em wek gel heta dawiyê li gel ciwan, tevger, gerîla û çapemeniya xwe ne û em ji êrîşên dewletê natirsin. Em li pey doza azadiya gelê xwe û hebûna xwe ne. Bila baş bizanin em ê bi ser bikevin. Ya ku niha jî dike ji kîna binketina xwe ya li çiyayên azade. Di şer de li hember gerîlayên azad têk diçe û bi vê kînê jî êrîşî gel dike. Ji bo çapemeniya azad rûyê wan dernexe holê, êrîşî wan dike.”

‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN, HÊZA GELÊ KURD HER DIÇE ZÊDETIR DIBE’

Îsmayîl Hilalî jî di axaftina xwe de balkişand li ser êrîşên dewleta Tirk a dagırker ku bi hemû hêza xwe ya NATO’ê êrîşî gelê Kurd dike û wiha pêde çû: “Ez di kesayeta Şehîd Gulistan û Şehîd Hêro de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr tînim. Ji ber ku çapemeniya azad rastî û hovîtiya dewletê derdixe ronahiyê, dewleta Tirk jî bêdengiya wan ji xwe re kiriye armanca sereke. Rê dayîna van êrîşan serwerkirina dewleta Tirk a li ser axa Iraqê ye û ji bo Iraqê şermek mezin e. PDK’ê çapemenî, aborî û siyaseta xwe radestî dewleta Tirk kiriye, ti cudahiya herdû hêzan ji hev tune ye. Lê bila dewleta Tirk û hevkarên wan baş bizanin wê ti caran negihijin armanca xwe û wê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin. Di demên dawî de dewleta Iraqê bi dewleta Tirk re hindek li hevkirin pêkanîne. Lê wê roj bê dewleta Iraqê wê ji van li hevkirinan poşman bibin. Ji ber ku faşîzma Tirk cihê digire dagir dike. Armanca dewleta Tirk ji Lozanê heta niha diyare Kurd redkirine, înkarkirine, tinekirine û kuştine. Li dijberî vê her roja ku derbaz dibe hêza gelê Kurd mezintir dibe.”

Îsmaîl Hilalî bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Her şahadetek welatparêzan zêdetir dike. Ji ber ku armanca şehîdên me heqîqeta mirovatiyê ye. Wê bi dehan kesên xwedî biryara herdû hevalên şehîd li ser rêya wan berdewam bikin. Pêwîste wek gelê Kurd bertekên me yên li hemberî van êrîşan diyar bin. Raste li hember êrîşan bertek tên nîşankirin, lê wek tê xwestin ne têrkere. Divê êdî gelê Kurd bi yek hêzê li hemberî vê faşîzmê têkoşîna xwe bilind bikin.”

 

 


Yorum Gönder

0 Yorumlar