Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê ji bo fermandar Tekîn, Berwar û Orhan konê sersaxiyê hat vedan

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo fermandar û pêşengênKurdistanê Berwar Dêrsim (Seyran Çomak), Tekîn Goyî (Îsmet Unver) û Orhan Bîngol (Alî Dînçer) ku di cih û dîrokên cûda de şehîd bûbûn, konê sersaxiye hat vedan.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Fermandarên Kurdistanê Berwar Dêrsim (Seyran Çomak), Tekîn Goyî (Îsmet Unver) û Orhan Bîngol (Alî Dînçer) ku di cih û dîrokên cûda de gihiştibûn şahadetê, konê sersaxiyê hat vedan. Gel û endamên saziyên wargehê berê xwe dan konê sersaxiyê û sersaxî ji malbatê re xwestin. Li ber konê sersaxiyê deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî giyanên azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê her sê meclisên wargehê Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Fatma Bîlen axivî.

Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser êrişên dagirkeriyê yên dewletên desthilatdar yên li ser Kurdistanê û wiha got: “Em gelê Kurd minetdarî van qehremanane ku bi salane li hemberî vê dagirkeriyê li berxwe didin. Îro em dibînin di kesayeta Rêbertiya me de êrişe hemû gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê dikin. Ji bo ku em li hemberî vê dagirkeriyê, vê hişmendiyê bişkînin û xwedî li van qehreman derbikevin pêwîste em yekîtiya xwe û yekbûna xwe çêbikîn. Erk û berpirsyaretiyê me keda 30 salan ya van hevalane dayîna jiyan kirine.”

Her wiha li ser navê hersê Malbatên pismamê Şehîd Tekîn Goyî, Bêwar Unver axivî û destnîşa kir ku soza wan şopandin û xurt kirina doza şehîdane û wiha got: “Xeta berxwedanê, xeta rûmetê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî avakirin her ku diçe pêşdikeve. Li hemberî wê jî xeta îxanetê lewaz be jî tê meşandin. Pêwîste em li hemberî vê xeta xiyanetê têkoşîn û berxwedanê bilind bikin û mezin bikin. PKK bi şehîdan mezin bûye û destkeftiyên gelê Kurd bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin. Em wek gelê Kurd li hemberî keda wan soza xwe ya bi şehîdan re dubare dikin û soza şopandina xeta wan didîn.”

Merasîm bi dirûşemeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar