Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya li Mexmûrê bi koma 81’an didome

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 411’an de bi koma 81’an ve bi biryardariyek xûrt didome.


Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 411’an de bi koma 81’an didome.

Merasîma dewrgirtinê li saziya Malbata Şehîdan a Mexmurê bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 80’an Serhat Pîrosî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye;

“Ev zêdeyî 4 salanin, bi tu awayî ne malbat û ne jî parêzeran nekarîne bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Bi vê yekê re tevahî gelê Kurd tê tecrîdkirin. Qedexeya dîlan, stran, çand û hunera Kurdî, êrişên li ser ciwan û zimanê Kurdî, di maça futbol ya Amed Sporê de bilindkirina posterên qatil Esat Oktay Yildiran nîşaneya dijmintiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurde.

Em vê tecrîda li ser Rêber Apo napejirînin. Heta ku Rêber Apo bi fîzîkî rizgar nebe, em dest ji çalakiyên xwe bernadin.”

Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ dewrî koma 81’an hate kirin.


Yorum Gönder

0 Yorumlar