Bersivên Gel;
-Rastiya
ku hebûn pêktîne ye.
-Xwe
parastin e.
-Kuştin
e.
-Talankirin
e.
-Êşandin
e.
-Têkoşîn
e.
-Komkujî
ye.
-Rêya
azadiyê ye.
-Jiyan
e.
-Îdeolojiya
hebûnê ye.
Şer
di lûteratûra giştî cîhanê de wek tundiya fîzîkî tê destgirtin. Lewra pergala
dewlet û desthilatdarî zanîn û hişmendiya civakî berovajî kiriye. Têgehên ku
tên zanîn jî ji ber vê neçariyê ji nû ve tên nirxandin. Bi vî awayî mirov
têgeha şer dikare li gorî zanîsta civakî bigire dest û binirxîne wê gelek sudemend
be.
Şer
tiştê ku hebûnê pêk tîne ye. Rastiya gerdûnî ji dualîteyan pêk hatiye. Ev
dualîbûn hin caran dibin dijberî hin caran jî dibin dû aliyê rastiyekê. Dema di
tiştêkî an jî rastiyekî de nakokî çêdibin, şer jî rû dide. Lewra nakokî ji
dijberiyan pêktê. Ji bo ku nakokî werin derbaskirin pêwîstî bi hatina hemberî
hev a tiştên nakok heye. Ev mirov jî dibe, hişmendî an jî zanîn jî dibe,
pêwîste herdû tiştên nakok bên hemberî hev. Û bibin sedema tiştekî nû. Yanî şer
afirinera rastiyên nû ye. Lewra guhertin û veguhertin pêktê û di her kêliyê de
tiştên nû peyda dibin. Bi kurtasî şer encamê dijberî û nakokiyane.
Di
dîrokê de derketina şerên çekdarî bi dewlet û desthilatiyê re çêbûye. Beriya
dewlet û desthilatdarî tundiya heyî di asta pêvçûnê de ye. Ji ber vê pêwîste şer û pêvçûn ji hev cuda werin nirxandin.
Herdû ji hev cuda ne. Pêvçûn li hevdana dû kes an jî qebîleyan re tên
îzahkirin, lê şer li hevdana dû hêzên mezintir digire nav xwe. Lê belê herdû jî
di nav xwe de tundî dihewîne û di encama nakokiyan de derdikevin holê. Mirov
dikare şer wek rêbaza çareseriya nakokiyan bigire dest. Dema rêbazên axaftin û
danûstandinê encam nedin, an jî rêbazê hevdû qanihkirinê encam negire şerê ku
bi tundiya fîzîkî tê îfadekirin dikeve dewrî. Di vir de şer wek rêbazekê rol dilize.
Dibe ku bibe sedema zirar û kuştinan, lê ji ber hişmendiya dewletdar wek rêbaz
tê bijartin. Li vir mirov dikare bal bikşîne ser kiryarên dewlet û
desthilatdarî. Tiştên ku desthilatdar li dijî civakan dike jî şere, lê mirov
nikare bêje ji ber encamên heyî kêr nehatine ev yek pêkhatiye. Lewra hebûna
dewletê bixwe li hemberî civakê şere. Dewlet li ser tinebûna çanda civakî
çêdibe. Lewma mirov ji kiryarên dewletê re dikare bêje şer û qirkirin. Dewlet
şer nakin, qir dikin. Rêbazê dewletê qirkirine, ya civakê jî xwe parastine.
Civak xweparastin wek rêbaz digire dest û dixwaze pirsgirêkên xwe bi vî awayî
çareser bike, dewlet jî şer wek pêkanîna rêbaze qirkirinê digire dest û ne ji
bo çareserî, ji bo zêdekirina nakokiyan hewl dide.
Ev mijar bi giştî baş neyê dahurandin, ji şaş
fêmkirinê re vekiriye. Ji be vê mirov dikare bi kûrtî şer wek rêbazê civakê, ne
wek ya dewletê diyar bike. Civak dixwaze xwe biparêze, dewlet jî dixwaze civakê
qirbike. Di encama vê de şer rû dide. Rêbertî şer wek, “rastiyeke polîtîkayê ya
bi çekdarî” digire dest û îro ji bo parastina hebûna civakê wek neçarî digire
dest. Civakên ku wek xweparastin şer nekin, neçarî tunebûnê ye.
Di derbarê şer de gelek teorî û fikir hatine pêşxistin û mixabin piraniya wan jî bi rastiya dewlet û desthilatdariyê ve girêdayî ye. Di vir de ya girîng ewe ku şer wek neçarî girtina deste. Nexwe di çand û rastiya ti civakan de şer nîne. Di wateya din de jî şer wek şerê nefsî tê dest girtin. Yanî mirov ji bo xwe biguherînê bi xwe re, qelsî û şaşitiyên xwe re dikeve şer. Ji vê re şerê mezin tê gotin, ji yê din re jî şerê biçûk. Her çiqas şer dibe sedema mirinê jî, bi giştî rastiyekî jiyanê ye û îro jê rev ne gengaze.
0 Yorumlar