Ticker

10/recent/ticker-posts

Xwebûn Rêya Wêrekiyê ye

 


Xwebûn kûr bûne. Naskirin, têgihiştin û watedayîna mirovê bi cewhera xwe ye. Ciwanên Apoyî yê ku soza fetihkirina cîhanê û bidestxistina azadiyê dane, bi xwebûna xwe û bi zanabûna Paradîgmaya Rêber Apo ya gerdûnî dikarin hemû enerjî û potansiyela metafîzîkê di xwe de bihewînin. Pêdiviya civakê îro bi lehengên rast û meşên maratonî ji bo gihiştina azadiyê heye. Lêgerîna azadiyê li ser axa Kurdistanê îro bûye nesîba her ciwanekî Kurd û Kurdistanê. Xwedî derketina li vê erk û berpirsyartiyê, zanabûn, îrade û wêrektiyê dixwaze. Dîrok weke hînkarê herî mezin a dibêje yên ku bikaribin di pêvajoyên krîz û kaosê de derfet avabikin ewê serbikevin. Îro navenda germtirîn şerê cîhanê, Kurdistane. Derfeta şoreş û mîsoger kirina azadiyê li xwebûna xwe digere. Ew lehengên ku vê derfetê binirxînin û bizivrînin şoreşa azadiya Kurdistanê, Ciwanên Welatparêz û wêrek ê Kurdistanê ne. Ger em rêya Şoreşa Kurdistanê weke maraton pênase bikin, pêwîstiya me jî bi çalakgerên xwedî fikir û îrade heye. Ji hemûyan girîngtir jî ruhek bê sînor ji fedakarî û wêrektî pêwîste. Dibe ku gelek pêlav di rêya vê maratonê de jî biqete, dibe ku gelek bedel werin dayîn, yê ku bi ruhê serkeftî û biryardarî me bigihîne dawiya ev rêya Xwebûn û wêrekiyê ye. Êdî dema hesabên kesî, malbatî û takekesî bi dawî bûye. Yek soz, yek daxwaz û yek hesabê me yê ferdî, civakî û netewî heye, ew jî hesaba rewşa Rêber Apo di nava girantirîn rewşa dîrokê de, di tecrîd û êşkenceya girankirî ya Îmraliyê de ye. Rojane Dijmin tola azadiya gelê Kurd bi êşkence û tecrîd di nav tecrîdê de ji Rêber Apo digre. Dem dema qiyamet rakirinê ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo hatiye. Şert û mercên jiyana Rêber Apo ji bo hemû ciwanên Kurd û şoreşgeran cihê fikrandin û ji nûve jiyana xwe ya rojane birêxistinkirinê heye. Şer deriyê hemû mal û meskenên me şikênandiye û her diçe rewşa jiyanê dijwartir dibe. Îro jî weke Ciwanên Welatparêz û Şoreşger yek hesabê me heye, ew jî hesabpirsîna axa Kurdistanê ye. Pêve grêdayî doza azadiyê ye. Her roj bostek ji vê axê ji destê me diçe, dijminê faşîst û xwînxwar ê Tirk bi rêya erd û ezmanan Kurdistan parçe dike û bi hevkarê xwe yê ku êdî nasnavê Kurdbûyîn ne layîqê wî ye, pîlanên dorpêçkirina axa Kurdistan û firotina wê jî bûye beşa herî rewa ya vê komployê.

Niha Ev şerê em têdene ne şerekî ku li cihekî diqewime û cihekî cuda de nîne. Ev şer, şerekî ku her kêliya jiyanê, di her cihekî ku di cîhanê de êrişên xwe pêktîne û bandora xwe çêdike ye. Ji bo wê pêwîste jiyan di her kêliyê de were rêxistinkirin û parastin. Jiyana xwe ya kesî em pêwîste daynin aliyêkî û bi fedakarî û wêrektî derdora xwe û civata derdora xwe ji rewşa heyî agahdar bikin. Di rewşên bi vî rengî de medyayên şerê taybet yên ku rojane derew û agahiyên xapînok belavdikin pêwîste werin darizandin û ti ciwanek vana guhdar neke. Berê xwe bidin destgirtinên dîrokî ya Rêber Apo di nava parêznameyan de. Her ciwan û jinên ciwan pîwîste bibe beşek ji rastiya Rêber Apo. Ew jî bi lêhûrbûn û lêkûrbûna di nava nirxandinên Rêber Apo de mîsoger dibe.

Di heman demê de wekî destpêk jî me gotî, li gor maratonê pêwîste em xwe gûrç û pêç bikin. Di serî de xwebûn, wêrekbûn û piştre jî xwe parastin pêwîste. Eger em nikaribin xwe biparêzin, emê çawa civaka xwe biparêzin? Eger em axa xwe û xwezayê ne parêzin, emê çawa bikaribin jiyanê bi parêzin? Di her kêliya jiyana xwe de em jiyan yan mirinê avadikin, lê em nakevin ferq û giranîya wê. Di her kêliya jiyana xwe de pêwîste em bi wê berpirsyartiyê bijîn.

Êdî tiştek wekê berê nabe. Erişên dewleta Tirk ya qirker û hevkarên wê ku rojane pêşengên me hedef digrin, li beranberî vê dem dema Xwebûyîn û Wêrekiyê ye. Tam jî dema afirandina jiyana nû û gihiştina bi kêliya jiyana azade. Gelo em çiqas nêzî azadiyê bûne? Her ciwanek pêwîste rojane vê pirsê ji xwe bipirse? Êdî em pêwîste hesaba têkoşeriya xwe ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo ji xwe bipirsin û her rojê ku derbas dibe şansek dîrokî ku venagere em winda dikin.

Ciwan Têbikoşin, Ciwan bimînin ji bo bibin layeqê nasnameya ku Rêber Apo bi navê Ciwantî Destpê kiriye û heta serkeftinê jî pêşiya vê vekiriye.

Siwarê Şaho

Yorum Gönder

0 Yorumlar