Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakvanên Mexmûrê: Armanca sereke ya Kurdan azadiya Rêbertî ye

Çalakvanên Mexmûrê diyar kirin ku armanca wan ya sereke, fîzîkî azadkirina Rêber Apo ye û wiha gotin: “Gelo îro CTP li kuderê ye, çima erkê xwe pêknayîne? Heta kurmê darê ji nava darê be, wê rewşa me Kurdan ev be, lê dê xiyanetkar di nava qirêjiya xwe de bifetisin.”

Jiyan Pîran



Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo balkişandina li ser tecrîda girankirî û fîzîkî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan çalakiyek ya nobetê ku salek û 3 meh li pey xwe dihêle tê meşandin. Ev çalakî her 5 rojan carekê bi komek cûda, biryardariyek xurt dewir tê girtin. Di nava çalakiya ku li Saziya Malbatên Şehîdan tê birêvebirin de, kêliyên rengîn û bi nirx tên tomar kirin. Ji bo ku em van kêliyan bi were parve bikin me berê xwe da Saziya Malbatên Şehîdan. Li wir çalakvanên çalakiya nobetê Mam Hamit Utun û Dayîka Taybet Hêşetî ji me re axivî û qala aramanca çalakiya xwe kirin.

‘Teqez serkeftin ya gelê Kurde’  

Çalakvana çalakiya nobetê Taybet Hêşetî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca çalakiya wan, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û wiha got: “Heta em agahiyek ji Rêbertiya xwe negirin û Rêbertî azad nekin, emê çalakiyên xwe bidin berdewam kirin. Tişta ku ji bo Rêbertiya me bikeve ser milê me û çi were xwestin em amadene bikin. Êdî cîhan giştî ji dizane armanca sereke ya gelê Kurd azadkirina Rêbertiye. Pêwîste li tevahî cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên cuda yên li hemberî tecrîda girankirî were pêkanîn. Ji ber ku azadiya Rêbertî azadiya tevahî gelên cîhanê ye. Tecrîda li ser Rêbertî di kesayeta Rêbertî de li ser tevahî gelê Kurd û gelên azadîxwaze. Em bi hêvîne teqez serkeftin ya gelê Kurde. Ez bang li tevahî gelên cîhanê, gelê Kurd û bi taybetî jî li gelê azadîxwaz dikim ku em bi hev re bi yek destî li hemberî tecrîda girankirî rabin ser xwe. Azadiya Rêbertî ne tenê ji bo me Kurdan, ji bo hemû gelên cîhanê girînge.”

‘Em niha li pey ramanê Serokatî dimeşin’

Her wiha Hamid Utun jî daxuya kirin ku ev salek û sê mehe gelê wargehê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyê de ye û wiha pêde çû: “Bê Serokatî ji bo gelê Kurd jiyan herame, ji bo wê divê em Serokatiya xwe fîzîkî azad bikin û nav xwe de bibînin. Heta dilopek xwîna me heye emê çalakiya xwe berdewam bikin. Heta em Serokatiya xwe di nava xwe de nebînin wê ne şeva me wê şev be, ne roja me roj be û ne jî wê kêliyên me kêlî bin. Gelê wargehê bi dil û can vê çalakiyê pêktînin. Ji ber ku Serokatiya me hebûn, ronahî, çand û çavê me ye. Serokatî em ji bin betonê derxistin û em niha li pey ramanê Serokatî dimeşin. Ji bo wê pêwîste her kesek li Rêbertiya xwe bibe xwedî. Heta em Serokatiya xwe azad nekin, wek gelê Kurd em jî azad nabin. Ev zilm û tecrîda li ser gelê Kurd tê pêkanîn, bingehê xwe ji tecrîda li ser Serokatiyê digire.”

‘Gelo îro CTP li kuderê ye?’ 

Hamit Utun di dawiya gotinên xwe de bang li gelê Kurd kir û wiha got: “Divê gelên azadîxwaz destê xwe danin ser wijadana xwe û li hemberî vê tecrîdê helwesta xwe diyar bike. Gelo îro CTP li kuderê ye, çima erkê xwe pêknayîne? Heta kurmê darê ji nava darê be, wê rewşa me Kurdan ev be. Niha ew kesin yên pêşengtî ji dijmin re dikin ku êrişî gerîlayên azadiyê dikin. Wê ev xiyanetkar çawan hesab bidin dayîkên şehîdan? Îro xiyanetkarên wek malbata Barzanî heta qirika xwe di nava qirêjiyê de ye, wê ev qirêjî wan bifetisîne.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar