Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 84’an berdewame

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin bi koma 84’an di roja 427’an de, bi biryardariyek xurt didome.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin, bi koma 84’an di roja 427’an de bi biryardariyek xurt didome.

Merasîma dewirgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 83’an Eyşê Arzu axivî.

Dayê Eyşê Arzu di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku armanca çalakiya wan azadiya fîzîk ya Rêber Apoye û wiha got: “Heta em azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger nekin em dest ji çalakiya xwe bernadin. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe êrişî gelê Kurd bi taybetî jî li ser wargeha Mexmûrê dide pêkanîn. Heta can li bedenê me be emê li pey Serok, şehîd û şervanên xwe bin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar